Di wan demên dawîyê de em gelek caran dibihîzin, ku wek gelek caran di dîrokê de dubare bûye, kurd dîsa dibine dirava hûr di destê bazirganan de, dibin serbazên xwekuj û navgîna sîyaseta hêzên mezin û careke din di kêlîya herî giring de ji çarenûsa xwe re têne terkandin. Her weha, gelek kes ji ber wê yekê jî bi guman in, ku kurd (bi taybetî jî kurdên Sûriye), ne ku tenê serxwebûna xwe, heta eger otonomîya xwe jî ragihînin, ewê dê nikarin aborîya xwe dabîn bikin. Mijareke din jî ya ku raya giştî nerehet dike, serdestiya sîyeseta DYA`yê ya li ser kurdan e.
Lê di gel van mijaran, yekane pirsa herî aktûel û giring a roja îroyîn qet kesî endîşedar nake, ew jî helwesta dewletên Rojhilata Navîn e, ku naxwazin bi awaywekî fermî kurdan nas bikin û hinceta wan jî ew e, ku zû yan dereng ew yek dê rê li ber serxwebûna kurdan veke.
Niha dixwazim li ser van mijaran bi hûrî bisekinim.
Em ji wê yekê destpê bikin, ku her mirovê ku ji elifbaya meşandina sîyasetê fam dike, dizane ku sîyaset li ser mercên reel, lê ne li gorî daxwazan tê meşandin. Nemaze, daxwazên her kurdekî, ez jî têde, dikarin pir mezin bin.
Dema hin kes bi dengeke bi şik û bi çavên mûçkirî ji min re dibêjin – “tu Kurdistaneke serbixwe dixwazî, lê nîyeta xwe bi gotinên federasyon û otonomîyê vedişêrî”, ez ji dil dixwazim bersîvê wan weha bidim: eger ez, wek kurd, ne layengirê Kurdistana Serbixwe bama, ezê dê ew kes bama ku li Rûsyayê wek `bizin` tê binavkirin. Lê, em bêjin, eger li Tirkiye yan jî li Sûrîyeyê bi gelên din re, yên ku bi hezaran salane bi hev re dijîn, derfeta jîyana bi maf û mercên wekehev hebe û eger ez bizanibim ku bi wî awayî emê dê hîn bi hêztir bin û ez li dijî wê yekê bim, wê demê ez teqez ehmeq im.
Di rastiyê de ne kesên mîna min wan dewletan ber bi perçebûnê ve dibin, lê ewên ku naxwazin tu mafekî kurdan nas bikin û dixwazin tenê zikê wan bi hêvîyên sibê ve têr bikin.
Niha jî dixwazim behsa mijara herî hezkirî ya wê civakê bikim, ku xwe wek sîyasî û wek kurdnas dizanin. Mijar ev e: gelo kurd hatin xapandin yan na? Gelo kî kurd xapandin — Rûsya, DYA, Esad, yan jî hemû bi hev re?
Di destpêkê de dixwazim bêjim, ku ez ne layengirê bikaranîna peyvên wek `xapandin`ê me di sîyaseta navneteweyî de. Her kes li gor derfetê xwe dijî. Lê elbet, di meşandina sîyaseta navneteweyî de pabendbûna dewletên zilhêz bi prensîbên moralî hêj nehatîye betalkirin. Berovajî, pabendbûna bi wan prensîban dikare tenê sîyaseta wan dewletan bixemlîne. Lê, divê mirov bi realîstî tev bigere û fam bike ku ne DYA û ne jî Rûsya di mercên îroyîn de xwe ji kurdan ewqas dûr naxin, bi qasî ku Erdogan dixwaze, û xwe ewqas nêzî kurdan jî nakin, bi qasê ku kurd dixwazin.
Wek li her derê, li Rûsyayê jî fam dikin ku îdeolojîya baasî êdî rabirdû ye. Fantazîyên neoosmanî yên Tirkiyeyê û kaos, ku destpêşxerên wê li pişt okyanûsê ne û bi alîkarîya sîyeseta rejîmên li herêmê rû dide, dema niha ye. Û kurd jî dahatû ne. Û tu kes jî, ji bo xatirê dahatuyê dema niha nake qurban. Em wê yekê fam dikin.
Her weha tu kes ji bo xatirê dema niha, dahatûyê jî sedî sed nexe bin metrisiyê. Em vê yekî jî baş fam dikin. Ji kesî re sirr nîne, ku bêyî hesaba berjewendîyên kurdan tu çareserîyeke aştîyane ya krîza Rojhilata Navîn ne pêkan e.
Bêyî ku peyvê bigerînim, ez dixwazim berjewendîyên kurdan pir bi misogerî destnîşan bikim. A yekê, serxwebûna Başûrê Kurdistan e. Ji bo wê yekê îradeya sîyasî û mercên pêwist hene. A din jî otonomî, an jî federasyon li dewletên hevsînor e, ku kurd lê kompakt dijîn.
Di vir de divê hemû lîderên herêmî bizanibin ku ragirtina bi milyonan kurdan bi rêbazên leşkerî ne mumkune. Ragirtina wan tenê bi naskirina maf û azadîyên sîyasî, civakî û aborî ve, û bê guman, di çarçoveya dewletekî şaristan de mumkun e. Her weha dewletên herêmî divê wê yekê jî bigrin berçava, ku eger netewekî, ku hejmara wê bi milyonan e, û îradeya xweserîyê ragihandiye, êdî pêşîlêgirtina wê ne pêkan e.
Ez nabêjim, ku divê hemû daxwaz bêyî qeyd û merc bêne bicihkirin. Ez dibêjim, divê daxwazên han bibin mijara proseya gotûbêjan, lê ne yên tevgerên serbazî. Her helwêst û senaryoyeke din a li hember vê pirsgirêkê, dê rewşeke mîna li Tirkiyeyê, anku şerê demdirêj derxîne pêşiya me, ku dawîya dawîyîn, wê bi gotûbêjan bidawî bibe. Ji ber ku ji bilî gotûbêjan, hêj kesek tu rîyeke din îcad ne kiriye. Eger bi tedbîrên serbazî çareserî pêkan baya, ew pirsgirêk wê ji zû de bihata çareserkirin û jinûve destpê nekiriba.
Lewma jî divê Beşar Esad ji şaşiyên Tirkiyeyê dersan derxîne û beşdarîya kurdan a di gotûbêjên Cenevê de qebûl bike. Bi awayeke din nabe. Ma dibe ku duymenîn mezintirîn neteweya Sûriyeyê di gotûbêjên Cenevê de nayê temsîlkirin? Ewê dê bibe wek kena li gel rondikan. Û ew ne tenê rondikên hikûmeta Sûrîyeyê ne, lê sosretiya tewaya civaka rojavayî ye, ku qaşo dixwaze şerê li Sûriyeyê bi dawî bîne. Ez meraq dikim, gelo, Beşar Esad çawa plan dike ku tenê bi piştgirîya şiîyan, ku tenê ji % 16 gelheya Sûrîyeyê pêk tên, û bêyî kurdên sunnî desthilatdarîya xwe berdewam bike? Ezê bi kêfxweşî temaşe li wê tabloya surrealîst bikim.
Niha jî em pirseke din bigrin dest, ka kurd bi statuya otonom an jî federel dê bikarin li ser piyan bisekinin, an na. Jixwe, yek ji hincetên nedana statuya sîyasî ji kurdan re, faktora aborî ye.
Şikur ji xweda re, sîstema federalîyê berî kurdan hatîye peydakirin û sepandin. Heta li Rûsyayê, ku ji ezmûnên DYA, Hindistan û Almanyayê sûd wergirtine, îro di sepandina wê sîstemê de, bi taybet jî di warê aborî de pirsgirêk hene. Bo nimûne, eger em mûçeyên mamosteyên li Moskow bi Herêma Otonom a Yamala-Nenetskî û Qereçay Çerkezê rûberî hev bikin, emê dê sazûmana federal a dewletê çêtir fam bikin.
Lê belê, kurd di vê pirsê de ne xeşîm in û li bal wan ezmûna Barzanî heye û kurd zehmetîyên federalîyê di mercên xwe de baş dizanin. Herçend, ji kurdên Sûrîyeyê cudatir, di destê Barzanî de neft heye. Wek em dizanin, li Kurdistana Sûrîyê jî neft heye, lê kêm e. Lewma jî wek dîyar e, ji bo destpêkê ewê dê aborîya xwe bi giranî li ser kiştûkal û pîşesaziya biçûk û ya navincî ava bikin.
Aşkere ye ku vê gavê kurd tenê pirsgirêkên aborî yên rojane çareser dikin û di vê hêlê de jî serkeftî ne. Erê, di destê wan de têra xwe derfet tune ne, ku projeya NEP (Projeya Lenîn a bi navê `Plana Nû ya Aborî` piştî Şoreşa Oktoberê - wergêr) amade bikin. Jixwe her kes baş dizane, ku îro ew bi çi ve mijûl in. Lê kurd jî wek lehengên efsanewî yên rûs, pêşî dê belaya li serê cîhanê tune bikin, û paşê jî hêdî hêdî aboriya xwe ava bikin. Kurd bi awayeke reel derfetên xwe yên madî dinirxînin û li gorî wê tev digerin. Madem ku îro kurd daxwaza otonomîyê, lê ne ya serxwebûnê dikin, ew tê wê wateyê ku kurd li benda alîkarîya navendî ne. Ji xwe, wek li hemû sîstemên federal xercên perwerde û tendirustîyê divê paytexta navendî hilgire ser xwe. Ji ber ku piranîya dahata Şamê wê ji herêmên kurdnîşîn ên Sûrîyeyê bê dabînkirin. Lê, ew yek nikare bibe sedem, ku di dahatûyê ji kurda re otonomî neyê dayîn.
Elbet, dema mirov behsa kurdan dike, nikare nakokiyên wan ên navxweyî jibîr bike. Xwezî we bizanibiya, ka hin eksper û sîyasetzan çend bi xinizî behsa tunebûna yekitîya neteweyî ya kurdan dikin. Ew bi kînaye dibêjin, ma hûn super leheng in, hûn dikarin hema bêje bi destê vala biçin ser DAÎŞ, lê xwe bi xwe nikarin.
Delalên min, eger îro di nav kurdan de yekitî hebaya, ewê dê ji bo tewaya herêmê biba tehdîdeke ewqas mezin, ku rastî berxwedaneke hevbeş a dewletên herêmî bihata. Lê îro hebûna PKK`ê bi awayeke ne rasterast be jî karîgerî li wê yekê dike, ku hin hêz li hember Barzanî bi nermî tev digerin. Ji ber ku ji neçarîyê `ji du belayan` a sivik tê tercîhkirin. Her weha hewlên Barzanî yên ragihandina serxwebûnê jî, pozîsyona kurdên Sûrîyeyê xurtir dike. Ji ber ku bixwazî nexwazî, ew pirs derdikeve holê: “ ma çawa dibe ku li dewletekî cîran kurd hema bêje serbixwe ne, lê desthilata Şamê qe na, otonomîyê jî nade?” Aşkereye ku ev yek dawiya dawîn dê bigihêje Tirkiye û Îranê jî. Û eger li welateke nîsbeten biçûk a mîna Sûrîye daxwaziya kurdan a otonomî, yan jî federasyonê dibin sedema ewqas dijberiyê, wê çi biqewimiya, eger ku ji nişkave hemû kurd bi hev re Kurdistaneke mezin bixwastana. Lewma jî, Xweda çi dike ji bo xêrê dike.
Niha jî çend gotin li ser helwesta dewletên mezin li hember kurdan.
Helwestên dewletan li hember kurdan ji hev cudatir in. Amerîka li herêmê pokerê dilîze, ji ber ku pereyên wê gelek in. Rûsya jî dixwaze partîyeke setrencê bilîze. Lewre, mijara kurd veberhêneneke giranbuha ye, û di vê qonaxê de nayê zanîn ka behreyê wê dê çawa be. Lewma jî di wê wateyê de kurd veberhênaneke demdirêj in. Belam li Rûsyayê hez dikin ku bi lezgînî pere bidest bixin û sedemên vê yekê jî hene. Di vê mijarê de mirov dikare helwêsta Rûsyayê fam bike, wek dibêjin, tu tişteke şexsî tune, just business (Lê, DYA dikare di heman demê de veberhênan bi çend alîyan bike). Mirov nikare sîyaseta Rûsyayê ya li hember kurdên Rojava bêyî hesaba berjewendîyên Gazpromê yên li Tirkiyeyê binirxîne. Û ne tenê Gazprom jî.
Yên mayîn, wek prensîp, êdî teferûat e. Lê, bi giştî êdî kes nikare mononeteweya herî mezin a li herêmê, anku kurdan, `bixapîne`. Dikarin kurdan bikujin, dikarin wek Vsotskîy dibêje (Vladîmîr Vsotskîy 1938-1980. Aktor, helbestvan û stranbêjê navdar ê Yekitîya Sovyetê) ` ruhê van hilkişin` lê nikarin wan `bixapînin`.
Gelek caran ji min re dibêjin ku cîhana musulman di şexsê Esad de û cîhana xiristîyan jî di şexsê Obama de îxanet li kurdan kirin. Ez jî di bersîva wan de weha dibêjim: Ez tenê musulmanekê û tenê xiristîyanekê dizanim ku îro bikaribiyana kurda `bifrotana`. Yek ji wan Muhammed Pêxember û yê din jî Îsa Mesîh e. Û ez hêvî dikim, ku (her çend gotinên min pir bi hişmet dîyar bikin jî) xûd bi îradeya wan, divê edalet ciyê xwe bigre.
Ji wan kesan re, yên ku min bi dijberîya Kurdistana Yekbûyî tawanbar dikin, dixwazim bi gotinên reformxwazê rûs ê mezin (Peter Arkadyevîç Stolîpîn, ku gotibû `Birêzan ji we re hejên mezin, ji me re jî Rûsya pêwist e - wergêr) bersîvê bidim: Ji we re hejên mezin, ji me re jî, her çawa dibe bila be, Kurdistanek pêwist e.
Ji bo damezrîna Kurdistana Mezin divê herî kêm 4 dewletên herêmê bêne perçekirin, ku ew jî bêy sêyemîn şerê cîhanê ne pêkan e. Wek di nimûneyên dawîya sedsala 20`an û destpêka sedsala 21`an de, ji dewletekê peydabûna çend dewletan pêkan e, lê perçekirina çend dewletan ve sazkirina dewletekê gelek zehmet e.
Wek Einsteîn gotîye: `Eger du riyên çareseriyê hebin, tu ya hêsan hilbijêre`. Dîsa li gor gotinên heman reformxwazê mezin, divê di serî de gel (di mijara me de dewletên herêmê) bê qanekirin û paşê dest bi reforman bê kirin.
Bila kesek tu kesî bi hizra sazkirina Kurdistana Mezin netirsîne. Kurdistan jixwe de facto heye û wê hebe jî. Lê ewê dê yan wek federasyon, yan jî wek konfederasyon bi wan dewletan re be, yên ku qet naxwazin dev ji me berdin.
Niha jî li ser mijara vegera Tirkiyeyê li meydana sîyaseta Sûrîyeyê.
Du sedemên wê vegerê hene: yek ji wan astengkirina kurdan e, ku êdî her kes pê dizane, ya din jî arezûya beşdarîkirina operasyonên rizgarkirina Reqa û Mûsilê ye, ku ji wê jî bîhna neoosmanîyê tê û li Rûsyayê jî gelek behsa vê yekê tê kirin. Nêrîna min jî di vê mijarê de wehaye: eger bi saya beşdarîya tirkan di wan operasyonan de her du bajar zûtir û serkeftîtir bêne rizgarkirin û kêmtir mirov, di serî de jî kêmtir kurd bêne kuştin, bila beşdar bibin.
Lê dîsa jî li gor nerîna min, Tirkiye nikare demeke dirêj li wan deran bimîne. Eger ewê li ser mayîna demdirêj israr bike, ewê dê ji bo Erdogan vegere li avzêmeke mezin (bê guman, eger ew bi kurda re li hev neke). Ji ber ku tu kes, ji bilî kurdan, naxwaze û nikare derfetê bide Erdogan ku bikaribe arezûyên xwe yên neoosmanî pêk bîne. Û tenê rêkeftineke gengaz a bi kurda re wê bibe pêkanîna hizra neosmaniyê, ku ev yek jî dikare hêza Tirkiyeyê li herêmê zêdetir bike.
Gotinên `bikaranîna kurdan` qet aramiyê nadine min… Di vir de ez dixwazim faktorekî beriya bi tenê 10-15 salan bînim bîra we. Heman Enqere dema ku navê Barzanî bi lêv dikir, gotinên kirêt bikar dianîn, ku îro heman gotinan li hember lîderê Partîya Yekitîya Demokratîk Salih Muslim dibêje. Lê, îro heman Enqere hema bêje Serxwebûna Kurdistana Iraqê qebûl dike. Heta 2-3 sal beriya niha haya kesekî ji kurdên Sûrîyeyê tunebû. Heta piranîya wan bê nasname bûn. Lê, îro êdî behsa wê yekê tê kirin, ka kurdên Rojava wê tewaya sînorên Tirkiye-Sûrîyeyê kontrol bikin, an tenê 80% sînoran. Di wan mercan de ez niha dixwazim bipirsim: Gelo kî kê bikar tîne? Her kes kurdan bikar tîne, yan kurd her kesî? Dîsa jî tu tiştekî şexsî tune, just business.
Îqbal Durre – sîyasetzan û pisporê peywendiyên navneteweyî
(Ev gotar 22.09 2016 di portala pravda.ru de bi zimanê rûsî hatiye weşandin)
Wergêr – Bayram Şeker
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse