Milmilanî û nakokiyên Amerîka û Îranê gihiştiye asteke metirsîdar û roj bi roj kûrtir û berfirehtir dibe. Her çiqas weke dûr tê dîtin ku rasterast biçin nav şer, lê herdu aliyan hewldanên xwe zêde kirine daku bi rê û kanalên cur bi cur zirar bidin hev.
Amerîka bi rêya guvaşa navdewletî ve weke qonaxa yekem a lawazkirina rola Îranê dixwaze vî welatî bixe nav çarçoveya cografyaya wî, ji bo vê mebestê jî li her yek li Sûriye, Yemen, Lubnan û Iraqê wê yekê daye berçav ku Îranê paşde bide vekişandin. Beşeke mezin a guvaşên Amerîkayê niha ji bo nehiştina rola Îranê ye li van welatan, ku siyasetê di sîbera Tehranê de dikin.
Hewldanên Amerîkayê yên ji bo pêkanîna hevpeymaniyeke navdewletî ya dijî Îranê zêde dibe, hejmara dewletên ku ji siyaseta Îranê nerazî ne, her ku diçe zêdetir dibe. Meha Nîsanê, ango piştî du mehan kêmtir, sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê diçe qonaxeke dijwartir. Îsraîl êrişên mûşekî yên bi ser binke û baregehên leşkerî yên Îranê yên li welatên herêmê zêdetir kirine. Ev hemû, nîşaneyên metirsîdar in li ser wê yekê ku egera derketina şerekî mezin li herêmê nêzîk dibe.
Li hember wê, Îran jî weke siyaseta xwe ya herdemî ku qeyranan ji xwe dûr dixe û di çarçoveya stratejiya xwe de ku payeyên xwe li ser hinardekirina şoreş bo derve hatiye damezrandin, ne ku hêj paşve venekişiye, hewldanên xwe yên berfirehbûnê jî zêdetir kiriye. Dibe ku bawerî wisa be ku stratejiya Amerîkayê tenê bi vê bi dawî nayê ku Îran bixe nav sînorên xwe, herwiha tirsa wê yekê heye ku armanc biçûkkirina cografyaya şer be, ne ku kêmkirina rola Îranê li derve. Bêguman di rewşeke wisa de jî heta deverên şer berfirehtir bin ji bo Îran baştir û heta cografyaya şer biçûk be di berjewendiya Amerîkayê de ye. Lewma ew yek tê çaverêkirin ku ev şêwe milmilanî li derveyî sînorên Îranê berfirehtir bibe.
Yek ji wan herêmên ku dê bibe qada vê qonaxa tundbûna milmilaniya navbera wan "Iraq e", ew jî ji ber qedera cografyayê ji aliyek ve û ji ber ku niha hikûmeteke bi temamî wabesteyî Îranê li Bexdayê desthilatdar e. Ji niha ve destpêkeke metirsîdar a bûna beşek ji wê hevkêşeyê tê hîskirin. Iraq bikariya bêalîbûna xwe bihêle û nebe beşek ji milmilaniya navbera van du welatan, çiqas ji bo Bexdayê giring bû ewqas jî sûda wê ji bo Tehranê dibû, çimku nedikete bin guvaşa Amerîkayê ji bo cîbicîkirina sizayên li dijî Îranê. Lê belê bi îranîkirina Bexdayê di rewşeke wisa de derfet dide Amerîkayê ku hincet û behaneya mana li Iraqê bibîne.
Ti guman di wê yekê de tine ku eger DAIŞ bi destê dezgehên îstixbaratî ve nehatibe çêkirin jî, destên hemûyan di nav DAIŞê de hebû, di arastekirina wan de û di bikaranîna wan de ji bo armancên din. Lewma niha û ji bo siberojê jî çêkirina gelek grûpan weke DAIŞê di jîngeha vê herêmê de karekî gelek hêsan e. Dezgehên îstixbaratî yên navdewletî û herêmî bi hêsanî dikarin hander bin di pêkanîna çendîn grûpan de ji bo cîbicîkirina armancên xwe.
Di demeke wisa de ku Amerîka guvaşên xwe bi ser Îranê de zêde kirine û bi bidestxistina piştevaniya navdewletî ve mijûl e ji bo derkirina ji Sûriyê û Yemen û Lubnan û Iraqê. Li hember wê, Îran jî destê xwe dirêj kiriye ser kanalên din ên cur bi cur, weke sûdwergirtina ji hejmûna Rûsyayê ya li herêmê û neyarên din ên Amerîkayê û herwiha di navxweya wan welatan de jî ji bo çêkirina bereya dijî Amerîkayê, daku nerazîbûna li hember hejmûna Amerîkayê bi kar bînin û di egera pevçûnê de jî ji bo çalakiyên leşkerî yên dijî artêşa Amerîkayê ji wan sûd werbigrin. Ji van hemûyan zêdetir, niha çavê Îranê li ser Iraqê ye, bi bikaranîna Heşda Şeibî û hikûmet û parlementoyê, dixwaze sînor ji Amerîkayê re deyne.
Heşda Şeibî ketine gefa li hêzên Amerîkayê, hikûmet daxwaza sînordarkirina hebûna hêzên Amerîkayê dike û fraksiyonên Şîe yên li Parlementoyê jî bi wê yekê ve mijûl in ku bi yasayan Amerîkayê ji Iraqê derxin. Tevî ku Îran guvaşeke mezin xistiye ser Kurdan, heta niha Kurd û Erebên Sunî nebûne beşek ji wê arasteya dijî Amerîkayê û nayê zanîn heta çi wext li ber guvaşên Îranê li ber xwe bidin.
Îran eger bixwaze Iraqê bike karta milmilaniya li gel Amerîkayê, şaşî dike. Şaşiya mezin jî ew e ku bixwaze Kurdistanê bikşîne wê rêyê, bertekên van hewldanên Îranê dûr nayê dîtin ku Amerîkayê teşwîq bike ku hinceta xwebihêzkirina li Iraqê bibîne. Ev şaşiyeke kujer e ku Îran dike. Niha Amerîka li gelek deveran heye, lê çalakî û tevgera wan diyarkirî ne, zêdetir bala wan li ser deverên Sunî yên weke Rumadî û Selahedîn û Neynewa ye. Ji ber vê rewşa sepandî ya bi ser Kerkûkê de jî, li ser daxwaza aliyê Kurdî hêla pirsgirêkan, dibe ku pêgeha xwe ya leşkerî li Kerkûkê jî bi bihêz bikin. Li Herêma Kurdistanê jî ji bo hevahengiya şerê terorê hene.
Îran eger bixwaze weke karvedana derkirina hêzên wê ji herêmê, ew jî hêzên Amerîkayê derbike, zemîna wê yekê dê xweş bike ku hêzên zêdetir ên Amerîkayê werin herêmê. Weke çawa hevsengiya di navbera şiyan û teknolojiya leşkerî ya van herdu welatan de tine ye û mirov nikare şiyanên leşkerî yên Îranê bi Amerîkayê bîne ber hev, wisa jî taktîk û karta siyasî û plana îstixbaratî ya Îran û Amerîkayê nayê berawirdkirin. Tiştê û Îran dixwaze li Parlementoya Iraqê bike bi derxistina hêzên Amerîkayê, her çiqas zehmet e Bexda bikare bi awayekî eşkere yasayeke bi vî rengî derxe, di rewşa derxistina yasayekê bi vê şêweyê de jî Iraq nikare Amerîkayê ji Kurdistanê derxe.
Rast e Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye û li gor destûr û yasayan Bexda serweriya welat diparêze, ji aliyê pratîkê ve Kurdistan ji bo Amerîkayê cuda ye û piştî şerê kendavê ve weke qadeke vekirî bûye ji bo Amerîkayê û di siberojê de jî dê wisa bimîne. Bi qasî ku Îran guvaşên zêdetir bike daku Amerîka ji deverên Erebên Sunî dûr bixe, bi rêya Herêma Kurdistanê ve ji nêzîktir dibe. Ev jî ne ku ji ber meyla Kurdan heye, ji ber ku Amerîka naxwaze ji Îranê dûr bikeve.
Lewma tiştê baştir ew e ku Îran siyaseta xwe ya şaş ji ber çavan derbas bike, ji bo armanca şîekirinê ya li deverên Sunî, Kurdistanê neke qada Amerîkayê ya dijî xwe. Eger bixwaze Amerîka li Rumadî nemîne, divê bawer bike ku li ser hîsabê wê yekê bibe ku Amerîka dê were Hewraman. Ji bo Amerîkayê ti tiştekî ji wê hêsantir tine ye ku çar grûpên belawela yên DAIŞê, yan bi navekî din li Hewraman serî hildin û bi hinceta şerê terorê hemû giraniya xwe bixe ser wê cografyayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse