Penaberî û Demokrasiya Ewropayê

16-10-2013
AHMED DERE
A+ A-

Dema ku behsa “demokrasiyê” tê kirin, Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe dide pêş. Lê belê di rastiyê de ne wisa ye, Ewropa di warê demokrasiyê de hêj xwedî pirr kêmasiyan e. Bi taybetî siyaseta YEyê ya  derbarê penaberiyê de ne li gorî krîterên demokratîk e. Di heman siyasetê de rengê mafê mirovan tine.

 

Roja 3yê Cotmehê li grava Lampedusa (Îtalya) keştiyeke penaberên Afrîqî binav bû û bû sedema mirina bi sedan kesan. Ev ne cara yekem e ku di nav sînorên Ewropayê de penaber jiyana xwe ji dest didin, her salê bi sedan kes di nav sînorên Ewropayê de rastî mirinê tên. Lê belê bûyera Lampedusa bû sedema ku siyaseta YEyê ya derbarê penaberiyê de bê  nîqaşkirin. Bi taybetî çapemeniya ewropî li ser heman mijarê sekinî û disekine. Wisa dixûyê ku di hefteya pêş de wê Parlemena Ewropayê jî heman mijarê bigire rojeva xwe.

 

Rojekê piştî bûyera Lampedusa, Pap François jî heman mijar girt rojeva xwe û li pêşberî bi sedan hezaran kesan wî heman bûyer weke “şerma herî mezin” bi nav kir û bi awayekî vekirî siyaseta penaberiyê rexne kir. Nêzîkatiya Pap François bû sedema ku pirraniya hêzên Xiristiyan-Demokrat ji nêz ve heman mijarê bişopînin û li ser bisekinin. Ev dikare bibe sedema hin “pêşketinan”.

 

Weke tê zanîn li Ewropayê bi sed hezaran penaber dijîn. Di roja îroyîn de bi sed hezaran penaberên kevin bûne hemwelatiyên ewropî, zarokên wan li vê parzemînê hatine dinyayê, bûne xwedî hal û mal. Di cûrbicûr qadên siyaseta welatên ewropî de jî hin penaber, an jî zarokên wan, bûne xwedî miqaman. Lê belê ev nayê wateya ku siyaseta YEyê ya derbarê penaberiyê de li gorî krîterên mafên mirovan e.

 

Mekanîzma YEyê li ser esasê berjewendiyên aborî dimeşe. YEyê her salê pêwîstî bi sed hezaran karker heye. Her ku diçe nifûsa hin welatên ewropî kal û pîr dibe. Divê cihê karkerên teqawit dibin bê tijekirin. Li vê derê penaber roleke sereke dileyzin. Hin welat li gorî pêdiviyên xwe serîlêdanên penaberan qebûl dikin û mafê xebatê didin wan. Lewre di siyaseta penaberiyê ya YEyê de krîterên aborî dikevin pêş yên demokratîk û mafên mirovan.

 

Beriya buyera Lampedusa, mixabin siyaseta ewropî ya derbarê penaberan de nedihat nîqaşkirin. Digel cûrbicûr çalakiyên girseya penaberan, dîsa jî heman mijar nediket rojeva fermî ya Yekîtiyê û ya welatan. Çendî van rojan çapemeniya ewropî li ser heman mijarê disekine û wisa diyar e ku wê bikeve nava xalên rojeva hin saziyên ewropî jî, dîsa jî ez zêde xweşbîn nîn im ku heman siyaset bê guhertin. Ji ber ku di bingeha hebûna girseyên ku dixwazin werin Ewropayê û li vê derê bibin penaber de sedemên siyasî yên ewropî hene.

 

Eger Ewropa nexwaze ewqas penaber bên van welatan, ew dikarê bi hêsanî li ser çareseriya pirsgirêkên bingehîn bisekine. Ango divê Ewropa dest ji dagirkeriya modern berde.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst