Dibe ku bikaranîna gotina qirkirinê “binbirrkirinê” ji bo diyardeyeke piralî wek “tundûtûjiya olî” di rewşa derûnî, kultûrî û siyasî ya navçeyeke wek Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdistana me de, hin hişkî û zêdegaviya ne babetî tê de hebe. Çimkî çi li ser asta ewlekarî û hizrî ji bo nehîştina vê tundûtûjiyê bê kirin, di baştirîn rewşê de vê diyardeyê sînordar û berteng dike, lê wê binbirr nake.
Bi rastî grûpên selefî yên cîhadîst ên radîkal tew di wê demê de jî ku di lûtkeya hêza xwe de ne, li gor hejmara tevahî ya misilmanan ku ew xwe wek nûnerên xewn û xwestekên wan dibînin, herwiha li gor bizavên îslama siyasî ku di binemayên hizrî yên wek serweriya şerîetê de hevbeş in, kemîneyeke kêm in. Lê ew kemîneya kêm a radîkal çend qatan bêhtirî hêzên îslamî yên sivîl xwedî bandor e.
Berê xwe bide Îxwan Muslimîn ku wek dayika bizavên îslamî tê hejmartin û nêzîka 90 salî ye hatiye damezrandin (1928), şax û liq û rêxistinên wê li bêhtirî 70 welatan hene û xwedî bi dehan û dibe ku bi sedan milyon endam û kadro û alîgir be ji çîn û tiwêjeyên cuda cuda.
Lê Osama bin Laden (1957-2011) û rêxistina Qaîde bi deh salan û paş wî jî Dewleta Îslamî ya Ebûbekir Bexdadî (DAIŞ) ku ji hinava Qaîdeyê derket bi du salan, bi saya şîdet û tundûtûjiyên xwe, sed qatî ji Îxwanan bêhtir navdarî û karîgerî li ser asta navçe û cîhanê peyda kirin û dinya bi xwe ve mijûl kirin.
Bi awayekî ku êdî peyva (îslamî) li ser xwe tapo kirin û Îxwan û hevawayên wê bêqîmet kirin û ew neçar kirin: Yan bidin ser rêya wan an jî dev ji proje û nasnavê (îslamî) berdin.
Nemaze paş wê derba kuşinde ku rejîma Ebdilfetah Sîsî li Îxwana dayik li Misrê da û ew ji derb xist, ku wek lêkolîneke Navenda Karingi amaje pê kir, di nav Îxwanên Misrê de rewtek di nav çîna ciwanan de li dijî serkirdatiya kevin derketiye û dibêjin: Paş wê hemû bêhurmetiya desthilatê êdî çi wateyek ji bo aştîxwazî û sivîlbûn û dirûşma (aştiya me ji çekan bihêztir e) ya Îxwanan dimîne?
Min çend caran gotiye û dibêjim: Lêdana Îxwanan mezintirîn diyarî bû ku desthilata Misrê pêşkêşî grûpên cîhadîst ên radîkal kir, çimkî dengê wan di nav alîgirên îslamê de bilind û dibêjin: “Êdî derket ku rêbaza me rast e û rejîmên sekuler qet rê nadin em bi rêya yariya demokrasiyê bigihin desthilatê.”
Vaye paş derçûna biryara dadgeheke Misrê di 22.04.2015an de bi sepandina cezayê 20 sal zindankirin bi ser Musrî û 12 lîderên din ên Îxwan de, eyaleta (Sîna) ya ser bi DAIŞê di tomareke vîdyoyî de bi navnîşana “Ey gelê Misrê heybeta cîhadê yan rezîltiya aştîbûnê” dibêje, Tevgera Îxwan baca siyaseta xwe ya (derketina ji bernameya Xwedê û gawir nekirina demokrasiyê) da û heta venegere ser wê rêyê ji wê rezîltiyê dernakeve.
Lewra çiqasî ku DAIŞ serketinên zêdetir li ser erdê tomar bike, alîgirên wê zêdetir dibin û berovajî jî, çimkî gelek kesên xwedî paşxaneke olî hene ku wan serketinan bi tekstên Quran û hedîsan ve girê didin ku behsa (serxistina mucahîdan) dikin, nemaze ku DAIŞ wan bi zîrekî tewzîf dike.
Bi baweriya min eger Xwedê neke derfet ji DAIŞê re peyda bibûya û DAIŞê beşek ji axa Herêma Kurdistanê bigirta, dibe ku hejmara kesên ku li Kurdistanê tevlî wê bibûna li şûna ku 500 kes be wek vêga, bibûna hezar an du hezar kes an zêdetir jî.
Lê li derveyî karîgeriya wan geşebûnên babetî û meydanî li ser handana lawan bo tevlîbûna di nav refên grûpên radîkal de, li vir pirsa herî girîng ev e: Gelo bi şikandin an qelskirina DAIŞê di warê leşkerî de dawî li metirsiya bîra tundrewî û şîdeta olî tê? Yan na DAIŞ û hevawayên wê tenê rûyek in ji rûyên çand û kultûreke olî ku nola îro, sibe û dusibe jî îhtimal e hişê bawerdarên sade bi rik û şîdetê tije bike û çend kopiyên mîna DAIŞê û jê xirabtir jî berhem bîne?
Kurtkirina vê babetê di gotarekê de zehmet e. Di pirtûkeke nû bi navnîşana (Ayîn û Tundûtûjî) de ku biryar e di demeke nêzîk de çap bibe, ez bi hûrgilî li ser vê mijarê disekinim. Em xwediyê çandeke fikrî û olî ne ku stûnên wê yên sereke bi kêmanî beriya hezar salî hatine danîn û reng û bêhna heyamekê ji wan tê ku heyama fethên leşkerî û şer û kuştina navbera hêzên olî û mezhebî û siyasî de bû û têgehên wê berhema wê rewşa derûnî, civakî, siyasî û leşkerî ne ku, mixabin di kirasekî pîroz de bi navê kelepûra (selefên salih) guhastine vê heyamê û navendên olî yên curbicur, çi siyasî, çi fermî û çi navendên teqlîdî yên olî, bi navê zanista şerîetê nifşên nû pê perwerde dikin.
Ti reformeke sereke di wê kelepûrê de nehatiye kirin. Dibe ku li vir û wir Îxwanan an grûpên hevawayên wê yan navendên olî yên fermî û teqlîdî hin guhertinên hûr kiribin, wek qebûlkirina yariya demokrasiyê. Lê projeyeke seranserî ji bo rexnekirin û derbaskirina wê kelepûra fethan a totalîter heta vêga ji dayik nebûye.
Lewra her mirovekî pabendî olê, ne girîng e îslamî be yan na, mumkin e rojekê ji rojan ber bi şîdetê ve here, çimkî ev arezû di pirtûkên hizrî û oldarî de berçav e û tekstên metirsîdar di vî warî de hene ku, eger ew tekst di rewşa aştî û aramiyê de wek marên raketî bin, di her derfeteke kêrhatî de aktîf dibin û mirovên zivir û radîkal berhem tînin.
Bi dîtina min bizav û tevgerên îslamî ne celad, lê qurbanî ne! Belê ew qurbaniyên destê çand û kelepûrekê ne ku ew bi sadeyî û dilsafî û bi hêviya xwedênasîn û xwedê ji xwe razîkirinê xwe dispêrin wê, lê ew wan dixapîne û rêya wan şaş dike.
Eger metirsiyek ji grûpên îslamî yên nerm, an saziyên olî yên teqlîdî ku pir caran desthilatên sekuler bi xwe piştgiriya wan dikin, hebe; ji vê riwangeyê ye ku ew jî di tiştên biçûk ên rojane de guherîne, lê ti guherînek di wê kelepûra fikrî ku çavkanî û lêvegera bîrkirin û hest û hişê wan yê olî ye, nekirine.
Lewma tekane çareseriya sereke ji bo binbirrkirin (an bi kêmanî qelskirina) şîdeta olî, pêxistina şoreşeke wêrek a fikrî ye li dijî wan pirtûk û şêxên dîrokê ku di gorên xwe de ne û piştî hezar û ewqas salan, di sedsala bîst û yekê de hîn jî hukmê me dikin!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse