Meha pêşiya me li Azerbaycanê hilbijartina Serokomariyê heye. Jixwe yek ji sedema nivîsandina vê gotarê ew e ku kurdek di vê hilbijartinê de dibe berendam û ew jî Tahir Silêman e.
Tahir Silêman yek ji kurdên me yên Azerbaycanê ye ku bi rojnamegerî û welatperweriya kurdî tê naskirin. Ew sala 1954-ê li gundeki bi navê Xalîsê ya nehîya Vediya Ermenistanê hatiye dinyayê. Xwendina seretayî û navîn li heman gundî, xwendina bilind jî li Bakûya Azerbaycanê kiriye. Sala 1980-yî, li Develiya Vediya Ermenistanê dest bi mamostetiya Kurdî û Azerkî dike.
Di destpêka sohbeta me de dixwazim ew behsa serpêhatiya bav û bapîrên xwe bike. Dibinim ku êl û eşîra wî xwedî serpêhatiyeke dûvedirêj û balkêş e:
“Bav û kalen me di serdema Peymana ‘Qesrî Şîrînê’, piştî Şerê Sunne û Şîeyan de ji devera Barzana Dihokê hatine Diyarbekirê, ji wir derbasî Wanê bûne û piştî şerê Ermeniyan û Tirkan derbasî Ermenistanê bûne.”
Helbet serpêhatiya vê malbatê, dûvedirêjtir û xembartir e. Her wekî tê zanîn, kurdên Kafkasyayê, di serdema Josef Stalin de pêrgî kareseteke mezin tên. Sala 1937-ê ji Ermenistanê; sala 1944-ê ji Gurcistanê ber bi çolistanên Asya Navîn ve tene sirgunkirin. Di vê sirguna du mehî ya serma û seqema payîz û zivistanê de, bi hezaran kurd di rêwîtiya trênên barhilgir û kamyonên heywanan de nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest dimirin. Jin, zarok û pîr û kalen ku di van trênan de dimirin, ji hela ‘Leşkerên Sor’ ên Sovyetistanê ve, ji kûlek û pencereyên trênê re tene avêtin. Lewma jî kurdên di wan trênan de fêrî tiştekî bibûn; dema kesek ji wan dimiriya, ji bo leşker ew navêjin, di nava lihêf, dewşek û potan de vedişartin. An dema trên li deverekê radiwestiya bi awayeke dizî, an jî dema gihîştibûn ser xakên Asya Navîn miriyên xwe binax û çal kiribûn…
Di wan serdeman de, malbata Tahir Silêman jî rastî vê karesatê hatiye. Sala 1937-ê, bi fermana Serokdewletê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalist û Sekreterê Giştî Yê Partiya Komûnîst Josef Stalin kurd ji Ermenistanê, bi taybetî jî kurdên li ser sînorê Tirkiyê û Çemê Arasê ber bi Kazakistan, Kirgizîstan û Ozbekistanê ve tene sirgunkirin. Malbata wî jî di vê karesatê de sirgunê Ozbekistanê dikin. Kalikê wî sala 1940-î careke din vedigere Ermenistanê. Piştî mirina Stalin û sirguna 17-18 salan, vê carê êl û eşîra wan vedigere Ermenistanê. Tahir Silêman li wir ji dayîk dibe.
Heta niha jî du gorên kal-bavên me, li deverekê tunene!..”
Sala 1988-ê sirgun û penaberî dîsa dibe para malbata wî. Şerê Qerebaxê di navbera Ermeniyan û Azeriyan de destpê dike. Ji her du neteweyan gelek kes di şer de tene kuştin. Ermeniyên Azerbaycanê direvin Ermenistanê; Azeriyên Ermenistanê direvin Azerbaycanê. Kurdên misilman ên li Ermenistanê jî direvin Kazakistan, Kirgizîstan, Ozbekistanê cem ber û pismamên xwe yên ku sala 1937-ê sirgun bibûn. Beşek ji wan terkeserê Rûsya û Ewropay3e bûn. Beşek ji wan jî xwe li sînorên Azeriyan dixin. Tahir Silêman û malbata xwe jî di heman salê de tevî bi hezaran malbatên Kurd ên li Ermenistanê bere xwe didin Azerbaycanê û vê gavê jî jiyana xwe li wir berdewam dikin. Ew niha li Bakûya paytext dijî. Ji ber vê hindê di sohbeta me de wiha dibêje: “Birê Salih tiştê hatiye sere kurdên me yên Kafkasyayê, Xwedê neyine sere gurê çol û çiyan! Heta niha jî du gorên kal-bavên me, li deverekê tunene!..”
Xwedî û Sernûserê Rojnameya ‘Dîplomata Kurd’
Tahir Silêman piştî ku tê Bakûyê, di rojnameya ‘Respûblîkayê’ de kar dike ku rojnameya Serokatiya Azerbaycanê ye. Piştre hewcedarî dibine ku rojnameyeke taybet ji bo Kurdan amade bike. Çend sal paşê ango sala 2003-yê rojnameya bi navê ‘Dîplomata Kurd’ derdixe û ev rojname bêhtirî 10 sal in ku bi çar zimanan; Kurdî, Azerî, Rûsî û Tirkî hewla rojnamegeriyê dide û dixwaze bibe xemkêşeke Kurdan. Rojnameya Dîplomata Kurd bi periyodên heftane derdikeve, 16 rûpel e û heta niha 230 hejmarên wê derketine.
Em careke din vegerin ser berendametiyaTahir Silêman bo Serokomariya Azerbaycanê. Ew ji xwe û berendametiya postê Serokomariyê piştrast û qayîl e: “Civaka kurdên Azerbaycanê min baş nas dikin. Lewre jî ji bo Serokomariya Azerbaycanê, piştevaniya namzetiya min kirin. Armanca me ew e ku neteweyên din jî bizanibin neteweya kurd li Azerbaycanê neteweyeke girîng e.”
Ji bo hilbijartina Serokomariyê heta niha 21 berendam namzetiya xwe eşkere kirine. Reng e ku di nav wan namzetan de Kurd hebin, lê ji bilî Tahir Silêman kesek tuneye ku bi kurdîtiya xwe beşdarî li hilbijartinan dike. Di tarîxa Azerbaycanê de cara yekem Hesen Aliyevê birayê Haydar Aliyev –Avakar û Serokdewletê Azerbaycana piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê- sala 1947-ê wekî kurdek dibe namzetê zanyariyê/ilme û xwe wekî “İlimdarê Yekem ê Kurd” dide nasandin.
Li gorî Tahir Silêman çi ji dewletê, çi jî ji gele Azerî kesê hay ji namzetiya wî heye kêfxweş e. Pirsa min a bi renge; “Tu jî dizanî ku endametiya te sembolîk e û tu nayî hilbijartin. Gelo te çima xwe kir berendam, sebebên te çi ne?” wiha dibersivîne: “Sedema sereke ew e ku ez moralê bidime civaka Kurdên Azerbaycanê û kurdên dinyayê. Sedema duyem ew e ku tirs û xofên ji Sovyeta Berê mayî ji holê rakim. Sedema sêyem jî ew e ku ez bingeheke baş ji bo hilbijartina parlamentoyê deynim.”
Daxwaza Tahir Silêman ji Hikûmeta Kurdistana Federe ew e ku pêwendiya xwe ligel Hikûmeta Azerbaycanê deyne û bi wan bide selmandin ku ew piştevanê Kurdên Azerbaycanê ne. Li gorî wî, dema Hikûmeta Kurdistanê vê yeke bike, ewê denge Kurdên Azerbaycanê ne tenê di nav Azeriyan de, her wiha ewê Kurd li seranserê dinyayê bene naskirin.
Wekî gotina dawî dixwazim Tahir Silêman li ser hejmara Kurdên Azerbaycanê û Kurdbûna malbata Serokomarê niha Îlham Aliyev û bavê wî Haydar Aliyev -Serokomarê Berê- çend agahiyan bide. Di bersiva wî de em pêrgî agahiyên balkêş tên:
“Li gorî lêkolîna min, bi awayeke ne-fermî li Azerbaycanê bêhtirî 2.500.000 kurd hene. Lê piraniya wan asîmîle bûne. Dane û belgeyên resmî dibêjin ku hejmara kurdan 13 hezar e. Rast e, Haydar Aliyev Kurd e. Ew Kurdê Diyarbekirê ye. 150-200 sal beriya niha li ser mêrkûştinê ji Diyarbekirê hatine Azerbaycanê.”
* Di hejmara 215-ê ya Rojnameya Rûdawê Çapa Ewropayê de hatiye weşandin ku li Kolna Almanyayê, bi periyoda heftane tê weşandin.(S.K)
Nêçîrvan Barzanî û Tahir Silêman
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse