DAIŞ di van hefteyên dawî de, xasma di hefteya borî de, navçeyên cihê nakokiyê kirin armanca êrişên xwe, her şev êrişî çeperên pêşmergeyan kir û agir berda mal û milkên gundnişînên ku li wê deverê dijîn. Her wisa DAIŞê kesên bêtawan û sivîl wek armanc girtin û destên xwe bi xwîna xelkê sor kir bêyî raçavkirina ti prensîbeke mirovatiyê.
Yek ji dîmenên pir biêş ku medyayan weşandin, neçarbûna şêniyên gundê Lihêbanê ya valahiştina gundê xwe bû, seba parastina ser û malên xwe. Ji bilî dîmenên din ên kezebsoj wek şehîdkirina Pêşmerge, zarok û agirtêberdana gund û…hwd, ku divê meriv li ber wan bisekine. Li ser piraniya wan jî hatiye sekinîn, ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Hikûmeta Iraqa Federal ku cihê destxweşiyê ye. Lê tişta ku cihê giringiyê ye û kêmtir li ber hatiye sekinandin mijara armancgirtina hûr a wan navçeyan e ku dikevin sînorê Madeya 140ê ya destûra herdemî ya Iraqê û wek navçeyên cihê nakokiyê tên naskirin. Li cihê xwe ye em pirseke girîng ji xwe bikin: Çima DAIŞ ew navçe armanc girtiye?
Bê guman, şirovekarên warê leşkerî xwedî nêrînên tekûztir in û ez qala vî alî nakim û ne pisporiya min e. Lê ez tînim bîra wan û bîra xwe jî ku nêrîn û raveya wan yan a aborînasan ne temamiya çîrokê ye, lê dibe ku aliyê wê yê herî girîng veşartî be, ku ew jî mijara Erebkirina navçeyê ye.
DAIŞ rêxistineke tundrew û radîkal e ku karên xwe bi navê Îslamê dike û hewl dide rewatiyê bide karên xwe yên kirêt. Lê hinek kar jî kirine bêyî ku armanca xwe ya sereke aşkere bike û di kirasên din de firotine xelkê, ew jî armancgirtina Kurdistanê bi giştî û navçeyên cihê nakokiyê bi taybetî ye.
Heke em awirekê li karên DAIŞê bidin, di van dawiyan de, navçeyên cihê nakokiyê armanc girtiye ji bo ku tirs û dilfikariyê bixe nav rûniştvanên navçeyê û wiha li wan bike deverên xwe vala bihêlin. Li beramber vê jî, piştî wê hemî doza serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê û şêniyên navçeyê ji bo li hawarçûnê, karê hevbeş ê eskerî, parastina navçeyê ji metirsiyên teror û DAIŞê û cîbicîkirina peymanên berê mixabin diyar e peyam negihiştine guhên hukmdarên Bexdayê û di encamê de bûn nêçîreke hêsan DAIŞê re.
Pirsa sereke ev e: Çima herdem dilberên hukmdar ên Bexdayê bi giştî wek temaşevan dimînin û heke karekî jî bikin di baştirîn şêwe de demkî ye û bertek e û ji ximava li ser kaxezê û şowa pêşber medyayan derbas nabe?!
Bi baweriya min, sedem zelal e û karên DAIŞê jî ji hêla wan ve tam ev gotina Kurdî li ser cîbicî dibe “ne bi destê min e, lê bi dilê min e!”
Axir DAIŞ xizmeteke mezin li berjewendiya wan dike, wiha li şêniyên navçeyê dike ku piraniya wan Kurd in cihên xwe vala bihêlin û bi vê yekê jî proseya Erebkirinê berdewam dibe. Ev jî di van xalên li jêr de bi zelalî diyar e:
Yekem: Pêkhateya DAIŞê: Di esas de serkirdên Beisî yên hevawayê (Hecî Bekir) roleke wan a berçav di avakirina vê rêxistinê û dariştina bingehên wê yên fikirî de hebû. Proseya Erebkirinê jî ger berê jî hebûbe, lê Beisê ew zindî kir û qonaxbendî jê re kir û çend qonax jî jê cîbicî kir, lê şikir ji Xwedê re nekarî hemûyan temam bike, lê ev hizir her di aqilê serkirdên wê de maye û hergav li derfetekê digerin ji bo ku temam bikin.
Duyem: Çeka olê: Herdem ol hêsantirîn çek e ji bo dana rewatiyê bi xwestekên takekesî, neteweyî û nijadî yên berteng. Serkirdên Beisê Kurdistan xopan dikirin û hewla qirkirina nijadî û nehiştina nasname û guhertina demografî didan seba Erebçîtiyê, lê kirasê Îslamê lê dikirin û navê wê dikirin Enfal. Niha jî DAIŞ eynî karî dike, carekê bi navê vegera ji olê hewla qirkirina Kurdên Êzdî dide û careke din bi navê xizmetkariya ziyonîzm û xaçperestan pêşmergeyan serjê dike. Vê carê jî tê wek temamkirina senaryoyê êrişî kesên sivîl dike û tirs û dilfikariyê li bal şêniyên navçeyê çêdike ji bo ku wan ji navçeyên wan dûr bixe. Ev jî dibe sedema berdewamkirina wê siyaseta Erebkirinê ku çendik û çend sal in kom, partî û komelên cuda pêrew dikin, lê her yek û di bin perdeyekê de.
Sêyem: Erebkirin di hizirê DAIŞê de: Di kokê de Erebkirin bi mezinahî di edebiyata DAIŞê de heye. Yekem ragihandina fermî ya xîlafeta wê bi zimanê Erebî bû. Yekem xelîfeyê wê jî ne tenê kesekî Ereb, lê belê bi eslê xwe Qureyşî bû jî. Yekem gotara înê ya cenabê xelîfe jî dîsa bi Erebî bû. Piraniya belavokên wê bi zimanê Erebî bûn. Programa ku danî ji bo xwendinê li dibistanên jêr desthilata fermandariya wê dîsa bi Erebî bû. Perwerdekirina wê ya zarokan jî bi Erebî bû û herdem jî ew fêrî Erebiya standard – fesîh- dikirin. Ev hemî û bêhtir jî wê rastiyê teqez dikin ku DAIŞ hewldaneke din a Erebkirina gelan bû, lê bi navê Îslamê.
Ew jî ku cihê hesretê ye ji bo min ew e tevî ku Erebkirinê gelek ji neyarên Kurdan kom kirine bi reng û dengên cuda, lê belê nekariye Kurdan bike yek û bi yek bernameya tekûz rûbirûyî wê raweste. Hevdem heya niha jî beşek ji wê kelepûra îslamî ya ku berdewamiya Erebkirinê ye li bal me pîroz e. Ereban wek netewe û Erebî jî wek ziman pîroz dibîne. Ev kelepûr hêj bi wane li dibistan û hucrikên me tê xwendin û bi ser de tê cîbicîkirin jî.
Niha jî hin mamostayên me yên ola îslamê hene ku heke naveroka gotara yekem a înê di gotara duyem de bi zimanê Erebî dubare nekin wiha bawer dikin rîtûela wan a olî li bal perwerdekar nahatiye wergirtin, heke bi zimanê Erebî jî telqîna miriyan nekin hingê koça wan dibe kambaxî û di bersiva pirsên Nekîr û Munkir de têk diçin û axireta wan bertelef dibe!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse