Dost û dijmin li Rojhilata Navîn

09-04-2015
Prof. Dr. Îlhan Kizilhan
A+ A-

Di leyîstika satrancê de du alî hene ku li dijî hev dileyîzin û dixwazin bi tatkîk û stratejî bi ser kevin. Îro ev leyîstika kevn ya satrancê ji aliyê siyasî li Rojhilata Navîn herdem nikare were leyîstin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn tenê du alî nînin. Li ser vê tabloya satrancê gellek alî hene û herwiha car caran dost dibin dijmin û dijim jî dibin dost.

Ka em li cepheyên olî binêrin! Îran serkirdetiya Şîeyan dike û li Iraqê, Sûriyê, Libnanê û Yemenê dixwaze cepheyekî lidijî Sunniyan ava bike. Sunnî jî bi serkirdetiya Erebistana Siûdî dixwazin cihê Şîeyan teng bikin û wek dijmin ji xwe re ragihandine. Îran û Erebistana Siûdî îro şahê li ser tabloya satrancê ne. Tirkiye wek peyayekî alîkariya cepheya Sunniyan dike. Lê ev ne bes e. Hinek serkerdeyên Sunniyan DAIŞê ji xwe re bikar tînin, lê serkerdeyên Şîeyan jî bi DAIŞê re di nav diyalogê de ne. Belkû jî DAIŞ wan bikar tîne. Ez nizanzim, êdî herkes li ser tabloya satrancê ye, lê ti kes li gorî şertên satrancê naleyîze.

Jibilî ku dewleta Erebistana Siûdî bi her şiklî mafê mirovan binpê dike, komên terorîstan, wek El-Qaîda û DAIŞê fînanse dike bi Emerîka re jî “dostekî” kevn e. Emerîka jî bi fermî li dijî terorîstên wek El-Qaîda û DAIŞê şer dike. Ev çi dostanî ye?

Ku ev dostanî ji ber niftê be dê were dawî. Emerîka niha bi hinek metodên teknîkî di nav welatê xwe de niftê derdixe û dê pîştî hinek salan ne hewceyî nifta Rojhilata Navîn be. Ev dostanî wê demê dê dom bike an na?

Li aliyekî Emerîka bi dostên xwe ye Siûdî re ye û li aliyê din jî  bi Şîeyên Bexdayê re kar dike. Niha jî Emerîka xwe nêzîkî Sûriyê û Îranê dike. Wiha xuya ye ku Emerîka dostê hemiya ye û dewletên Rojhilata Navîn jî dijiminên hev in. Ev  çawa dibe?

Li dijî DAIŞê îro defakto leşkerên Îranê li Iraqê şer dikin û Emerîka bi şerê ezmanî alîkariya generalê Îranê Qasim Suleymanî dike. Herwiha Emerîka û Îran hêvî dikin ku êdî peymana li ser etomê piştî 12 salan erê bikin.

Dostaniya Îsraîl û Emerîka jî niha di rewşeke nebaş de ye. Netanyahû eşkere serokê Emerîka rexne dike û naxwaze pirsgirêka Filistîn çareser bike. Îran û Îsraîl heta niha dijiminitiya hev dikin. Lê Îsraîl jî bi veşartî bi Beşar Esed re di nav diyalogê de ye. Beşar Esed jî ji aliyê Îranê bi temamî tê kontrolkirin.

Ku ev wan xeta dinivsînim, ev heta bîra min: Berê di şerê sar de hertişt çiqas rihet bû. Li aliyekî Emerîka û li aliyekî Yekitiya Sovjetê. Du alî bûn û satranca siyasî zelal dihat leyîstin. Lê niha? An jî ev encama wan şer û bûyerên sedsala borî  ye ku îro li ser pişta Rohilata Navîn qedera vê cîhanê tê nexişkirin?

Li Rojhilata Navîn çi dibe?

Bi “bihara ereban” ku havîn nedît,  milletê ereb ketin nav  hêviyan ku êdî ji destê dîktatoran û desthilatdariya hinek malbat û kesan rizgar bibin. Hêviyeke mezin ji bo demokrasiyê û mafê mirovan ji bo hinek hefteyan peyda bû. Lê ev agirê hêviyê zû vemirî. Lîbya niha bi temamî ketiye û komên terorîst, olperest û leşkerên kevn welat tarûmar kirin. Her wiha hatiye serê Yemenê jî û niha li wê derê şerekî giran didome. Misir di ceribandina demokrasiyê de qet ser neket û bi alîkariya Emerîka û Ewropa ji şûna Mubarak niha Sîsî anîn ser textê desthilatdariyê. Li Sûriyê û Iraqê rewş dîsa wiha ye. Rojhilata Navîn dişewite! Yek ku wî agirî gurr dike, bi alîkariya dostan, DAIŞ e. Emerîka ji ber terora navnetewî ku dikare li Ewropa, Awustraliya an jî Emerîka belav bibe, ji hemû dewletên Rohilata Navîn zêdetir biguman e. Lewra jî Emerîka taktîka xwe ya dost û dijminan guhertiye. Dijminê berê wek Îran û Sûriyê sibê dost in û Tirkiye jî ji xwe herdem nîv-dost e.

Ev niha deh sala in ku  Tirkiyê dixwest roleke mezintir di Rojhilata Navîn de bileyîze. Zû û gellek nezan Erdogan û Davûtoglû ketin nav xewnên borî û dixwestin “Osmaniyeke Nû” ava bikin. Tirkiyê di vê satrancê de gellek bilind leyîst, dost û birayê berê Esed kir dijimin û serokê Misrê Sisî qet qebûl nekir. Tirkiye ket, gellek kûr ket. Lê Îran hêjî li ser tabloya satrancê dileyîze.

Tabloya satrance îro li Kurdistanê  ye û xeta şer jî li wê derê derbas dibe. Hemû aktor wek Şîe, Sunnî, Ereb, Fars, Tirk, Emerîka bi hevpeymanên xwe û Kurd li vê derê kom bûne. Aliyek li dijî û aliyek bi DAIŞê re şer dike. Hinek jî bi fermî dost in, lê bi veşartî dijiminatiyê dikin û bi DAIŞ re kar dikin.

Kurd jî bi zanebûn an jî bi mecburî divê bi Tirkiye, Îran, Bexda û Emerîkayê re di nav pêwendiyên baş de bin. Kurd di rewşeke awarte de ne û nikarin dostên xwe bi xwe bibijêrin.

Bi kurtayî li tabloyê binêrin:

Îran alîkariya Esed, Hizbullah û Hûsiyan dike. Bexda bi temamî di bin kontrola Îranê de ye. Îran jî xwe wek serkirdeyê Şîeyan dibîne.

Erebistana Siûdî xwe wek serkerdeyê Sunniya nîşan dide û bi deh welatên Sunnî re li Yemenê li dijî Hûsiyan şer dest pê kiriye. Tirkiye jî alîkariya wan dike.

Emerîka jî dostê şahê Erebistana Siûdî ye. Lê li aliyê din bi Îranê re rûniştiye û bi generalê Îranê Qasim Suleymanî re li Iraqê li dijî DAIŞê şer dike. Emerîka xwe nêzîkî Esed dike û bi Tirkiyê re di nav NATO de ye. Emerîka niha bi Kurdan re di nav dostaniyê de ye.

Ev dost û dijiminatî li ser meselên berjewendiyan gellekî tevlîhev bûye. Niha gotina “dijiminê dijiminê min dostê min e” di Rojhilata Navîn de ne rast e. Ya rast ev e: “Li gorî berjewendiyên min îro dost e sibê belkû dijmin be”. Em dizanin ku her roj li Rojhilata Navîn rewş tê guhartin.

Kurd jî divê ji bo berjewendiyên xwe wan meselên “dost” û “dijmin” baş şirove bikin. Ez dîsa binivsînim: Ragihandina serxwebûna Kurdistanê di vê tabloya nediyar de ku kî dost û kî dijmin e, gellekî giring e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst