BI MEJÎ LEYÎSTIN

08-10-2015
Selahedîn Çelîk
A+ A-

 

MÎNAK 1: “PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ”

 

Partî û çapemeniya rikberê AKPê û heya ku malbatên miriyên şer ên tirk, desthilata AKPê “bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê, bi zexmkirina PKKê û rêlibergirtina operasyonên artêşê” sûcdar dikin. Sûcdarî ji rikberiya hilbijartinê be, ne xem e. Lê ne, ew ji neyartiya doza kurd tê. Ew bi navê pirsa kurd, her têkiliyê, her gavê şermezar û red dikin. Em zanin ku, dev ji MHPê berdin, CHPê jî bêyî fêmkirina naverokê, bi awayekî çorsbûnî êrîşî hevdîtinên “pêvajoya çareseriyê” kiribû.

 

Bêguman sûcdariya îro, ji raman û polîtîkaya kemalîst a înkarok û zordest tê û bi plan tê meşandin. Ew dixwazin tirseke wisa belav bikin û wê bikin hişmendiyeke wisa, da ku careke din ti partî qet nekeve hewldana hevdîtinan û çareseriyekê.

 

ÇIMA EM TEVLÎ KOROYA WAN DIBIN?

 

Erê dibe ji konetî, ewiqandin û xefika AKPê, hêrsê dabe qirikê. Û berpirsiyariya rasterast a şere îro... Hemû erê, lê ma hevdîtin û hewldanên çareseriyekê, ne pêwîstiyeke bivênevê ye?

 

Ji aliyê din; AKPê çiqas kirêt be jî, bi destpêkirina hevdîtinan ma wê tabûyeke dîrokî neşikênandiye? Ma sedemekî biserneketina pêvajoyê, ne êrişên nîjadperest û neteweperest ên MHP û CHPê bûn? AKP van rojan, bi ala tirk xwepêşandanên nîjadperest li dar dixe. Ma ne CHP û MHPê dest xwepêşandanan hevşib kiribûn? Tişta ji partiyên tirk, bi taybetî jî ji CHPê tê xwestin, gavavêtinên biziravtir û pêştir e. Lê ka li wêneyê îro binêrin: Yek jî wê hêviyê nade. Hemû jî di pêşbirka înkarkirina pirsê de ne. Dem dem be jî bi Kemalîstan re di heman wêneyê de cihgirtin, ji wan bendewariyên vale hêvîkirin, ma ne duh-jibîrkirin e, ne bi mejî leyîstin e?

 

MÎNAK 2: HÛRRIYET

 

Rojnameya Hûrriyetê di salên 1980 û 1990an de, di çapemeniyê de li himberî Kurdan pêşkêşiya nîjadperestiya har dikir. Kampanya ji bo tîmên taybet dimeşandin. Ji qereqolan rêzenivîs amade dikir. Rastî vajî dikir. Hûrriyet, bultena artêşê bû. Patron û nivîsarên wê, semyandar bûn. Wan, wek berdêla “xizmeta” xwe, ji dewletê kredî, îhale û destûrmendî werdigirtin. Ew, beşeke OHD û MITê bûn. Di her plangerî û kuştinan de cih digirtin. Çendek mînak:

 

- Bi 22.10.1993, artêşa tirk navenda Licê 36 saet da ber berik û bombeyan. 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. 32 birîndar hebûn. 220 kargeh û 400 xanî şewitîbûn. Navçe rûxiyabû. Zarokên pêçekê kor bûbûn. Va raporê Hûrriyetê: “Roketên PKKê zarok kor kirin!” Bi rastî ti pevçûn an êrîşeke PKKê tinebû.

 

- 1993-1995an de bi dehan karsaz, bazirgan, rewşenbîr, parêzer û burokratên kurd, ji aliyê “Koma Taybet” a Mehmet Agar ve hatin kuştin. Bi ya Hûrriyetê; “kuştin, encama şerê mafyaya kurd bûn!”

 

- Şemdîn Sakikê fermandarê PKKê, 13.04.1998ê kete destê artêşa tirk. 25.04.1998ê Hûrriyetê bi navê Sakik, hin daxuyanî weşandin. Rojnamevan, siyasetmedar ve rewşenbîrên weke Mehmet Ali Birand, Cengiz Çandar, Ahmet Altan, Mehmet Altan, Fethullah Erbaş, Akin Birdal û gellekên din wek hevkarên PKKê rêz dikirin.

 

Sernivîsarê Hûrriyetê Oktay Ekşî, ew kes bi “xayîntiyê” deq kirin û ew kirin hedef. Akın Birdal, ku hingê serokê giştî yê ÎHDê (Dezgeha Mafên Mirovan) bû, 12.05.1988ê li Enqerê di êrîşeke çekdar de giran birîndar bû.

 

Rojnamevan û parlamenter Nazlı Ilicak, 1.11.2000ê di civîneke çapemeniyê de bi belge da xuyandin ku generalan ew “lixwemikurhatin” amade kiribûn û da ku biweşînin bi navê “Andiç” (hişyarkirin/bibîrxistin) ew dabûn rojnamevanan.

 

Oktay Ekşîyê xwediyê wê şermiyê, yê ku wek karmendekî MITê tê hesibandin, bi awayekî xelatkirinê bû parlamenterê CHPê û hê jî parlamenter e.

 

Hûrriyet bûbû ciyê rojnamevanên neyarên kurdan. Ertuğrul Ozkok û Emîn Çolaşan ji wan bûn. Nasnavê Çolaşan, “Mehmetcik rojnamevan”, “tilîkêş rojnamevan” bû. Ew, îro di rojnameya “Sozcu” de heman “erkê” tîne cih.

 

Van kesan di serdema “pêvajoya çareseriyê” de jî ew neyartî berdewam kirin, bi beşdariya nîjadperestê sipe û ji dev gilêz diherikî Yilmaz Ozdil (vêga nivîsarê “Sozcu” ye) û yên din.

 

ÇIMA VAN MÎNAKAN DIDIM?

 

Erê, di navberê de gellek av herikîye. Hûrriyetê xwedî guhertîye. Gellek nivîsar û demokratên hêja, ciyê wan nîjadperestan girtine. Nakokiyên cuda derketine pêş. Kemalîst û desthilata AKPê, di qirika hev de ne. Çapemeniya kemalîst, serdestî winda kiriye. Ya AKPê, di bêrûmetî, derew, hetikayî û tilîkêşiyê de, ya kemalîst peya hiştiye. Rojnamevan wisa ketine û hewqas erzan bûne ku bi kîloyan tên kirîn û firotin.

 

Hevkêşeya siyasî guheriye, hêz û bandora tevgera kurd mezin bûye. Ew, bivênevê divê bikeve têkilî û hevalbendiyên cuda, divê hemû kom û nakokiyan li ber çav bigre. Bêguman divê di derbara azadiyên raman, derbîrîn û çapemeniyê de zêde hestyar be û li himberî êrîşan berteka xwe nîşan bide.

 

Lê divê xislet û taybetmendiyên herdu eniyan û partiyên wê, ji bîr neke. Serdestên duh, desthilat winda kirine, îro xwe weke “qurban” dibînin û nîşan didin. Hemû hewqas. Nexwe li himberî rastiya kurd, bîrdozî û polîtîkaya wan neguherîye. Kîjan bibe desthilat, wê bi heman dijwariyê neyartiya kurdan bike.

 

Ma em kurd ne însanên “naîf” in? Em tiştan zû ji bîr dikin. Heya ku gellekên me, ji wan nîjadperestên jorê gotinan digrin û parve dike. Dibe zûjibîrkirina me, ji bindestiya me tê. An dibe sîstema serdest, bi zanebûn tiştan bi me dide jibîrkirin, nîjadperestên duh bi rengekî nixumandî dertîne pêşberî me û herwiha lîstik xwe dubare dike.

 

Emê jibîrkirinê çawa bin nav bikin? Naîfî ye an mejî-sivikî ye? Çi be jî, berdêla wê giran e, ji ber ku mirov ji şaşiyên polîtîk û helwesta xelet nafilite. Ma îro jî em bi wê talûkeyê re ne rûbirû ne? Yê duh jibîrkirî, ma dikare bi awayekî rast şîroveya îro bike, ma dikare pêşbiniya sibê bike?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst