Plan bû yan veger

24-09-2018
Ako Mihemed
Nîşan Berhem Salih YNK PDK
A+ A-

Dr. Berhem Salih pêbaweriyek şkand, ku divêya bi ti nirx û şêweyekî wî pêbaweriya xwe li cem alîgirên xwe yên nav YNKê, xelkê Kurdistanê û serkirdetiya PDKê neşkandiba. Ji ber ku ew ji bo mezinbûna wî ya siyasî ya paşerojê sermayeyeke pir mezin bû. Lê şêweyê diyarkirina wî wek berbijêrê serokomariyê ji aliyê YNKê ve, ji rêkeftinê zêdetir wek sepandin û plangerî derket.   

 

Berhem Salih kesayetek bû ku bêyî pirsa cih û berpirsiyariya wî were kirin, kesek siyasî yê Kurdistanê yê xwedî rêzdariyê bû. Ji ber wê yekê jî xelkê Kurdistanê û serkirdetiya PDKê, ku li Başûrê Kurdistanê gotina yekemîn dike, wek xwediyê du kursiyan temaşeyê kesayetiya wî nedikirin. Lê di nav YNKê de kes hebûn, ku dixwestin Berhem Salih di nav guftûgoyên nihênî, kesî û lihevkirinê de wek xwediyê du kursiyan û wek dîn û şeydayê postê serokomariyê nîşan bidin û bi vî awayî bigrin nav wê YNK ya ku di siberojeke nêzîk de ew dixwazin.

 

Bermeh Salih kurê bavek rewşenbîr û dayikek kurdperwer e. Wate perwerdeya xwe ji gîngeh û malekî wiha wergirtiye. Lewma jî zêdetir wek kesekî medenî derdikeve. Lê mixabin, bi hêsanî dikeve nav wan dafikên siyasî, ku soza tê de postê serokomariyê ye.

 

Eger guftûgo li gel Kosret Resûl ba, helwesta PDKê jî dê pir cuda ba

 

Eger Berhem Salih li cihê Kak Mesûd û serkirdetiya PDKê ba heman ew helwesta niha ya PDKê werdigirt. Berhem Salih bi eşkere ji hevnêrînên xwe re digot, wî ji ber şêweyê birêvebirina wan kesan dest ji YNKê berdaye, ku amade bûn îxaneta 16ê Cotmehê bikin. Niha jî çûye gel wan, rêkeftineke şexsî û veşartî kiriye.

 

Li cem PDKê 16ê Cotmehê ji pişt ve xencerkirina Kurdistan û PDKê bû. Rêkeftina Berhem Salih li gel wan û di çarçoveyeke nihênî û veşartî ji serkirdetiya YNKê û heta ji Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî, cihê gumaneke mezin e. Ji ber aliyê guftûgo û rêkeftinê. Eger guftûgo li gel Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl ba û ew endazyarê rêkeftinê ba, helwesta PDKê jî dê pir cuda ba. Lê rêkeftin wek lihevkirineke şexsî, bazinî ya biçûk û darayî tê dîtin, ku di paşerojê de hemû awayên planan tê de tê çaverêkirin.

 

Nexwe beriya bi temamî cihêbûna Berhem Salih, Nêçîrvan Barzanî wek Cîgirê Serokê PDKê gelek hewl da Berhem Salih ji YNKê dûr nekeve, di nav YNKê de bimîne û vegere ser karên çalak. Li gel PDKê hemû kesên nîzîkî wî yên di nav YNKê jî ku li gel wî neçûn, heman tişt dixwestin. Herweke çawa Kak Mesûd gelek caran di demên herî nazik û zehmet de hewl dida YNK bimîne.

 

Rêkeftina Berhem Salih bi vî awayî pir bi guman e

 

Berhem Salih bi xwe jî baş dizane, ku ev veger birêkeftina li gel kesê yekem ê fermî Kosret Resûl û organê yekem ê YNKê, polîtbûroyê nebûye. Berpirsê Desteya Kargêrî (ku civîn bicîh hişt) û Hêroxan (ku neçû civînê) û 16 endamên serkirdetiyê jî, ku rêkeftina nenivîsandî wek ferman danîne pêşiya wan, di civîna serkirdetiya YNKê de bi tevê hemû guvaşan deng nedan. Bi vî awayî tevahiya serkirdetiya YNKê çawa ji wê rêkeftina, ku qet li ser tiştek nehatiye gotin, piştrast dibe? Gelo ma daxuyaniya Nevenda Biryarê, ku Berhem Salih bi xwe nivîsî bû, ne li dijî wan bû ku niha bi veşartî li gel wan rêkeftinê dike? Çi hate guhertin? Gelo ma ew jî beşdarî bûyera 16ê Cotmehê bibû, ku niha bi hêsanî û bi awayeke veşartî ji Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê û serkirdetiya YNKê, bi wan re rêkeftinê dike? Ez bawer nakim destê Berhem Salih di 16ê Cotmehê de hebe lê rêkeftina bi vî awayî jî pir bi guman e.

 

Fuad Mehsûm wê demê serokê fraksiyona Hevpeymaniya Kurdistanê bû li Parlamentoya Iraqê, kesekî çalak bû û çend caran jî ji aliyê polîtbûroya PDK, YNK û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi awayeke eşkere spasiya wî hate kirin.  Lê bi razîbûna tenê beşek ji YNKiyan û bi vê awayê lawaz, ku em dibînin û bi gotegotên ku dibêjin bi hinek rêkeftinên şexsî bûye serokomar, li Kurdistan û Iraqê jî zemîna serokomariya bihêz hate têkbirin. Ma gelo niha guncayî ye Berhem Salih bi awayeke pir xiraptir û bi rêkeftineke biguman bibe serokomar?

 

Berhem Salih hertim li ser başkirina siyaset û desthiladariya Kurdistanê diaxivî. Ji ber ku piştî 16ê Cotmehê daxwaza hilweşandina hikûmetê û avakirina hikûmeta rizgariya nîştîmanî dikir, min bi guman temaşeyê vê daxwazê nedikir. Lê wisa diyare zanyarî û nêrîneke din ê Amerîkayê hebû, ku bi daxuyaniyekê dawî li vê arasteyê anî. Herwek çawa piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên Gulana îsal, 10 hezar pêşmergeyan li zona kesk bi rênimayên şîrîkên wî yên eşkere yên niha, wêneyên Berhem Salih bi navnîşana “xayîn” bilind dikirin, ji ber ku li dijî encamdana hilbijartinên Kerkûkê bûye, wêne ji bo xelkê bi şêweyeke din didan nasîn.

 

Serkirdetiya PDKê roleke giring lîst ji bo Berhem Salih were naskirin

 

Berhem Salih li cem Kurdan wek kesekî bi şiyan hate naskirin. Di nav YNK û partiyên din de kesên xwedî şiyan ên wek Berhem Salih hebûn lê Mam Celal ew li derveyî Kurdistanê mezin kir û paşî bi tevê ku ne pêşmergeyê çiya jî bû û gelek kesan xwe ji wî hêjatir jî didît, kire serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê îdareya Silêmaniyê û endamê Polîtbûroya YNKê. Heta vê derê di mezinkirina wî de Mam Celal bi tenê bû lê paşî serkirdetiya PDKê roleke giring lîst ji bo Berhem Salih li Kurdistanê wek rêvebirekî şernexwaz û aştîxwaz were naskirin û li Bexdayê jî piştgirî dayê.  

 

Ji ber vê yekê jî ew bi xwe jî çendîn caran dema li gel berpirsên PDKê rûniştiye behsa piştgiriya siyasî ya mezin a Kak Mesûd Barzanî kiriye. Herwiha ew bi xwe jî dizane dema karê kabîneya şeşemîn xilas bû, Kak Mesûd ne li dijî wê yekê bû, ku bi tevê rêkeftina PDK û YNKê ya li ser wergirtina bi dorê ya serokatiya hikûmetê, ji ber xatirê Berhem Salih du sal din jî wek serokwezîr bimîne. Lê Mam Celal bi eşkere ji Kak Mesûd re got ku bi ti awayî ew naxwaze du salên din jî serokwezîrtî li cem wan bimîne. Talebanî ev yek di civîna  polîtbûroya YNKê de yekalî kir. Ji bilî vê yekê Bermeh Salih û Nêçîrvan Barzanî hertim wek palpiştên hev dihatin naskirin, ku peywendiyeke bihêz ew dianîne cem hev.

 

Ev rastî tev de yên çend salan in ku ne pir dûr in û ev tişt baş tên bîra xelkê. Lê Berhem Salih bi wê rêkeftina biguman hemû îtîbara xwe ya siyasî li pêş çavê xelkê xist û bêyî ku pêwîst be vê yekê bike. Ji ber ku şêweyê veger û berbijêrkirina wî zêdetir dişibe planeke siyasî ji bo rewşa Kurdistanê û rewşa nav YNKê jî. Ji lewra xelkê Kurdistanê û gelek kesên nêzîkî wî yên nav YNKê jî çaverê nedikirin Berhem Salih wiha bike. Eger mebest şkandin û lawazkirina Berhem Salih neba, divê veger û berbijêrkirina wî jî wiha neba.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst