Careke din Peymana Lozanê

26-07-2017
Selahedîn Çelîk
A+ A-

Di serdema Lozanê de giraniya kurdan nemabû. Di Konferansa Aştiyê ya Parîsê de qene Şerîf Paşa daxwazên kurdan anîbûn ziman (6.02.1919). Peymana Sevrê hê li ser kaxêz pelişîbû (10.08.1920). Berxwedana Koçgirîyê şikestibû (1921). Bijareyên kurd belavela û bêtevger bûn. Lê Kemalîstan xwe dabûn hev, bûbûn dewlet. Lozan dibû platforma dabeşkirina emperyalîst-kolonyalîst.


Tirsa kemalîstan: Kurdistan


Ser mijara sînorê rojava û bakur, Kemalîst û Frensa hê 1921ê li hev hatibûn. Lê li ser sînorê başûr û bakur, Kemalîst û îngilîz ji hev dûr bûn. Peymana Lozanê 24.07.1923 hat îmzekirin, pesendkirina kemalîstan ma 23.08.1923.


Nakokî li ser başûrê Kurdistanê bû. Kemalîstan gellek baş zaniyan, ew nikarin wê ji Îngilîzan bistînin. Tirsa wan, "Li Başûr tiştek bidestxistina kurdan" bû.


Da ku tirkan bînin ya xwe, îngilîzan bi zanebûn pirsa kurd tanîn rojevê, nexwe mafên kurdan qet ne xema wan bû.


Dawiyê li hev hatin: "Li Başûr jî ti mafê kurdan tinebû". Peymana Lozanê, bi navdewletî pesendkirina statukoya Kurdistana dabeşkirî ye. Bi îngilîzan re nakokiya kemalîstan, ne ji neteweparêziyê lê ji talana kolonyalîst dihat.


Ji bo Tirkan Peymana Lozanê, "Serkeftina li ser emperyalîstan" e. Ma binpêkirina mafên netewekê, dibe serkeftin? Neteweparêzî û serkeftina li ser koletiya neteweke, neheqî, kolonyalîstî û nîjadperestî ye. Lê ka lê binêrin! Li Tirkiyê ew qirêjî û genfisikî, çanda netewî û serbilindî ye.


Dubendiya serdestên tirk


Lozan di parlemenê de mijara serdestiyê bû. Ka li vê lîstika Mustafa Kemal binêrin:


Mebûsê Lazîstanê Alî Şûkrû rikberekî dijwar bû. Mustafa Kemal, wî 'dispêre' tilîkeşê xwe Osmanê Qop. 26.03.1923 Alî Şûkrû direvînîn, dikujin û term vedişerin. Hovîtî eşkere dibe. Mustafa Kemal fermana kujerê xwe dide. Termê Osmanê Qop bi rojan li ber avahiya parlemê daleqandî dimîne.


Dor tê parlemenê, wê dipelişîne (1.04.1923). Meclîsa duyemîn, yekcar ji xulam û nokeran pêk tê (11.08.1923).


Kurd? Makezagona 1924ê amade dikin, têde navê kurdan jî tineye. Herwiha li ser mafên kurdan peyamên Mustafa Kemal hemû, derew derdikevin.


Îro jî şerê baskên serdestiya tirk, dom dike. Ji bo Kemalîstan Lozan "Tapoya Tirkiyeyê hemdem" e. Baska kevneperest, peymanê şermezar dike: "Başûrê Kurdistanê li derveyî Mîsakî Mîllî mabû". Tiştekî veşartî tineye; nakokî li ser talanê ye û mijara talanê, Kurd in.


Dewsa Lozanê


Kemalîstan ji Amedê noker Fevzî Pîrînçzade û Zulfu Tigrel û ji Siweregê Halîl Fahrî bi xwe re biribûn Lozanê. Hesen Heyriyê Dêrsimî di nav cilên kurd de derketibû kursiyê parlemenê û ji bo piştgiriya kemalîstan birûskname şandibûn Lozanê. Ka li bayê felekê binêrin, ew cil dibûn mehneyeke daleqandina wî.


Bijareyên kurd yên neteweparêz jî, nedixwestin Başûr ji Bakur veqete. Wan hizir dikir, bi hejmara mezin wê Kurd bikaribin mafên xwe bi dest bixin.


Yusuf Ziya Begê parlamenterê Bidlîsê, di wê nêrînê de bû. Meclîsa duyemîn jê re girtî bû. Wî digrin û dadileqînin, ne tenê wî, birayê wî û bi sedan bijareyên din jî.


Hêviya kurdan nemabû. Sînoran derb li bazirganiya navxweyî û têkiliya civakî û çandeyî dabû. Medreseyên dibîstanên zimanê kurdî, hatibûn girtin. Tirk hê wê hovîtiya kemalîstan weke gaveke "şoreşger" dibînin! Hêvîşikestin, dibû sedemekî Raperiya Elkê (1924) û Raperiya Şêx Seîd.


Peymana Lozanê û hevkariya emperyalîst, zirav dabû Kemalîstan. Serdema tarî ya 1920an wisa dest pê kiribû. Pakta Sadabad û Bexdayê û CENTO, bijiyên Lozanê bûn. Ku îro bijiyên nîjadperest ne beredayî pesnê wan rêxistin û peymanan didin!


Ji bo îro fêrên Lozanê


Rojava di dûv statukoyek bidestxistinê de ye. Tevgera îro faktoreke nû ye û pêşeroj çi bîne jî, wê ev serpêhatî bijî.


Bakur rojên dijwar derbas dike, dîsa jî rojevê tijî dike û aktorê sereke yê pêşerojê ye.


Rojhilat li ber xwe dide, dixwaze rabe ser piyan. Erdhejiya siyasî ya herêmê, şensê geşbûna wê zêde dike.


Başûr li ber deriyê dewletbûnê ye. Referandum asta diyarker e.


Ew hemû, ji Lozanê qebûxwestin in. Peymana Lozanê ne mijara Bakur tenê ye, lê ya herçar beşan e. Li kîjan beşê kurd serkeftî bin, ew ji Peymanê re derb e.


Notirvan û parêzgerê herî mezin ê Peymana Lozanê, dewleta tirk e, him jî ji bo hemû beşên Kurdistanê. Erê îro rewş gellek guherîye, lê çand, kevneşop û mebesta kolonyalîst zû bi zû naguhere. Dibe rêbaz diguherin.


DYA di Lozanê de ne beşdarekî xwedî îmze bû. Ew li Kurdistanê hêzeke nû ye. Giranî ji yên din standîye. Tirkiye (û Îran), jê aciz in. Tirkiye dixwaze rolê jê bidize. Bi navê 'dostaniyê', mebesta wê dagirkerî ye. Ew di xefikê de, li benda keysê ye.

 

Bîranînek


Weke her Kurdê ew kirî, 1990an de rêya min jî li Lozanê ket û çûm qesra peymanê, Beu-Rivage Palace. Li tenişt golê, bergeheke bêhempa. Lê xweşikayî ne xema min bû. Maseyê eybê li ciyê bû.


Mijdara 2008ê serokê Konfederasyona Swîsrê Pascal Couchepin, mase yadigarî Abdullah Gulê serokê Tirkiyê kir. An haya wî ji êşa kurdan tinebû, an jî ew qet ne xema wî bû. Hêvî dikim xwediyê rûreşiyê Lozanê, di bin giraniya masê de bimînin. Lê em hemû baş zanin ku ew giranî, navê din yê serkeftina kurdan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst