Di demekê de ku çavê hemû cîhanê li ser piştî salekê ji şerê berdewam ê Xezeyê û berbelavbûna şerê Îsraîl û Hemas û Hizbulahê bû, Serokê Partiya Neteweperest a Tirk (MHP) Dewlet Bahçelî, di Çiriya Pêşîn a 2024an de bi silavdaneke bi dest li endamên Kurd ên fraksiyona DEM Partiyê li parlamentoya wî welatî, wekî teqandina bombeyeke atomî, bala dinyayê ji bo pirsa Kurd li Tirkiyeyê kişand.
Dewlet Bahçelî berê û heta wê demê, hertim endamên Kurd ên parlamentoya Tirkiyeyê wekî piştgirên terorê û wekî beşekê ji PKKyê dihesiband, rexne li hikûmet û parlamentoya Tirkiyeyê digirt ku (cihê van, divê zindan be, ne hola parlamentoyê), loma silavdana wî ya bi dest bala gişkan kişand.
Piştî vê yekê di civîna fraksiyona partiya xwe de jî, destpêşxerî ji bo proseya aştiyê ragihand û daxwaz kir ku Serokê zindanîkirî yê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan, ji zindana Îmraliyê were parlamentoya Tirkiyeyê û di civîna parlamentoyê yan jî di civîna fraksiyona DEM Partiyê de dawî li şerê çekdarî bîne.
Piştî gotinên Bahçelî, hinek zanyarî (heta niha nehatine piştrastkirin), ketin nav medyayê ku qaşo di çend salên borî yên dema tenêmayîna Ocalan de, çend caran Dewlet Bahçelî û tewra Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî di proseyeke nehênî de li Îmraliyê, bi Abdullah Ocalan re civiyane û ya ku Bahçelî li parlamentoyê ragihand, ne helwesteke ji nişka ve lê belê encama civîn û hewldana wan a bi salan bû.
Divê em vê yekê ji bo dîrokê bihêlin, lê destpêşxeriya Bahçelî derî li ber wê yekê vekir ku DEM Partî wekî hêza nûnera siyasî ya Kurdan li Tirkiyeyê, rêvebiriya vê pirsê bigire dest, şandeyên xwe şandin Îmraliyê û peyama Ocalan ji bo Qendîlê û desthilatdarên Başûrê Kurdistanê û raya giştî ya Kurd anîn, ku Ocalan di demeke nêzîk de bangewaziya dawîanîna şerê çekdarî yê di navbera Kurdan û dewleta Tirkiyeyê de belav dike û xwazyar e ku xebata çekdarî bo xebata siyasî û yasayî bê guhertin.
Herçend tiştê ku li vir jî bala me kişand, nediyarî û nezelalbûna helwesta dewleta Tirkiyeyê di vê pirsa girîng de bû. Rast e Bahçelî hevbeşê sereke yê pêkanîna hikûmeta niha ya Tirkiyeyê ye û (MHP) hevpeymana (AK Partî) partiya Erdogan e, lê yê ku nûnertiya dewletê dike û derbirê siyaseta welatê xwe ye, ne Dewlet Bahçelî lê Erdogan e.
Ji aliyê kirdarî ve jî, di tevahiya van çend mehan de ku bi hesab pêvajoya aştiyê tê birêvebirin, ji aliyekî ve zêdetirîn serokên şaredariyan ên Kurd hatine rakirin û qeyûm li şûna wan hatine danîn, ji aliyekî din ve jî êrîş û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê li ezman û li ser erdê li dijî PKKyê berdewam in.
Di 27ê Sibatê de, piştî çûna şandeyeke berfireh a DEM Partiyê bo Îmraliyê û civîna wan bi Ocalan re, peyameke bi destxet nivîsandî ya du rojan berê ya rêberê PKKyê anîn û ji bo raya giştî belav kirin, ku tê de Ocalan ne tenê daxwaza dawîanîna li xebata çekdarî ji PKKyê dike, lê bi ser de jî daxwaz kiriye ku kongireyekê girêbidin ji bo fesixkirina (hilweşandina) PKKyê.
Peyama Ocalan bû babeta germ a medya û navendên siyasî yên navneteweyî û twra beşek ji welatên Ewropa û Amerîkayê jî piştgirî û helwesta xwe ji bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê nîşan da. Li hundirê Tirkiyeyê û li Kurdistanê jî hemû bal li ser wê yekê ne ka helwesta PKKyê dê çi be? Li benda gotina zelal a PKKyê derbarê peyam û daxwaza Ocalan de ne, lê di rastiyê de ya ku pêwîst e piştî peyama Ocalan gotina wê hebe, ne PKK lê belê dewleta Tirkiyeyê bi xwe ye!
Herçend PKKyê bi şêweyekî lojîkî pabendiya xwe bi naveroka peyamê ragehandiye, lê ya ku nediyar e di vê pirsê de helwesta Tirkiyeyê ye ku di bingehê de jî pirsa girîng li vir ew e gelo Tirkiye bi rastî aştiyê dixwaze?
Eger Tirkiye li dûv aştiyê bûya, qet nebe pêwîst bû di wan çend mehên borî de ku şandeya DEM Partiyê ji bo peydakirina zemîneya belavkirina peyama Ocalan di hat û çûna berdewam a Îmraliyê de bû, pêwîst bû Tirkiyeyê jî zemîne û şert û mercên aştiyê bida peydakirin.
Wekî ku di wê demê de ji bilî berdewamkirina şer tiştekî din nekir, pêwîst bû bi belavkirina peyama Ocalan re dewleta Tirkiyeyê jî wekî derbirîna niyetpakiya xwe ji bo aştiyê, biryara lêborîna giştî ji bo Demîrtaş û wan bi hezaran girtiyan bidaya ku bi hinceta alîgiriya PKKyê di zindanên Tirkiyeyê de ne.
An jî pêwîst bû bi daxuyaniyekê pêşwazî li bangê kiriba û pê re jî daxwaz ji parlamentoyê kiriba bi beşdariya hemû fraksiyonan komîteyekê ji bo lêvekolîna wan bend û birgeyên destûrî û yasayî pêk bînin ku çavkaniya înkarkirina hebûna Kurdan in li wî welatî û têkiliya wan bi nasnameya Kurdan û welatê wan ve heye.
Lê Tirkiyeyê ti yek ji van nekir. Vêga ne diyar e jî çi dike û hemû çav li ser wê yekê ne ka PKK çi dike. Daxuyaniya dawî ya Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê jî di vê derbarê de ew e ku daxwaza çekdanîna pêşwext a bêmerc a PKKyê dike û gotineke berê ya Erdogan tîne zimên ku dibêje, yan çekan deynin yan hûn dê bi çekên xwe ve bêne binaxkirin.
Di demekê de ku ti garantiyek ji bo piştî îhtimala pabendiya PKKyê jî nayê qalkirin. Aştî bi dizî nayê kirin û pirsa çareseriya kêşeya Kurd jî hewceyî helwestên zelal û vekirî û rêkarên dewleta Tirkiyeyê ye. Divê PKKyê bê handan ku bi ti awayî nekeve bin bandora hest û hevsoziya ji bo rêberê xwe yê zindanîkirî ku kes nizane çend sal in û di dema tenêhiştina wî de çawa miamele pê re hatiye kirin. Yan jî li hember çi sozeke bê garantî gihiştiye wê baweriyê ku bangeke wisa belav bike.
Her kes dizane çima xebata çekdarî li Bakurê Kurdistanê çêbû, lê kes nizane di ber çi de divê Kurd dev ji xebata çekdarî berdin. Gelo armancên ku PKKyê ji bo wan pêk hatibû, hatine bicihanîn? Eger axaftin li ser wê yekê ye ku serdema xebata çekdarî derbas bûye, nexwe çi li ser serdema serkutkirin û kuştin û qirkirina çekdarî ya dagîrkeran dibêjin?
Gelo rewş û dewraneke nû peyda bûye ku derfetên xebata siyasî û medenî bi wê astê berdest kiribe ku êdî hewcedariya Kurdan bi xebata çekdarî nemîne? Em tev bi çavê serê xwe rewşa Tirkiyeyê û siyaseta dewletê li hember Kurdan dibînin. Tewra di vê kêliya nazik û hestyar de ku dabaşa pirsa çareseriyê û proseya aştiyê tê kirin, dewlet li ser dûvketin û girtina ciwanên Kurd li ser bîr û baweriyên wan ên siyasî berdewam e. Serokên şaredariyan ku bi rêya hilbijartinan hatine, yek bi yek tên rakirin û qeyûm tên şûna wan. Proseya hilanîna parastina li ser parlamenterên Kurd her berdewam e. Kîjan siyaseta dewletê guheriye da ku pêwîst bike Kurd jî siyaseta xwe biguherin?
Divê ev peyam û bangewaziya Ocalan ji bo wê yekê sûd jê bê wergirtin ku Kurd amade ne bidin ser rêya aştî û demokrasiyê. Ma çi ji wê yekê çêtir heye ji bo Kurdan ku bikaribin bi awayekî aştiyane û demokratîk bigihîjin mafên xwe yên binpêkirî, yan qet nebe bikaribin bi rêya demokratîk daxwaza mafên xwe bikin.
Ji bo berdestkirina zemîneya aştî û xebata siyasî divê gavên pratîk ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve bên avêtin lê piştî banga Ocalan û piştî ku PKKyê jî tekalî agirbest ragihandiye, Tirkiye bi rêya bombebaranê li ser êrîşên xwe berdewam e.
Aştî û rêya çareseriya her kêşeyekê, bi aliyekî tenê nabe, divê baweriya her du aliyên kêşeyê bi diyalog û rêya aştiyane ya çareseriya pirsgirêkê hebe. Vaye li ser zar û li ser destê Ocalan, Kurdan amadebûna xwe nîşan daye ku bidin ser vê rêyê, divê em li benda Tirkiyeyê bin, ji ber ku ya ku hîn nediyar maye, ne helwesta PKKyê lê ya Tirkiyeyê bi xwe ye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse