Zimanê kurdî dêrîn, resen û şêrîn e. Tevî hemû astengî û dijwariyên li ber zimanê kurdî, lê ew ji nav neçû û heta niha wek zimanekî zindî ma. Zimanê kurdî bûye mijara gelek nivîsar û helbestên helbestvanên Rojavayê Kurdistanê ku di berhemên xwe de behsa bedewî û bilindiya vî zimanî kirine.
Zimanê kurdî zimanê ax û şêniyên Kurdistanê ye. Zimanê çem, deşt, çiya û kaniyên welatê Kurdan e. Zimanê Feqiyê Teyran, Nalî, Cizîrî û Xanî ye. Ew ne tenê alava gihandinê ye, lê ew alava eşqa Mem û Zîn û pira nav dilber û dildaran e jî.
Helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî di pêşgotina berhemên xwe yên giştî de behsa sedemên hilbijartina zimanê kurdî wek zimanê nivîsandinê dike û dibêje: “Min hewl da ku di helbesta xwe de rehên êşê biteqînim, min ji xwe re got, de bila ev ziman zimanê dayika min be, dayika ku serê xwe danî ser destê min ê rastê û xatir ji ronahiyê xwest. De bila di her helbestekê de vedîtina wî zimanî ber bi asoyekî din ve bifire. Min bi zimanê xwe nivîsand da ku wateya hebûna xwe ya di vê gerdûnê de ji dest xwe winda nekim, da ku mêvandariya min ne ewqasî bi jiyanê giran be, da ku bê ser û şûn ber bi rexê tarî ve neçim.”
Li vir em têne ser meseleya ziman û baweriyê. Jixwe yek ji xalên herî girîng ew e ku baweriya ku di navbera mirovê Kurd û zimanê wî de sist e û ne cih girtî ye, divê bê bihêzkirin. Gelo siyaset jî, herçiqasî mijara me jê dûr e jî, siyaseteke rast bi zimanekî xwar û şikestî pêkan e bê kirin? Ez bawer nakim. Şoreşeke xwedî heq û maf, gelo pêkan e bê zimanekî paqij û şoreşgêr û zelal biserkeve?
“Yan fêrî zimanê xwe bibin an jî mebêjin em Kurd in!”
Xwediyê Kovara Hawarê û çêkerê alfabêya kurdî ya latînî Mîr Celadet Bedirxan derbarê zimanê kurdî dibêje: “Bê ziman Kurdîtî ji me re ne rûmet e, lê rûreşiyeke giran e. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ku bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêj nas nakin. Bavo, li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevde bûne dewlet û hikûmet. Xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan û belengaz. Lewra divê em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahiyê. Kuro eyb e, şerm e, fihêt e, yan hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin an jî mebêjin em Kurd in!”
Belê, mîrê Kurd Celadet Bedirxan piraniya jiyana xwe terxanî zimanê kurdî kir û her û her xema zimên dixwar. Celadet dîsa li ser girîngiya ziman wiha dibêje: "Xweseriya me di zimanê me de ye. Tenê bi hebûna xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe û bi parastina wî, di civata miletan de wek miletekî xweser, em dikarin bijîn û payedar bin. Şerma mezin ew e ku mirov nezanê xwendin û nivîsandina zimanê xwe be. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe nehatine. Ji bona ku mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne, divê ku bi kêrî wî bê."
Cegerxwîn hema bêje di piraniya dîwan û berhemên xwe de li ser mijara ziman û girîngiya ziman rawestiyaye û bi awayên cuda cuda keç û xortên Kurd han daye ser fêrbûna zimanê dayikê. Wek mînak di dîwana Zend - Avestayê de, Seyda behsa zimanê dayikê dike û dibêje:
“Vejêne zimanê xwe ey xwendevan
Nebûye milet hîç kesek bê ziman
Zimanê me xoş û xeroş û ciwan
Eger baş bizanî tu nakî ziyan
Bibîne çi şêrîn e ev reng ziman
Çi payebilind û çi rûmetgiran
Tu paqijke zarê xwe şêrîn bike
Bi kurdî tu baxêv û qêrîn bike
Zimanê biyanî dixwînî çira
Zimanê xwe carek naxwînî, bira?
Eger ku hebûna me Firdewsiyek
Weyan Xaniyek, yan jî Kercosiyek
Zimanê me xweştir dibû ji farisî
Belam bûye nanê ceh û garisî
Cizîrî û Xanî, çi gernas e ew
Wekî Dîcle û Zab û Aras e ew
Siyahpoş û Nalî û Batî bibîn
Tu Miksî û Nûrî û Hacî bixwîn
Bi lêvên gulan wan şikandin şiker
Ku hingî bimînin, bixwînin ji ber.”
“Milet bi zimanê xwe pêktîne hebûna xwe”
Ziman nasname û hebûna miletan e. Her gel û miletek xwedî zimanekî taybet e ku bi riya wî hem taybetmendiya xwe diparêze û hem jî xewn û hêviyên xwe tîne ziman. Zimanê kurdî jî ku zimanekî resen û kevn e, heta niha li ber xwe daye û maye, berovajî gelek zimanên din ku winda bûne û nemane. Zimanê Kurdî gencîneya tije zêr û gewher a miletê Kurd e. Dibêjin "Neteweya bê ziman, neteweyeke bê dil e" Lewra zimanê kurdî dilê miletê Kurd e.
Seydayê Tîrêj li jêr navê "Ziman" helbestek afirandiye û tê de diyar dike ku hebûna milet girêdayî hebûna ziman e û dibêje:
“Gelî Kurdên bîrewer keç û xortên xwendewar
Ev zimanê mey şêrîn xuya ye tê ber bi xwar
Gelek şerm û fihêt e zimanê bav û kala
Em îro va dibînin ji hev dibe tar û mar
Mane û hebûna me zar û zimanê me ye
Ku ew herin namîne ji mer tu kok û bintar
Her wekî laz û qecer ku zimanê xwe berdan
Ew ro bi ro winda bûn tev mane bê cih û war
Ji hev ketin ji wan re nema tu erd û ezman
Ji cîhanê beta bûn di bin çengê koledar
Milet bi zimanê xwe pêktîne hebûna xwe
Di nav gelê cîhanê navê wî tête hejmar."
Bêguman kevneşopî, serpêhatî, çand û dîroka neteweyan bi ziman hatine parastin. Ziman ayetek ji ayetên Xwedê ye. Eger hat û miletekî zimanê xwe ji dest da, tê maneya ku ew milet li ber neman û qirbûnê ye. Lê heta zimanê neteweyekê hebe û geş û zindî be, ew netewe dê li ser rûyê qadê gul vede.
Nivîskar û têkoşerê Kurd Dr. Nûredîn Zaza carekê di zindaneke Sûriyê de gotibû: "Em ê zindanê bikin dibistana zimanê kurdî." Zaza herwiha girîngiyeke mezin dida zimanê Kurdî û wiha digot: "Eger tu bixwazî xwe bi xelkê bidî naskirin, zimanê xwe bixwîne û bide xwendin. Û eger hûn bixwazin ji hev tarûmar nebin, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin."
“Kesên mijûlî ziman dibin pir kêm in”
Xebatkar û zimanzanê mezin Osman Sebrî jî ziman wek koka netewebûnê didît. Osman Sebrî xwe pasevanê zimanê kurdî dibîne û bi tundî kesên ku xwe di ser zimanê kurdî re dibînin û bi pozbilindî zimanên biyanî diparêzin û bi zimanê kurdî naxwînin û naxwazin bixwînin û xwe wek zanayên doza kurdî dibînin rexne dike û dibêje: "Ziman zimanê me hemûyan e. Ne yê yekî yan yê diduyan e, gava ku em ji bo zimanê xwe bixebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyf yê ku heta niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêm in. Em miletekî bê ziman in. Aniha pir xortên me hene xwende ne, bi erebî jî xweş dizanin, dibêjin: Em dê ji miletê xwe re xizmetê bikin! Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin, ez ê çawa ji wan bawer bikim!"
Helbestvanê Kurd Mele Nûriyê Hesarî jî cihekî herî xuya û balkêş dide zimanê kurdî û wî wek jêder û dayika piraniya zimanên cîhanê dibîne û li jêr navê (Li Ser Zimanê Kurd) wiha dibêje:
“Zimanê Kurd ti nîşanek ji dûndê bav û kala ye
Gelek dem çûn hemû dimrin belê her tu li pey maye
Tû şêrîn î gelek rindî wekî mûmê li ber mala ye
Li ser koh û di nêv deşta li Kurdistanê ala ye
Tu pey mayê gelê Kurd î devê Gurgîn û Zala ye
Biha nîne ji bona te bi zîv û gewher û zêran
Tu nahêlî nîşanê Kurd ji cîhanê bibî wêran
Divê îro bixwînim te ji bona te bibim dêran
Neyara kiriye cenga te bi şûr û xencer û kêran
Ti pêçabûn di nêv cerga şepal û zariwê şêran
Zimanê min pirî kevn e di nêv zaran wekî bûk e
Bi rist û zêr û ayîne bi her tişta wekî sûk e
Dev û lêva dikî şêrîn wekî berfa xweş û pûk e
Heçî zarê li cîhanê li ser wan ew dibî tûk e
Bi hîvaztin bi hûnandin sivik tê her wekî çûk e
Di qadê de pirî kûr e bi gêr û rêzik û tax e
Zimanek mak û tenha ye ne tirh û katik û şax e
Ji wê qaça zimanê Hind ji Wîdasî wekî max e
Gelê Arî bi wî peyvîn di cîhanê gelek çax e
Kesê rista ji wî çêkî were cîhan ji wî raxe
Zimanxwêna teva gotin heçî hîmê te pir kûr e
Deravê kû ti çêbûye di rabûrê gelek dûr e
Ti zarê Nûh û Zerdeşt î li te ger xweş bibim hûr e
Bi wî hate nivîsandin bi tîp û rûpelê nûr e
Pelokê Zend û Avesta bi cenga xencer û şûr e.”
“Li vî welatî her tişt bi kurdî reng dide”
Helbestvan û gotarvan Vejîna Kurd jî hest û hêviyên xwe li ser zimanê kurdî wiha tîne zimên: “Ev ziman wek pêlên hênkahiyê xwe berdide nava hinavên min, û tîpên vî zimanî dikarin deşt û çiyayên hêviyên min bi ber bikin. Li vî welatî; her tiştek bi kurdî reng dide. Solîn bi kurdî dipişkivin, mêrg û çîmen bi kurdî şîn dibin. Buhar bi kurdî geş dibe û payîz bi kurdî serê xwe dişo. Li ber dergûşan, dayîk bi kurdî dilorînin û zarok bi kurdî dikenin û digrîn. Ji bilî zimanê kurdî, tu ziman nikare tabloyên me bi rengên xweşik wêne bike, germahiya hestên herikî binoşe û wergerîne nivîsandinê. Belê, tenê mirovên ku ji ava kaniya zimanê Kurdî vexwarine û pê sermest dibin dikarin têbighên û binirxînin ku Kurdî deryayeke kûr, fireh û bê dawî ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse