Gereke kurt di nav zeviyên Mele Nûriyê Hesarî de

11-08-2015
Besam Mistefa
Nîşan Mele Nûriyê Hesarî
A+ A-

Mele Nûriyê Hesarî “Pirêşan” (1934-2011) yek ji helbestvanên kurd yên klasîk bû ku helbesta xwe bi kêş û qafiye lihev dianî û bi zimanekî rewan û herikbar dihûnand. Yek ji berhemên Pirêşan yên navdar, dîwana wî ya bi navê “Zeviyek Gazîdan” e. Helbestên ku di vê dîwana Mele Nûrî de cih digirin, li baxçeyekî gulan yê rengîn diçin. Her helbestek bêhn û xweşiya xwe ya taybet û cuda heye, weke çawa her gulek bêhneke xwe ya taybet heye.

Baxçe û zeviyên Mele Nûrî bi evîndarî, evîna welat, welatperwerî, dîrok û zimanê kurdî xemilandiye. Çimkî Mele Nûrî di vî warî de ji raman û têmayên giştî yên helbesta klasîk ya kurdî dernakeve û heta jê tê hewl dide bi zimanekî zelal û resen hestên xwe li hember ax, ziman û dîroka kurd û Kurdistanê nîşan bide. Di eynî çarçoveyê de, leheng û sembolên Kurdistanê pîroz radigire û wek wefadariyekê li hember ked û têkoşîna wan, vê dîwana xwe diyarî “Canê serokê nemir Mele Mistefa Berzanî” dike.

Mele Nûriyê Hesarî di “Zeviyek Gazîdan”a xwe de, li ber kul û derdên gel û welatê xwe radiweste û behsa parçebûna Kurdistanê dike. Mele Nûrî hewl dide êşa parçebûna welêt ji nifşên gelê xwe yên nû re arşîf bike daku zarok û nifşên nû yên kurdan agehdarî vê bêtara sosret bin, nexasim dema di yekemîn helbesta dîwana xwe de “Gazîdaneke gazinî”, ji miletê xwe re teqez dike ku kesî kurdan ji bilî kurdan nîne û behsa xayîntî û xedariya neyarên kurdan yên biçûk û mezin û yên dûr û nêzîk dike.

Helbestvan dide xuyakirin ku neyarên miletê kurd di her tiştî de nakok in, lê belê dema mijar tê ser kurdan ew hemû nakokî û cudahiyên xwe dideynin aliyekî û li ser neyartî û perçiqandina gelê kurd û kuştina xewnên wî dibin yek. Mele dixwaze ji gelê xwe re bêje ku ne tenê ereb, tirk û faris zordarî û neheqiyê li kurdan dikin, lê belê dewletên mezin nola Brîtanya, Fransa, Çîn, Rûsya û Amerîka jî hertim gelê kurd dixapînin û tenê li gorî qezenc û berjewendiyên xwe tevdigerin û virr û derewên mezin bi navê mirovatî û parastina mafên mirovan dikin, lê belê di rastiyê de û li gorî ku dîroka dûr û ya nêzîk nîşan dide, destên xwe dixin destên zalim û stemkarên gelê me de:

Çar dijminê Kurda hene

Bê derfe û bê ewle ne

Her çar ji bo hev dijmin in

Lê bê ser û bext û bin in

Rûs carekê dostê me bû

Ta ku derî jê re vebû

Bextê Emêrka bû rizî

Destê me berda bi dizî

Îran û Iraq bûne yek

Kurda nema rahişte çek.

Di helbesta “Emê kengî bibin bi xwedî” de, Mele Nûrî gilî û gazinan ji felek û qedera dijwar ya gelê kurd dike û bangî hemû sembol, rêber û lîderên kurd dike ku ji kûrahiya dîrokê derkevin û werin li hal û rewşa niha ya gelê kurd yê perîşan binerin. Ew gazî Kawayê Hesinkar, Rustemê Zal, Ferhad, Şêrko, Melayê Cizîrî, Şahê Bedirxan, Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî dike ku bên û gelê xwe rizgar bikin. Mele tîne zimên ku hemû miletên dinyayê bûne xwedî dewlet, lê hîn jî kurd bê dewlet in û di bin destên tirk, ereb û farisan de dinalin.

Ez bawer dikim ku Pirêşan di nava xwe de dizane ku yek ji sedemên sereke yên vê rewşa ku kurd tê de werbûne, nebûna yekîtiya kurdan bi xwe ye! Çimkî miletê kurd hertim di nav nakokî û dubendiyan de jiyaye û nikarîbû armancên xwe yên neteweyî bi ser cudahî û nakokiyên xwe bixe. Lê eger ku miletê kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ya seranserî pêk neanîbe, ev nayê wateya ku welatên derdorê û yên dinyayê neheqiyê bînin serê wan:

Ma kurd çi kir hûn her dema

Hew çend li ser wan bûne har

Tiştek bi zor naçî serî

Hûn zanibin bêkar e dar

Hey dewletê hawîr cîhan

Ma hûn ji bo Kurda tenê

Çav û guha asê dikin

Sîngê dikin textê çenê.

Lê Mele Nûrî di helbesta “Kurd ji pêşîde nas e”, rastiya tehl ya parçebûn û dubendiya gelê kurd di dilê xwe de nahêle û bi awayekî eşkere dide zanîn ku nebûna yekîtiyê di nav gelê kurd de sedemê herî sereke yê nebûna dewlet û serxwebûna kurdan e. Ew dibêje ku miletê kurd ji demên kevn de naskirî ye û miletekî qehreman, leheng, şerker û mêrxas e, lê sed mixabin ku kêm caran di dîrokê de bûye yek û zora dubendî û nakokiyên xwe biriye:

Cîhan hemû zanî niha bê ev gelê Kurdî kî ye

Pir qehreman û pehlewan e şerker û cengawer e

Pir kevn û pir xanedan deng daye gelkî der cîhan

Her dem li dûv peyxemberan ew her bi Hêzdan bawer e

Lê bûne bindest ew ji mêj hem bê bext û sermiyan

Her êl bi êla bû neyar, bona neyaran yawer e.

Mele Nûrî her û her ji kaniya êş, dîrok, bone û serboriyên welat û miletê xwe dinoşe û peyvên zimanê şêrîn li pey hev rêz dike. Ew riya xwe bi gellek gund, şar û bajarên Kurdistanê dixe û pesnê bedewî û xwerista Kurdistanê dide. Mele behsa “Bajarê Amedê” dike û piştre tevî qîz û xortên kurd erdê bi piyên xwe dikute û dikeve nav govend û dîlana roja “Newroz”ê de. Paşan jî qala mêraniya Rustemê Zal dike û helbestekê terxanî şehîdên Kurdistanê dike û Seydayê Cegerxwîn jî ji bîr nake û şîna wî zindî dike û roja koçkirina wî ya dawî bi wêneyên helbestane yên pirr xemgîn û kezebsoj disêwirîne.

Mele Nûrî welatê xwe dişibîne jineke bedew û spehî û para dilê xwe jî ji bîr nake û çend helbestên dîwana xwe ji bo rewşa evîn û evîndariyê vediqetîne. Mele bi dilê xwe yê nazik xwe li ber derb û awirên bedewên kurd nagire û di nav agirê evîn û eşqê de disincire:

Çavreşa min ez bihatim

Ez kirim bêkar û dîn

Îş û karê min nemaye

Bil ji qîrîn û girîn

Gurçik û mêlak û dil tev

Bûn bi kovan û birîn

Şermikarin her ji ber wî

Sed wekî Şêrîn û Zîn

Ez nema zanim mirov e

Yan suruşt û perî ye!   

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst