Ev demek e, di çapemeniya civakî/înternetê de mijareke balkêş heye: "Têkiliya PDK-Bakur û konsûlê Tirkiyê yê Hewlêrê".
Xwediyê sûcdariyê endamên rêvebir ên partiya navborî ne: "Nûnerê partiyê, bi konsûlê tirk re hevdîtin pêk anîye, li himberî PKKê alîkarî xwestiye û civînan li Enqerê dom kirine..."
Kesê navê wî dibore, li Başûr weke xebatkarekî desthilat/PDKê tevdigere. Ango divê li ser bûyerê gotina PDKê hebe.
PDK li Başûr desthilat e. Têkiliya Başûr bi Tirkiyê an dewleteke din re, ne mijarên nivîsa min e. Lê heke "siyasetmedarekî(?)" Bakur, li dijî partiyeke kurd bi endamên dewleta tirk re rûne û rabe, ew mijara şermezarkirinê ye.
Em zanin ku ew konsolosxane hêlîna sîxuriyê ne û di kuştinxwaziyên kurdan de cih digrin. Kurdê xwedî rûmeta netewî, ji wan ciyan dûr dimîne.
Li Başûr gellek siyasetmedar û rewşenbîrên bakurî hene. Li kîjan beşê be, xizmet serfirazî ye. Doza Kurdistanê yek e. Lê heke tevlî rûreşiyên jorê bibin? Mirov bikole, xwedê zane ka wê çi qirêjî derkevin rû!
Potansiyela rewşenbîrên kurd, hêzeke mezin e. Li ser Başûr rexneyên wan hene. Lê kêmasiyan dadiqurçînin, ji ber ku dilê wan ji bo serketina Başûr tavêje. Divê Başûr, bi taybetî jî PDK, wê hêzê biçûk nebîne.
Hetîketî û xeternakên weke mînaka jorê, mijara hêrseke mezin in. Divê PDK bi awarteyî here ser. Ew şermî û rûreşî, zirar dide doza Bakur û hestên piştgiriyê, ku ew hest gellek zîz in.
Peşk li yên din jî nakeve?
Li Bakur bi navê PDKê çendek partî hene. Têkiliya jorê rast derkeve, ji tohmetê xwe-vedizîn zehmet e. Şermezarkirina wan têkiliyan, ma ne pêwîst e? Mijar bivênevê berê mirov dide xebata partiya hevgirtî.
Bi destûra dewletê, partiya kurd çênabe
Heke çêbe, ew êdî partiya dewletê ye. Serpêhatiya Partiya Komunîst a Tirkiyê heye (serê 1920an). Ew nêzî Moskovayê bû. Mustafa Kemal ji hevalên xwe "Partiya Komunîst (a Kemalîst) ava dikir. Li Tirkiyê ew girêdanî û nokerî bûye çanda siyasî.
Çima ne partiya kurd a dewletê? Ne henek e. Gava Ocalan diket destê dewletê, xwestibûn bi efserên artêşê, PKK bixin bin kontrola xwe. Hûnê bêjin, vêga Hudapar heye. Lê ew li derveyî neteweparêziya kurd e. Xefik diyar e. Partiya kurd, divê li ser dijîtiya dewletê ava bibe.
Partiya kurd xwe dûçarê zagonên dewletê nake
Ma li Tirkiyê zagon hene? Bûyerên îro dibêjin "na". Em planê desthilatê baş zanin. Her tişta kurdîtiyê bibîrtîne, ji qurm ve diqetîne.
Gotinên "xebata siyasî ya legal", ji devê me nakevin. Lê ka bingeh? Çima em wiha nabêjin: "Daxwaza me, xebata demokratîk û legal e. Lê ku zagon wê derfetê nedin me, emê wê astengiyê qet nas nekin". Ka ne ew mêrxas?
Dijîtiya partiyeke kurd, nabe sedemê hebûnê
Qesta min PKK ye. Xeletî û sûcên wê? Heya bêjî hene. Rê nade partiyeke din. Serî li her xirabiyê dide. Pêşbirkiya tekoşîna neteweyî erê, ku ew dereng jî maye. Lê heke ew rikberî bibe mebesta sereke ya hebûnê? Hingê dewlet ji hembêzkirinê re amade ye.
Kêmasî, xeletî û sûc hemû li aliyekî, PKKê rastiyeke Kurdistanê ye. Destkeftiyên wê, destkeftiyên gelê kurd in. Şehîdên wê (û welatparêzên ji aliyê PKKê ve hatine kuştin), şehîdên Kurdistanê ne. Partiya xwedî li wan destkeftî û hêjahiyan dernekeve, pêşeroja wê tineye.
Rola Başûr
Di tevahiya Kurdistanê de giraniya Başûr zêde dibe. Ji ber ku ew rola xwe têr naleyze û têr tevkarî nake, em dikarin wê rexne jî bikin. Lê ev mijara nivîseke din e.
Hedefê dewletbûnê, sedemê kelecana neteweyî ye. Dijwarî û pêdiviyên Başûr jî, diyar in. Divê em li pişt Başûr bin, divê em wê biparêzin. Lê divê em ji bîr nekin, her beş xwedî bernameyê xwe ye. Tevkarî, li her beşê bi geşkirina tekoşînê dibe.
Pirs têkiliya Bakur û Başûr be, li Bakur li-mala-xwe-rûniştin ti tevkarî li doza Başûr nake. Îdîaya parastina Başûr jî, nabe mehneya tiştek-nekirinê.
Serpêhatiyên biêş ên berê hene. Divê ew xwe dubare nekin. Divê em barê giran nedin li ser milên teng. Gelhe û rûerdê Bakur, çar-pênc carê Başûr in. Bakur çavkaniya çand, kurdperwerî û nûjeniyê ye. Bêyî Bakur, mayîndetiya destkeftiyên beşên din zehmet e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse