Behayiyên Rojhilatê Kurdistanê tên koçberkirin

01-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Fûad Heqîqî – Hewlêr

Bi sedema guşara desthilatdarên Îranê, şûnmayên kêmîneyên olî yên Kurdistanê dest bi koçkirina  derveyî welêt dikin. Behayî yek ji wan kêmîneyên olî ne. Li Îranê nêzîkî 300 hezar peyrewkarên  vê olê hene û beşê mezin ji wan li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê niştecih in. Lê hejmara Behayiyên kurd bi dirustî nayê zanîn.

Li gor çalakvanê kurd û yek ji peyrewkarê vê olê, Cemal Haîrî, niha li Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 200 malbatên behayî li bajarên cure dijîn. Behayî piştî şoreşa îslamî ya Îranê, di sala 1979ê de, ji aliyê karbidestên Îranê ve beramberî guşarê hatin. Li gor hinek amarên ne piştrastkirî, heta niha 200 kes ji wan hatine darvekirin. Guşar li ser Behayiyan di van salên dawî de xurttir jî bûye û niha bi kêmanî 115 Behayî di zindanê de ne ku 70 kes ji wan li zindana Êvîn a Tehranê ne. Ew newêrin baweriya xwe ya rast derxînin û ji hemû mafên xwe yên siyasî û olî bêparkirî ne.

Cemal Haîrî, ku dibêje ew ji ber guşara îdareya îtlaata Sineyê reviyaye û niha li Awisturyayê dijî, ji Rûdawê re got ku Behayî li navçeyên sunî yên Rojhilatê Kurdistanê pêrgî zexta xelkê nayên: “Rêzê jî li wan digirin. Lê li navçeyên şîiyan yên wekî Kirmaşanê ji ber sedema çavtengiya xelkê ev rewş bi awayekî din e."

Li gor gotina Cemal Haîrî, Îtlaat zextê li Behayiyan dike û astengiyan derbarê pêwendiyên ligel xelkên din jî pêk tîne. Herwiha ku zarokên wan diçine dibistanê jî, nabe ligel kesî axaftinê bikin. Îtlaat cîranên wan agahdar dikin ku serdana wan nekin: "Di destpêkê de serkarên komara îslamî  guşar dikirin ku em ola xwe biguherin. Lê niha guşarê dikin ku em ji Îranê derkevin."

Cîgira nûnerê Civata Behayiyan li Yekîtiya Netewan, Sîmîn Fehendêj, dide zanîn ku sedema guşarên hikûmetê ya ser Behayiyan vedigere wextê pêxemberê wan. Di ola Îslamî de Mihemed pêxemberê dawî ye. Lê li gor Behayiyan "Behaulla" pêxemberê dawî ye. Ola Behayî ji aliyê Mîrza Husên Elî Nûrî (Behaulla) hate damezrandin. Behaulla sala 1863ê ev ola nû belav kir. Navenda cihana Behayiyan bajarê Heyfa yê li Îsraîlê ye. Li gor ola wan Behaulla pêxemberê Xwedê yê dawiyê ye. Ew di rêza pêxember Ibrahîm, Mûsa, Mesîh û Mihemed de ye.

Behayî di serdema şahê Îranê de azad bûn. Mafên wan ên sivîl parastî bûn. Lê belê wê demê jî kesayetiyên Şîiyan hewl didan ku hikûmet kêşeyan ji wan re pêk bîne. Behayî piştî şoreşa îslamî ya Îranê ji xwendina zanîngehan, ji pile û postên hikûmî û xizmeta di artêşê de bêpar hatin hiştin. Goristanên wan jî têk çûn û hemû şûnewarên wan ên olî hatin qedexekirin. Yasaya bingehîn a Îranê ola Behayî wekî kêmîneyeke olî nas nake. Encûmena Bilind a Şoreşa Rewşenbîrî ya Komara Îslamî di 25.02.1991ê de biryar da ku Behayî li dezgehên fermî kar nekin û nabe li zanîngehan jî bixwînin. Eger kesekî Behayî jî nasnameya xwe bi nihênî ragirtibe û di bin navê oleke din de çûbê zanîngehê jî, ew ji zanîngehê tê derxistin.

Li gor amarên sala 2006ê, 178 Behayiyan karîbûn bi rêbazên cuda biçin zanîngehên Îranê. Lê piştî ku ew hatin naskirin, 70 ji wan ji zanîngehê hatin derxistin. Sala 2007ê jî 30 xwendekarên behayî ji zanîngeha Peyam Newroz hatin derxistin. Herwiha sala 2011ê bi kêmasî 20 xwendekan hatin derxistin.

Vê dawiyê jî goristana Behayiyan li Sineyê bi biryara dadgehê têkçû. Li gor gotina Cemal Haîrî, li vê goristanê 40 gorên Behayiyan hebûn. Gorek jê ya dayika wî bi xwe bû. Li gor vê biryara dadgeha bajarê Sineyê, dewletê dest danî ser zeviyê goristanê jî. Hikûmeta Îranê di salên borî de gellek caran ji aliyê rêxistin û dezgehên mafên mirovan ve derbarê binpêkirina mafên kêmîneyên olî de hate şermezarkirin.

 

200 malbatên behayî li Rojhilatê Kurdistanê dijîn

Li gor çalakvanê kurd û peyrewkarê ola behayî, Cemal Haîrî, niha li Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 200 malbatên behayî li bajarên cuda dijîn: "Li Sine bi kêmanî 30 malbat hene. Li Qurwe 6 malbat, Li Kirmaşan bêhtirî 50 malbatî hene. Li Îlamê 2 yan 3 malbat. Li Serpêla Zehaw 5 malbat. Li Wirmiyê bêhtir ji 50 malbatî. Li Bokan 25 heta 30 malbatî. Li Tîkab nêzîkî 20 malbatî. Li Seqiz 5 malbat. Li Merîwan û herwiha li Miyanduwaw û bajarên din jî malbatên Behayî hene."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst