Kişanak daxwaza dahat petrolê dike

14-04-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

 

Tevî ku heta niha ji bilî rêberê PKKê Abdula Ocalan û rayedarên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û rêveberên BDPê û hin kesên di hikûmeta AKPê de, kes nizane naveroka pêvajoya aşitî û çareserî çiye, li ser çi xalî herdu alî gihîştin hev, çine ew bendên wê hilkeftinê, kîjan alî ci li ser mile wî dikeve, tenê di ragihandinê de her car tiştek tê gotin û mijarek tê aşkere kirin, ji ber wê jî kes nikare şîroveyek rast li ser vê pêvajoyê bike.

Li gor axaftin û gotinên ji hevdîtinên rayedarên KCKê bi berpirsên rêxistina Îstixaratê MÎTê re li Osloyê derketî, yek ji sozên dewleta Tirkiyê daye KCKê ewe ku, li hember agirbestê û vekşîna hêzên Gerîla yên PKKê, Kurdên Bakurê Kurdistanê dikarin di herêmên xwe de rêveberiyeke herêmî ava bikin.

Şirûvekarên siyasî li Tirkiyê dibêjin, seroka şaredariya bajarê Amedê Gultan Kişanak, got, ew dixwazin berhemên herêmî, wek enerjî, petrol, aborî û pereyên wê ji şaredariya herêmî re bê dayîn, û wezîrê enerjiya Tirkiyê ti bertekên tund nîşan ne da, tenê got ev ne mumkîne, lê dema Kişanak van gotinan dibêje ne gotineke weha bi şaşî kir, û dema partiya BDPê dirûşmeya xweriya demokratîk di hilmetên hilbijartina şaredariyê de diavêt, jî ne ji xwe ser bû, teqez sozek yan jî hêviyek li paş wê hebû.

Gultan Kişanak dibêje, pêwîste encûmenên şaredariyî bibin wek perlementoyên herêmî, û herêman xwe bi xwe xizmet bikin, ji ziman û dibistanan de heta bi mijarên xizmetguzarî û aborî, û di hemû derhatên ser û binê erdê hesabê para şaredariyê bê kirin, wate nizîkî modêla ku li rojavayê Kurdistanê hatî kirin, bi awayê kantonan, û sînorê her herêmekê bê diyar kirin.

Çavdêrên siyasî dibêjin, BDPê li cem xwe van gotinan nake, û van diruşman neavêje, haya hikûmetê jê heye, lê ferq û cudahî eve ku, hikûmet dixwaze van armancan di demeke dirêj de û hêdî hêdî pêk werin, belê Ocalan, KCKê û BDPê dixwazin di zûtirîn dem de bên bicî kirin.
 

Siyasetmedarên Tirkiyê dibêjin,ji xwe ji mijarên ku Emerîka û Yekîtiya Ewropa li ser Tirkiyê guvêş dikir ev bû, ku pirsgirêka kurd bi awaeyekî herêmî û di nav sînorên Tirkiyê de çareser bike ye, û yek ji aktorên girîng di pêkanîna van daxwazên Ocalanin serkeftina BDPê di hilbijartinên şaredariyê li gelek deveran, û nakokiyên cemaata Fethula Gulen û Erdogan, û hilbijartinên serokomariyê ku wê di meha tebaxa îsal de bê kirin de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst