Singê golik û şerê li Rojava

07-08-2013
HELÎM YÛSİV
A+ A-

Di çîrokên gelerî de behsa şerekî giran dibe, ku tê de bi dehan kes tên kuştin û gund hemû tevlihev dibe û di encamê de kevir li ser kevir namîne. Gava aqilmendên gund li hev civiyan û xwestin kuştinê rawestînin û meseleyê çareser bikin, destpêkê li sedemên qewimîna bûyerê geriyan. Piştî lêpirsîneke dûrdirêj derkete holê ku meseleyê ji rakirina singê golik destpêkiriye. Golik filitiye nav gund, derûdor tevlihev kirine û ketiye pirêza cîranekî xwediyê golik û herdu rabûne hev. Yekî yê din birîndar kir û malbat û eşîra yê birîndar hatin heyfa xwe ji xwediyê golik hilanîn. Yek ji vî alî, yek ji wî alî û şer bû şerê hemû gundiyan. Wî gundî jî gundên derûdora xwe kişandin nav şer û herwisa di encamê de hemû gihiştin jêdera meseleyê û gotin ku hemû sûcê wî kesî ye, ewê ku singe golik rakiriye.

Vî şerê ku ev çend roj in didome, bi beşdariya eşkere ya Cebhet el Nusra û yekîneyên Dewleta Iraq û Şamê, ku ser bi Al-Qaîda ve ne, destpêkir û bi piştgirî û beşdariya bi dehên yekîneyên ser bi Artêşa Azad ve berdewam dike. Piştî têkçûna wan ya li Serê Kaniyê, xwestin heyfê ji Kurdên Girê Spî (Tilebyed) yê ser bi Reqqayê ve hilînin. Bi vî awayî deverên şer berfireh bûn û li zêdeyî sîh deverî şerekî giran di navbera komên çekdar û Yekîneyên Parastina Gel YPGê de qewimî. Derbarê vî şerî de rikberiya siyasî ya ereb jî bi bêdengiyê piştgiriya van koman dike. Ji hêla “Hevpeymaniya Hêzên Guherandin û Şoreşê” ve daxuyaniyeke kurt û bêwate derket. Tê de êrişî rejîmê, planên wê û xizmetkarên wê kiribûn. Mirov nizane ku mebesta wan ji xizmetkarên rejîmê yên berpirsiyarê vî şerî aliyê Kurd e, yan jî komên çekdar in.

Siyasetmedarê xwedêgiravî lîberal û demokrat Burhan Gelyûn di nivîseke xwe de hewldanên avakirina hikûmeteke demkî ji hêla PYDê ve mîna “mayîna di dilê şoreşa rûmet, azadî û demokrasiyê de” nirxand. Ji hêlekê ve partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) bi bêkêrbûn û siyaseteke seqet tawanbar kiribû û ji hêla din ve jî PYD bi hevkariya bi rejîmê û egoyîzma neteweperestî tawanbar kiribû. Balkêş e ku Gelyûn hetanî bi navê PYDê bi awayekî şaş nivîsandiye û ew wekî “patiya yekîtiya demokrata Kurdistanê” binavkiriye. Ev jî nîşanên wê yekê ne ku rikberiya sûrî bi hemû reng û baskên xwe ve ji bo pejirandina Kurdan û mafên wan yên rewa ne amade ye. Nexasim ku nîşanên wê yekê hene ku rasterast ev şer bi navê Artêşa Azad û çekdarên wê birêve diçe.

Gellek birêveberî û îmareyên îslamî li Reqqayê, li Idlibê û li Helebê hatin ragihandin, lê deng ne ji Gelyûn, ne jî ji ti hêzên siyasî yên rikberiya Sûriyê nehat. Lê gava Kurdan behsa birêveberiyeke demkî ji bo herêmên xwe kirin, komên çekdar yên Cebhet el Nusra û hetanî yên Artêşa Azad dest bi êrişkirina ser Kurdan kirin û rikberiya siyasî jî zengilê xeterê û tehlûkeya ku ji “rojhilatê Sûriyê” tê, lêda. Bi vî awayî mafên Kurdan yên derbarê xweserî û birêvebirina herêmên wan de bû singê golik, ku hem Tirkiye rakire ser piyan, hem rejîma Sûriyê û hem jî hêzên îslamî û neteweperest yên rikberiya Sûriyê. Bi gotineke din, yê ku singê golik li Sûriyê rakiriye Kurd in. Vî şerî diyar kir ku çiqasî Sûriyê ji azadiyê û Kurd jî ji bidestxistina mafên xwe yên bingehîn dûr in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst