Ma daxwazên çareseriyê wisa dibin?

26-01-2019
Selahedîn Çelîk
A+ A-

Rojên dawî çapemeniyê lîsteyek bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk weşand. Ew, di hevdîtinên bi desthilata Şamê re de xwedêgiravî daxwazên HSDê bûn. Heman demê ji Şam û Moskovayê peyamên erênî hatin. Bendewariyek çêbû.

 

Lê tişta mejî tevlihev dikir hebû. Lîste ne zelal bû, daxwaz hevûdu nedigirtin, bêwateyî xwe dida dest. Ma daxwazên xebateke berhema ked û xwînê, wisa dibû? Ez bi dûv rastiyê ketim. Şîrove cuda bûn; “Lîstika ewiqandinê”, “li ser bernamê hê dixebitin”, “lîste ji daxwazên herdu aliyan pêk tê”... Diyar e ku yê mejiyê wî tevlihev bûyî, ne tenê ez bûm.

 

Ma Şam dikare daxwazên kurdan bîne cih?

 

Hêza wê têra hemû Sûriyê nake. Sûriye dabeşkirî ye û li her beşê rastiyeke din heye. Şam ne bi serê xwe ye. Moskova gava biryaran dide, ji mafên Sûriyê zêdetir, nakoyiyên bi DYAyê re û berjewendiyên xwe yên herêmî dike pîvan.

 

Aştî û destûra bingehîn jî têde li ser pêşeroja Sûriyê, lihevhatina Moskova-Tehran-Enqerê biryar dide. Hêzên xwecihî, ku Şam jî yek ji wan e, tenê di komîsyonên binî de cih digrin. Kurd ne di wan de ne. Ew, gotina Kurd nas nakin. Tirkiye dixwaze tundrewên îslamî gorî xwe kedî bike û wan bînê hevdîtinan. Ji wê têkiliyê ji Kurdan re jixwe nan tineye.

 

Wêne reşbîn e? Dibe. Bêguman Şama bi Kurdan re li hev were, dê gellek zexm bibe. Jixwe YPG û HSD weke hevbendê Şamê tevdigerin. Ma ji vê zêdetir dikarin êdî çi bikin? Îro gef û xetereya li ser Şamê, ne Kurd in lê Artêşa Tirk û tundrewên wê ne. Şam him ne xwedî vîna serbixwe ye, him jî hê girtiyê nîjadperestiya ereb e.

 

DYA û Rûsya

 

DYA û gellek dewletên din, di bin barê parastina Kurdan de ne. Lihevhatina Şam û Kurdan, dibe wan ji wî barî rizgar dike. Lê ma bo peymanekê ti xebat û tevkariya wan heye? DYA gorî berjewendiyên xwe tevdigere, bi windakirina herêmê ve rûbirû ye, lê hêza wê ya bersivdanê heya bêjî zêde ye. Bi Tirkiyê re di nav hevdîtinan de ye, lê Enqere ji reqsa sêkesî nayê xwarê.

 

Rûsya boçûna xwarovîçko bi baldarî dişopîne. Tirkiye û DYA, li ser kîjan babetan dibe li hev bên? Dikarin li hev werin? Ji wêkê Moskova weke piştgirê danûstandinên Şam û Kurdan e. Dîsa jî yê mirov ditirsîne, ji Trump zêdetir Putin e.

 

DYA dixwaze xwe ji bûyerê rizgar bike. Rûsya dixwazê zirarê wê bibîne. Tirkiye dixwaze herêmên Kurdan bi dest bixe û di pirsa Sûriyê de bandora xwe zêdetir bike. Îran dixwaze rewşa xwe ya destkeftî biparêze. Şam ji weke aktorê sereke nîşandanê hez dike. Tundrewên îslamî ji xiyaneta piştgirên xwe dinalin. Bi qirkirin, xwekujiya polîtîk û nokeriya dewletan ve rûbirû ne ew. Kurd di navbera van nakokiyan de di dûv behîtê de ne.

 

Salên 1990an li Yugoslavyayê wêne hevşib bû. Kosova jê derket. Lê li wir Rûsya tinebû. 1991ê li Kurdistana Başûr herêma otonom çêbû. Li wir jî Rûsya tinebû. Û zexmiya înîsiyatîfa navdewletî, rê neda şûmîtiyên Îran û Tirkiyê.

 

Tevlîhevî yan bêçareyî?

 

Daxuyaniyên hin berdevkên PYD/YPG/HSDê, Kurdan diêşînin. “Beşeke artêşa Sûrîyê bûn”, çi ye? Dibe hêza te têrê neke, lê heqê te bi pesndana artêşa zordar tineye. Ew taktîk be jî, ne xweş e.


Li ber çavên dinyayê li Rojavayê dilşewatî, êş û behîteke mezin qewimî. Berdêl; mirin û seqetbûn e, koçberî û rûxandina aboriyî, çandeyî û dîrokî ye. Divê helwest, ne berevajiya diyardê be.

 

Dinya, diyardê ne wek “Bakurê Sûriyê” lê wek pirsa kurd zane. Mafên kurdan tinebin, çareserî nabe. Divê bi maqezagonî Kurd bên naskirin. Yên din êdî kitekit in. Divê kitekit nedin pêşiya ya sereke.

 

Divê em têgehan bi naveroka demagojiyî bi kar neynin û pirsa Kurd şîlo nekin. Erê rêbaza demokratîk ya herî baş e, lê îro têgeha demokrasiyê têra çareserkirina pirsên Sûriyê nake. Çima?

 

Rûsya, Îran û Tirkiyê, maqezagona Sûriyê amade dikin. Hersê jî, ji demokrasiyê bawer nakin. Wê ew çawa bo Sûrîyê demokrasiyê bixwazin? Şam bi destûrmendiyên otokratî heye, ew li dijî demokrasiyê ye. Jixwe berxwedana Sûriyê ji wêkê dest pê kir. Tundrewên îslamî, heya misqalekê jî ji demokrasiyê bawer nakin. Em bêjin li ser hilbijartinê li hev hatin, lê neyarên demokrasiyê bêhtir in. Demokrasî ew be, Kurd jî têde ti koma nîjadî, çandeyî û bîrûbaweriyê nikare xwe bîne ziman.

 

Li Sûriyê divê cudahî bi destûra bingehîn û bi çavdêriya navneteweyî bên naskirin. Divê Kurd nasnameya xwe ya netewî bidin pêş. Gelê Kurd hestyar e, dişopîne, fêm dike. Divê nirxê berhema ked û xwînê neherime. Heke hûn nikaribin, dev jê berdin, bila ew ji dîrokê re bimîne.

 

Mirov dibê qey navenda kûr a Kurdan jî di bûyerê de ye. Dibe me bi tişta dixuye dixapînin, lê di kûr de gihiştine lihevhatinekê. Bûyer ev be, diyar e ku korerêya li seranserê Kurdistanê mijar, li vir jî li ser kar e.

 

Beredayî li tepika hecê negerin

 

Di pêvajoyê de navê hin partî û hêzên leşkerî yên Kurd dibore. Ez ji darazê direvim, lê em bi zanebûn bi çavekî şaş wê şîrove dikin. Her hêza têkildarê bûyerê, xwedî helwesta xwe ye. Divê mirov jê encamên xelet derneyne.

 

Berê jî ew gotegot çêbûn. Tevî niheqiyên mezin û rakeşiyê jî, rêxistinên Kurd ji pevçûnan dûr man. Îro rewş ji berê gellek cuda ye. Dewlet vêga yekcar li meydanê ne û ew dixwazin pêvajoyê bêyî Kurdan biqedînin.

 

Em van pirsan hemûyan baş zanin, dîsa jî em ji gijgijandina hev hez dikin. Yên eşkere li me didin hene, em dev ji wan berdidin, bi mehneyeke biçûk em dikevin qirika hev. Ev, rebenî ye!

 

Berê derfet ketin destê me, lê em ji hevbendî û yekîtiyê reviyan, me hevûdin têr êşand. Bûyera me bi hemû naveroka xwe pirsa kurd e, lê hin dewlet dixwazin deqa rêxistinan lê bidin. Em hêsanî dikarin tawanbariya wan pûç derênin. Dereng be jî, divê hêzên siyasî û leşkerî ya Rojavayê, mil bidin hev. Hêj ew hevbendî dikare gellek derfetan çêke.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst