Şansê Hêro Îbrahîm Ehmed

26-09-2016
Berzan Elî Heme
A+ A-

Tevî ku li ba hinek kesan, serdar û fermandeya “taximeke destdirêj û desthilatdar” di nav partiya xwe de ye û hêz û pereyên YNKê di bin destê wê de ne, lê Hêro bi van hemû heytehol û hawaran ve jî jineke tenê ye!


Li aliyekî Hêro, li aliyê din bi dehan û sedan zilamên hêrsketî û simbêlboq, ku li sed avan xistine û binê piyê wan şil nebûye. Zilamên ku heyamekê dahat û pere û desthilata vî gelî di destê wan de bû û bê razîbûna wan qaymqamek jî nedihat destnîşankirin, vêga ji bo rikgirtin û dijatîkirina Hêroyê, behsa demokrasî û dahat û qûtê filan û bêvan dikin!


Tevî wan hemû desthilatên ku tu îro di destê Hêro Îbrahîm Ehmed de dibînî, bi wê hemû berberî û hevrikiya ku li ser tê kirin, hîn jî desthilatên wê ji wan rojên ku bavê wê Îbrahîm Ehmed sax bû û hevjînê wê Celal Talebanî nexweş neketibû kêmtir in.


Bi nîvê wan desthilatên ku niha di destê Hêro Îbrahîm Ehmed de ne, eger di destê nêrekî (mêrekî) de bûya, dê bibûya yek ji karakterên bibandor li navçeyê. Ya ku dibe kelem û nahêle Hêro wek karaktereke bê rikeber derkeve, ne reftarên wê lê belê regez ango cinsê wê ye. Nêr, nemaze nêrê rojhilatî, bi kotekî stûyê xwe li ber ferman û desthilatên jinê diçemîne!


Eger ji destê rikeberên Hêro bê, dê bê sîn û cîm wê bidin alî û dûr bikin. Xeletiya Hêro xanimê jî ew e ku xwe wek mîratgira reha û tik û tenê ya hevjînê xwe Talebanî û bavê xwe Îbrahîm Ehmed dibîne û kesên din ji wan bêpar dike ku bi vê yekê jî partiya hevjînê xwe wek şîrket û xebata bavê xwe jî wek karsaziyeke dîrokî nîşan dide.


Eger Hêro xwe ji çend xeletiyên neqebûlkirî dûr bike, dikare di nav wan hemû zilamên bînteng û agirbar ên Başûrê Kurdistanê de, bibe jineke xwediya gotina yekalîker.


Wek mînak Hêro wek jin, nikarîbû xwe wek xanimeke dilovan û wek dayikekê ji bo piraniyê nîşan bide. Hêro jineke îzole û dûrî xelk û miletê xwe ye. Ez bawer nakim kesên ku jê hez dikin jî tiştekî din zanibin ji xeynî ku ew hevjîna Talebanî û keça Îbrahîm Ehmed e. Ji rewanbêjî û şêweya axaftina wê jî diyar dibe ku ew tucarî şêwira kesî nake û ne jî pêşniyaran ji tukesî qebûl dike. 


Di rojên bager û firtoneyan de jî, tukes bîr û baweriyên wê nizane. Mumkin e kesek jî pir dûrî awayên dîplomatîk bê û derbarê wê ji me re bêje: Hêro qehweyê firr dike û cigareyan dikşîne!


Lê ev hemû jî wê yekê kêm nakin ku Hêroya Îbrahîm Ehmed di nav bi dehan û sedan û hezaran zilamên simbêlboq û desthilatdar ên Başûrê Kurdistanê de, jineke bibandor û bihêz e û ne tenê herdu cîgirên hevjînê wê, lê mumkin e bi sedan û bi hezaran zilamên din jî di nav partiya wê de û li derveyî partiyê jî rikeberiya wê bikin.


Li temamiya Iraqê û Kurdistanê jî Hêro tekane jin e ku bi rastî hevrik û rikebera mêran e. Şansê wê jî heye ku navê wê di zimanê ingilîzî de tê wateya “qehreman!” Navê wê yê kod jî di heyama şerê çiyê de “Diyana” bû ku xwedawenda rav û nêçîrê ye di efsane û dastanên Romayî yên kevin de. Kovareke amerîkî di havîna 2016an de sed jin wek jinên salê yên herî bibandor destnîşan kir ku yek ji wan Hêro Îbrahîm Ehmed bû!


Eger hevrikiya di navbera Kosret Resûl û Berhem Salih li hember Hêro Îbrahîm Ehmed lîstikeke fotbolê bûya, minê bixwesta tîma Hêroyê biserkeve!                        

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst