Rûniştin bi ‘Şeytan’ re!

11-12-2014
HÊMİN EBDULLAH
A+ A-

Axirê eşkere bû ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê bi hev re rûniştine. Tişta balkêş jî ev e ku Wezîrê Îtilaata Îranê ev bûyera veşartî eşkere kiriye û gotiye: “Eger lazim be emê bi terorîstan re jî rûnên!”

Ev civîn her çi tê de hatibin axaftin, civînên dîrokî ne, çimkî her du aliyan beriya niha ji hev re digotin şeytan lê bawerî bi şeytan jî hêsan nîne û ne şert e  berhemdar jî be.

Çend roj berê min rayedarekî îranî dît. Wî digot, niha di nav rayedarên Îranê de du nêrîn li ser kurd û pirsgirêka kurd heye; hinek ji wan dibêjin êdî nabe Îran mîna çil sal berê nêzîkî kurdan bibe çimkî li gorî wan rewşa kurdan li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatiye guhertin, lewma eger Tehran nelezîne wê çaxê bombeya Rojhilatê Kurdistanê ya ku bi wext hatiye danîn, dê biteqe.

Wî rayedarê haydar ê îranî digot, hinek karbidestên Îranê jî dibêjin, ji ber wê yekê Rojhilatê Kurdistanê mîna beşên din ên Kurdistanê lênehatiye çimkî siyaseta çil salên borî ya Îranê li ser Rojhilatê Kurdistanê rast û di cih de bûye, ji ber wê jî naxwazin ti guhertinek di vê siyasetê de were kirin.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi hinek kesên îranî re rûniştine ku xwe wek nûnerên Komara Îslamî ya Îranê dane nasîn. Wî rayedarê digot: “Partiyên Kurdistana Îranê jî dizanin ku li nav sîstema Îranê de lêveger pir in. Hinek caran Wezareta Îtilaatê tiştekî dike lê saziyeke din tiştekî tam berovajî wê dike. Lê gotina herî dawî ya Ayetullah Xaminêyî ye.”

Em bêjin gotinên wî rayedarê îranî nerast in û partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî bi nûnerên Xaminêyî re rûniştine (helbet tiştekî wisa nebûye) lê hîn jî ev pirs dikeve serê mirov, gelo ew hevdîtin dê berhemdar bin yan na? Jixwe partiyên Rojhilatî cuda cuda bi îraniyan re rûniştine û her partiyekê behsa nêrîn û siyaseta xwe kiriye li ser rewşa Rojhilat. Em vê jî dizanin ku gellek cudahiyên partiyên Rojhilatî li ser mesela Rojhilat heye.

Gelo Tehran dê bi kîjan partiyê re li hev bike yan dê kîjanê red bike? Wisa tê behskirin ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê dê di demek nêzîk de li hev bicivin û bigihên xalek hevbeş. Eger ev, xwehazirkirin be ji bo hevdîtinan, tiştekî baş e, ji ber ku ti partiyeke Rojhilatî bi tenê ne dikare bi îraniyan re li hev bike ne jî ji ber alîgir û endamên xwe diwêre!

Pirsa girîng di vir de ew e ku gelo Îran di hevdîtina digel partiyên Rojhilatî de ciddî ye? Yan gelo, her wek wî rayedarê îranî jî digot, ev hevdîtin nîşana wê ye ku Tehran ji guhertinên herêmê têgihîştiye û xwe li ber çavan re derbas dike? Helbet bersiva van piran hêsan nîne lê hinek tişt hene ku nîşan didin şert nîne ew şirove rast bin.

Partiya Demokrat (Kurdistana Îranê) du ezmûnên tal di rûniştina digel Îtilaata Îranê de heye. Di ezmûna yekem de Qasimlû li ser maseya hevdîtinê hat terorkirin û di ya duyem de jî Şerefkendî hat terorkirin. Piştî derdora 30 salî Wezareta Îtilaat dîsa tê meydanê, ev jî wisa dike ku mirov li ser berhemdarbûna van civînan şikber bibe. Lê guhertinên ku li Rojhilatê Kurdistanê çêbûne nîşan didin ku guhertin di wî beşê Kurdistanê de bûye tiştekî misoger, ji ber wê divê yan dewlet gav bavêje yan jî divê li benda erdhejek mezin be.

Kurt û kurmancî, li Rojhilatê Kurdistanê gel li bêdengî û neçalakbûna partiyên Rojhilatî bêzar bûne, ewqasî bêzar bûne ku renge êdî qet guhdarî wan nekin û bixwe dest bi livînê bikin. Mînaka vê rewşê li Rojavayê Kurdistanê qewimî. Di destpêka şoreşê de Tevgera Ciwanên Kurd her tişt meşand û partiyên Rojava jî bi xwe hesiyan. Ji ber wê jî baştirîn taktîka dewleta Îranê ew e ku bi rêya danûstandinan partiyên Rojhilatê Kurdistanê aktîf bike, lê wisa xuya ye ku ev jî zû zû encamdar nabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst