Di dema şer û cengê de pêwîstiya dibistanan

16-03-2015
Prof. Dr. Îlhan Kizilhan
A+ A-

Îlhan Kizilhan

Beriya çend rojan komek mamosta li Almanyayê li min geriyan û alîkarî ji bo avakirina dibistanên Kobanî xwestin. Ev dixwazin dibistaneke li Kobaniya ku kevir li ser kevir nemaye, dîsa ava bikin, da ku zêdeyî 200 zarok bikarbin dîsa bixwînin.


Bêguman,  niha bibêjim min lezgîn soz da ku alîkarî bikim. Ji xwe wek yekî kurd ji min re şerm dibû ku xwesteka wan qebûl nekim û herwiha divê ez spasiya wan bikim ku dixwazin tiştekî wiha ji bo zarokên kurdan bikin.  

Ji ber vê bûyerê him zarokatiya min li gundekî hejar, bê rê ûelektrîk, înkarkirina me kurdan û herwiha zarokên ku îro li Kobanî û gundên Kerkukê hatin bîra min. Ji aliyê din ve ez niha her mehê carekê diçim Kurdistan û rewşa wan zarokan li kampan dibînin. Ev bûyer hemû  min kir nav serborî, xemgînî û fikran.

Li aliyê din, lêkolineke ku beriya çend rojan hatiye weşandin, li ser maseya min bû. Min dîsa ev lêkolîn xwend ku wiha dibêje: Zarokên malbatên hejar ên  ku zêde nikarin xwarin û vexwarina baş bistînin di dibistanê de kêm bi ser dikevin.


Xwarina baş, tesîrekî baş li ser beden û bi taybetî li ser mejû dike û dibe sedem ku zarok zûtir fêrî tiştan bibin. Zarokên hejar li gorî zarokên ne-hejar di dibistanê, pîşe û jiyanê de zêde bi ser nakevin. Herwiha tundî, pêwendiya malbatê û aramiya welat ji fêrbûna zarokan re pêwîst e. 

Ma gelo rewşa zarokên kurdan li Kurdistanê û bi taybetî li Kobanî, Şengalê û li kampan di bin bandora koçberiya kotek de çawa ye? Ne hewce ye were gotin, lê dîsa ez bêjim, qet ne baş e. Jiyana wan zarokan û paşeroja wan wê çawa be?.

Lê xwezayî bi zarokan re ye û zû bi zû destûr nade ku zarok jibilî her tiştî hêviyên xwe qut bikin.  

Min ev yek li Kurdistan û li gellek welatên cuda yên cîhanê bi xwe jî dîtiye. Zarokên Afrîkayê yên ku di şer de mil an lingekî xwe winda kiribûn, dîsan jî bi hêvî û evîn. Keçeke 9 salî ya êzîdî ku ketibû destê DAIŞê piştî xemgîniya min dît, destê min girt, bi ber dilê min anî û got: “Ez baş im!”.

Ev zarok ligel serboriyên xwe yên gellek xirab jî, meraqdar û amade ne ku pirsgirêkên li pêşiya xwe çareser bikin.  Xwezayê ew zarok gellek bi hêz û enerjî anîne dinyayê. Dîsan jî, divê ew fêr bibin vê hêza xwe bikar bînin. Ji bo vê yekê pêwîstiya wan bi alîkariya mezinan heye ku ew bixwe jî di dema xwe de zarok bûne û alîkarî ji dê û bavê xwe û kesên din ên gihîştî wergirtine.

Sirûştiya bûneweriyê ye ku pêwîstiya zarokên merivan, bi taybetî jî di salên ewil de, bi gellek alîkarî û piştgiriyê heye. Gava ew di dozîn û lêgerîna cîhana xwe de serkeftî bin û bi tena sêrê xwe li ser piyên xwe bisekinin, dikarin wekî karker, cotkar, endazyar, doktor, pîlot û siyasetmedar dibe ku wekî dê yan bav, wekî meriv berpirsîyarî werbigirin û piştgiriya zarokên nûbûyî bikin.

Bi hezaran sal e ku em wisa dikin, carna baş, carna xirab, lêbelê hêviya me heye ku wê rojekê rewşa zarokên me ji ya me çêtir be. 

Lê zarok ne nebat in ku hema meriv av didê û ew mezin dibin. Divê bi destê zarokan bê girtin û evîn û fedakarî bê şanîdan da ku ew bikarin ji rêyên rast û rêyên asteng derbas bibin. 

Dibistan ji bo zarokên kurdan wek xwarin û vexwarin pêwîst e. Lêkolînên gellek eşkere diyar dikin, ku zarokên li welatekî şer hebe jî, ku diçin dibistanê ji aliyê derûnî û fizîkî ji zarokên ku di nav şer de ne lê naçin dibistanê, baştir in.

Dibistan ji bo zarokan ji xeyna fêrbûnê cih û warekî, orientasyonê dide wan. Di dibistanê de ew dikarin ji bo demekî kin be jî,  zarok bin, bi şagirtên din re bileyîzin û kul û derdên mezinan bidin aliyekî. Wiha dibistan ji bo tenduristiya zarokan baş û gellek giring e. Hebûna dibistanan hêviya paşroja gelê kurd mezintir dike.

De haydê em li Kobanî, Şengalê, li hemû perçên Kurdistanê dibistanan ava bikin, da ku nifşeke zana, tendurist û bi hêvî civaka kurdan ya pirr-rengîn dorperçe bike! Dibistan ne piştî şer û cengê hewce ne, na, dibistan divê herdem hebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst