Sebaret 10 saliya koça dawî ya şanoger û pandomîmkarê mezin

27-03-2014
SALİHÊ KEVİRBİRÎ
A+ A-
Roja Şanogeriya Kurdî û Arsen Poladov*

 
Şanogerê mezin, yek ji mezintirîn pandomîmgerê cîhanê Arsen Poladov 1’ê Nîsana 2004’an li bajarê Yaroslavlê ya Rûsyayê ku li nexweşxaneya vî bajarî dihate dermankirin ji ber têkçûna dil jiyana xwe ji dest da. Poladov, Zanîngehên Moskova û Sorgonê di serî de; li gelek zanîngehên cîhanê dersên şano (tiyatro) û pandomîmê dida.

Her wiha gelek caran ji bo dersdayîn û semîneran ji bo Zanîngehên Parîs, Berlîn û Pragê dihate dawetkirin. Zor şanaz û bextewar im ku hevnasiya min û Hoste Poladov pêk hat û bûm hevparê civat û sohbeta wî ya têrtije û xweş. Ne şaş bim, yekem car di sala 2001’î de li Akademiya Kurdî ku wê demê li Durena Almanyayê bû me hev dît.

Ji bo xebatên şanogerî û pandomîmê hatibû vexwendin. Li gel ku temenê wî wê demê li dora 60’î bû, wekî xortekî 18 salî çalak û xwîngerm bû. Her dixwest tiştên çak bide şagirtên li Akademiyê lê ji gotinên wî derdiket holê ku bi gilî û gazinc e. Diyar dikir ku sazî û dezgehên kurdan zêde bala xwe nadin çand û hunerê.

Cara duyem û bi awayekî dorfireh sala par, me li Diyarbekira paytext, li Ameda rengîn civat li hev sor kir.

Poladov, wekî mêvan û dersdarê atolyeya şano û pandomîmê ji Rusyayê bo ‘Sêyemîn Festîvala Çand û Hunerê ya li Diyarbekirê’ hatibû vexwendin. Ji Stenbol û Îzmîrê, ji gelek bajarên kurdan şagirtên kurd xwe li dersên Mamoste Po ladov girtibûn û li karê xwe sor dibûn.

Di serdema festîvalê de gelek caran, ligel bi dehan hevalan; carinan jî yek bi yek derfet û mecal çêbûn ku em/ez û Poladov li hev rûnin û behsa gelek tiştan bikin.

Poladovê ku her roj bi çend kovar û rojnameyan re gotûbêjên wî hebûn, di van hevpeyvîn û sohbetên xwe de ‘wekî her car’ diyar dikir ku kurd li hunera şano û pandomîmê xwedî dernakevin.

Baş tê bîra min, Li ‘Turîstîk Otêla’ ku wekî mêvanê festîvalê em lê diman de, ji nûçegihanê ciwan ê Rojnameya Evrenselê re wiha digot: “Dixwazim ji kurdên me yên li Tirkiyeyê komekî şanoyê yê ji ciwanan pêk hatî ava bikim.

Heger xwedîtî li vê cprojeyê bê kirin, emê bikaribin 20-30 ciwanên kurd li Moskovayê bidin xwendin. Ji ber helwestekî xerîb xemgîn im. Tu sazî û dezgeh, ji min re negot; ‘Piştî festîvalê 1,5-2 meh bimîne, em bi hev re kar û xebatê bikin!’ Ez bixwe bikaribim, ezê meheke din vîzeya xwe dirêj bikim da ku tiştekî bidim ciwanên kurd...”

Mixabin ku Arsen Poladov, piştî ku vegeriya Stenbolê, nekarîbû zêdetir li Stenbolê bimîne û berê xwe dabû bajarê ku lê dimîne Yaroslavlê. Arsen Poladovê ku bav û kalên wî ji dorhêla Serhedê, ji warê Qers-Agiriyê piştî ‘Qirkirina Fileh û Êzîdiyan’ berê xwe dabûn Ermenistanê, ji malbeteke kurdên êzîdî bû.

Di sala 1942’yan de li Paytexta Ermenistan Erîvanê çavên xwe ji jiyanê re vekir. Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha St. Petersbûrgê di pola sêyemîn de terikand. Paşê Beşa Rejîsoriyê ya Zanîngeha Moskovayê kuta kir û li Parîsa Fransayê, ji Pîrê Pandomîmê Marseille Marso bi qasî du salan dersên pandomîmê dît.

Di sala 1971’î de bi handan û piştgiriya Yekîtiya Sovyetê Lİ Erîvanê ‘Dibistana Pandomîmê ya Arsen Poladov’ hate vekirin û Poladov li vê dibistanê bi sedan şagirt perwerde kir.

Piştre, bi destûra Wezareta Çandê ya Yekîtiya Sovyetê, ‘Şanoya Dewletê ya Moskovayê’ hate avakirin û Poladov li wê derê wekî rêveber-derhêner hate ser kar. Di maweya 1975-1995, raserî 20 salan bi sedan şagirt û şanoger gihand.

Poladov, ji sala 1995’an heta roja ji nav me bar bike, li ‘Beşa Dîroka Pandomîmê ya Zanîngeha Dewletê ya li Yaroslavlê’ wekî hîndekar kar û xebata xwe berdewam dikir.

Şayanê gotin û pesindanê ye ku Arsen Poladov, piştî Marseille Marso di warê pandomîmê de li seranserê cîhanê wekî hosteyê pandomîmê dihate hesibandin. Bi dehan pandomîm, şano û skêcên ku Poladov bi xwe nivîsandine û derhêneriya wan kiriye, li gelek bajarên cîhanê hatine lîstin û gelek hatine ecibandin.

Heta niha der barê Arsen Poladov de 2 pirtûk hatine nivîsandin. Oxira te ya xêrê be hosteyê mezin Arsen..!


* Ev nivîsar sala 2004-ê, piştî mirina Arsen Poladov hatiye nivîsandin. Poladov çendek beriya mirina xwe li Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Diyarbekirê amade bibû. Piştî çend mehên li Diyarbekirê vegeriya Rûsyayê û li nexweşxaneyeke vî welatî ji ber bexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da.









Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst