Galeriya wêneyan

12-01-2017
26 Photos
RÛDAW

Kelar (Rûdaw) –

 

Li bajarê Kelarê bûk û zavayeke kurd biryar dan, daweta xwe bi adetên berê yên kurdewarî bikin.

 

Bûk û Zava yên kurd di daweta xwe de cilûbergên resen ên kurdewarî li xwe kirin û li şûna otomobîlê, kaliske bi kar anîn.

 

Bi derbasbûna kaliskeya bûk û zava yên kurd dîmenên jiyana berê têkel bi jiyana serdem û nû bû.

 

Xelkê bajarê Kelarê bi dîtina dîmenên wê daweta kurdewarî gelek dilxweş bûn û kêfxweşiya xwe li ser cadeyan bi desthejandinê û tevlibûna dawetê nîşan dan.

 

35 sal berî niha dîmenên wisa di nav civaka kurdewarî gelek berbilav bûn, lê pêşketina jiyanê û guherîna bilez a civaka kurdî, gelek ji adetên resen ên kurdewarî ji nav jiyana xelkê rakirine.


Bajarê Kelarê li devera Germiyanê û ser bi parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ye.