Sînorê azadiya ramanê

04-03-2015
Prof. Dr. Îlhan Kizilhan
A+ A-
Papayê mesîhiyan li ser azadiya ramanê dibêje “kî gotineke xirab li ser dayîka min bêje, divê bizanibe ku wê kutek ji aliyê Papa de bixwe.” Li gorî Franzîskûs sînorê azadiya ramanê heye.

Li aliyê din Kurt Tucholsky, satîrvanekî bi nav û deng, pirs dike: “Satîr dikare çi bike û çi neke?  Ew dibêje: “Her tiştî!” Li gorî Tucholsky tiştekî gellekî normal e ku mirov ramanê xwe eşkere bibêje, çiqas ne li gorî dilê hinekan be jî. Herwiha mafê her mirovekî heye ku henek û pêkenokan li ser olan û pêxemberan, herwiha li dijî her mirovî binivsîne û bêje. Wiha ye?

Herwiha jî mafê her mirovekî heye ku ji wan karîkatûr û pêkenokan, an jî ramanên ne li gorî dilê wî xwe dûr bike, nexwîne û li dijî binivsîne.

Yek raman, yek fikir û yek jiyan ji bo hemû mirovan li dinyayê gengaz e?

Em 7 milyar mirov li dinyayê, 1500 milyon musilman, 1218 milyon katolîk, 1203 milyon ortodoks û protestant (mesihî), 900 milyon hindî, 420 milyon budîst, 450 milyon olên din li Çînê, 460 milyon olên din, 1 milyar mirovên bêyî ol û 2850 nav û şiklê xwedê deynin aliyekî, yek malbat herdem xwedî yek ramanê ye? Bêguman na!.

Herwiha 272 welat û herêm bi fermî hene, 193 dewlet endamên Neteweyên Yekbûyî ne. Nêzîkî 5000 etnîzîte, 220 çandên cuda û 6500 ziman hene. Li dinyayê 32 milyon mirov her sal zanîngehê xilas dikin. Ev hemû wek hev in, an jî wek hev difikirin? Bêguman na!.

Ramanên cuda û qebûlkirina wan yek ji serkeftiyên mirovatiyê û perçeyekî çanda demokrasiyê ne. Azadiya ramanê wek ehlaq, etîk, ol û mafên mirovan bingeha civakeke azad e.

Baş nîne ku mirov karibe li ser wan ramanan gengeşe bike, ramanên xwe biparêze, lê bêyî şidet û bê kuştinê? Ji bo min argûmentasyonên bi keleşinkofê bêrûmet û nîşana mirovê nizm û paşketî ye!.

Naxwe her mirov dikare bêsînor fikir û ramanê xwe bibêje? Her rojname an jî medya, di dema tora global de, dikare bêsînor ramanên cuda cuda biweşîne?.

Ez niha bêjim, sînor hene. Wexta mirov bi ramanên xwe mirovan biêşîne, çand û olekê binpê bike, derewan li ser mirov an miletekî belav bike, an jî şexsiyeta mirovekî, namûs û şerefa wî  bişikîne, hingê sînor heye.

Herwiha nabe ku mirov bi “ramanên” xwe banga qirkirina miletekî, komekê an jî şexsekî bike. Nabe ku mirov bi “ramana” xwe nefretê di nav milet de biçîne, banga şidetê, kuştina mirovê xwedî ramaneke cuda bike.

Mînak, dibe ku mirov destûrê bide propagandaya DAIŞê ya dijî mirovatiyê? Divê mirov destûrê bide wêneyên DAIŞê ku çawa serê mirovan jêdikin? Ez dibêjim na. Lê em wiha azadiya ramanê sînor nakin?.

Mînakeke din: Di van hefteyên dawî de fîlmekî li dijî ola Îslamê, ku li Amerîkayê hatiye çêkirin, bi rêya youtube belav dibe û Îslamê û pêxemberê wê gellekî xirab nîşan dide. Bila ev fîlm neyê weşandin û bila dewleta Amerîkayê wan fîlmçêkeran bike girtîgehê?.

Li ser wan pirsan bêguman fikirên cuda hene. Hinek wê bêjin ev ne azadiya ramanê ye û hinekê din jî wê bêjin ku mafê her mirovekî heye bêsînor ramanên xwe bêje an jî bi rêya medyayê belav bike.

Di meseleya azadiya ramanê de, mafên xwediyên medyayê ji yên serkirdeyên dewletên demokratîk bêtir in. Mafê azadiya ramanê û mafê rojnamegeriyê ne yek in. Ev herdu maf ji hev cuda ne. Ku rojnameyek ramana mirovekî di medyaya xwe de belav neke, ev nabe sansûr an jî sînorkirina ramanekê.


Bêguman her medya dibêje ku ew dixwazin her ramanên cuda û pirr-reng belav bikin. Lê medyayên wek Google/Youtube dikarin li gorî xwe dîtin û ramanan hilbijêrin û wan biweşînin an jî neweşînin.

Mînak, medyayeke ku rêzê li azadiya ramanê digire, divê li ser mijara fîlmê li dijî Îslamê nûçeyekê belav bike. Lê pêdiviya wêşandina wî filmî qet tine. Ev ne sansûr e. Ev dide xuyakirin ku ev medya xwedî prensîp e.

Em dîsa vegerin ser pirsa xwe ya azadiya ramanê. Divê baş were zanîn ku bêyî azadiya ramanê civakeke azad nabe. Ku ne wiha be, jiyana rojane wê herdem tijî şidet, gef û nefret be. Ku îro em li dijî terorê dengê xwe bilind nekin, ev tê wê wateyê ku teror serdikeve. Lê nabe mirov her mirovekî ku tiştekî tundrew, ne li gor dilê me bibêje, em wî jî wek terorîstekî mor bikin. 

Guman nîne ku divê mirov bi her awayî li dijî terorîzmê derkeve. Ji ber ku terorîzm dijminê azadiya ramanê ye. Ew ti ramana ji xeynî ya xwe qebûl nakin û ji bo vê jî bi hezaran mirov îro jî dikujin.


Ew bi tirs û şidetê dixwazin her ramaneke azad heps an jî tine bikin. Lewra jî têkoşîna ji bo azadiya ramanê hewqas giring e, ji bo me û ji bo mirovên ku em qet ji ramanên wan hez nakin.

Dîsa lê: Herdem divê armanc û sedema azadiya ramanê xuya be. Mirov dixwaze li ser pirsgirêkeke miletekî bindest, pirseke xwezayî, siyasî, civakî, olî an jî aborî ramanên xwe eşkere bike, hinek tiştan rexne û eşkere bike, da ku her kes agahdar be, an ji li ser haydar be, ev azadiya ramanê ye. Herwiha jî pêdivî tine ku mirov guhdariya her gotinên manyaq, tirr û dînekî bike.
 

Lê divê mafê her mirovekî hebe ku ramanên xwe, çiqas rast an jî ne rast be, bêje?

Bêguman! çiqas ne bi dilê me be jî, em tehmûl nekin jî, mafê wan divê hebe. Ji xwe wiha hêza azadiya ramanê, rêz û azadiya civakekê xuya dibe. 

Kurt Tucholsky dibêje ku satîr tiştekî gellekî pozîtîf e. Di nav satîr de rûyê mirovê bê karakter û bê rûmet zû eşkere dibe. Di nav satîr de, mirovê beredayî, çiqas bi kincên delal û zêrîn be jî, dîsa beredayî ye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst