Malbata Cemîl Paşayê Diyarbekirî, di dîroka Kurdistanê de yek ji malbatên zexim û xuyayî tê hesibandin. Yek ji malbatên ku mirov dikare bi tiliyan destnîşan bike ku di destpêka salên 1900 î de, zarokên xwe li dibistan û zanîngehên herî baş ên Stenbolê de ji bo xwendinê şandine. Ne tenê li Stenbolê, li baştirîn bajarên li Ewropayê li zanîngehan perwerdehiya xwe kirine. Di destpêkê de her çiqas mirov endam û zarokên vê malbatê, di nava leşkeriya osmaniyan de xwedî rol û erkên giran jî dibîne, her wiha bi awayekî eyan û berbiçav derdikeve holê ku vê malbata hanê ji bo Têkoşîna Rizgariya Kurdan; ji bo çand, kelepor û zimanê kurdî jî karên giranbûha kirine.
Ekrem Cemîl Paşa, neviyê Cemîl Paşa ye. Di sala 1891 î de çavên xwe ji jiyanê re vedike. Mezinê malbatê Cemîl Paşa dema rehma Xwedê dike sal 1902 ye û wê demê Ekrem Cemîl paşa 11 salî ye. Ekrem Cemîl Paşa, kurê Kasim Cemîl Paşa ye. Kasim Cemîl Paşa, ji 11 kurên Cemîl Paşa kesê çaremîn e. Ekrem Cemîl Paşa, di bîranînên xwe de li ser vê yekê wiha dibêje:
“Ji 11 birayan heft ji wan zewicî bûn, gelek keç û kurên wan hebûn. Çar mamê min ên ku bêzewac bûn, hê zarok bûn. dudu ji wan çar sal ji min mezintir, duduyê mayî jî her yek ji wan salek ji min biçûktir bûn. Her du mamên min, Kemal û Cewdet şehîdên Kurdistanê bûn. Bi guleyên tirkan hatibûn şehîdkirin. Çar mamên min, metekî min, sê dotmamên min, birayê min ê biçûk Şemsedîn (Bû qûrbanê tirkan), çar kurmamên min û ez; ango em 14 zarok, bi qasî sê salan ji hêla mamosteyên taybet ve li malê hatin perwerdekirin. Paşê di sala 1901 î de keçik bo dibistana keçikan, kur jî bo Dibistana Leşkerî ku perwerdehiya xwe tewaw bikin hatin şandin…” (Muhtasar Hayatim, Ekrem Cemîl Paşa, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Li Brukselê, Îlon 1989)
Ekrem Cemîl Paşa, bi qasî 7 salan li Dibistana Leşkerî dixwîne û di sala 1908 an de bi pîleyeke mezin bawername werdigire. Di heman salê de, ji bo ku perwerdehiya lîseyê bikin ji malbatê 8 zarok ji bo Stenbolê têne şandin. Beriya wan bi du salan du mamên Ekrem Cemîl; Brahim û Omer ji bo perwerdehiyê hatibûn Stenbolê. Tevahiya van ciwanan di nava 4 salan de xwendina xwe bi serkeftinî birin serî û li gelek fakûlte û beşên Zanîngeha Stenbolê bi cih bûn. Di sala 1910 an de Brahîm ji bo Almanyayê tê şandin. Piştî çar salan, ji Zanîngeha Munihê (Munçen) wekî Endezyarê Elektrîkê dîplome werdigire.
Piştî ku di sala 1912 an de Ekrem Cemîl Paşa ji Lîseya Sultanî ya Stenbolê şehadetname werdigire, ji bo xwendinê bo Ewropayê tê şandin. Di maweya salên 1912-1913 an de 5 zarokên ji mala Cemîl Paşa li Ewropayê xwendina bilind dikirin: Brahîm, Cevdet, Qedrî, Ekrem û Şemsedîn.
***
Sala 1908 an, di jiyana Ekrem Cemîl Paşa û endamên din ên malbatê ku li Stenbolê dixwînin saleke girîng û watedar e. Sal ew sal e ku bi “kurdîti”ya xwe, bi netewetiya xwe dihesin. Fermo em dîsa ji bîranînên Ekrem Cemîl Paşa dêhn û bala xwe bidin wê salê: “Di destpêka perwerdehiya sala 1908 an de, tevahiya dibistanên li Stenbolê, helbet ‘Numune Terakkî’ jî tê de, di nava tevlihevî û aloziyê de bûn.
Ji bilî xwendina dersan, dirûşmeyên bi rengê ‘bijî hurriyet, edalet, mûsawat!’ dihatin bihîstin. Di hinek dibistanan de polîs mecbûr mabû ku tepeseriya xwendekaran bike. Bereketa Xwedê ku piştî çend mehan bêdengiyek çêbû. Lê mejiyên me, mejiyên zarokên kurd tevlihev bû. Ev dirûşmeyên hanê, ‘bijî hurriyet, edalet, mûsawat!’ em hişyar kiribûn. Lê têrî me jî nedikir. Ji şagirtên dibistanê, ji 800 î zêdetir tirk bûn. Ji bilî wan, kurd, çerkez, arnawûd, laz, boşnak, rûm ermenî û ji gelên din şagirt hebûn. Şagirtên tirk serdestî û neheqî li yên din dikirin, an jî dixwestin bikin. Hejmara şagirtên kurd gihabû 15 an.
Roj bi roj navbera kurd û tirkan xerab dibû. Şevek di navbera van her du koman de şerekî dijwar derket. Bi destkariya rêveberiya dibistanê, şer hate rawestandin. Midûrê disbistanê hate agahdarkirin. Her çiqas kurdek jî birîndar nebibû, serê pênc tirkî hatibû şikênandin! Ev e, kurdîtiya min, kurdîtiya mamê min Omer Beg û kurdîtiya Qedrî di vê tarîxê de, di sala 1908 an de yanî beriya dema ku min bîranînên xwe nivîsand bi 65 sal berê, destpê kir…”
Bi rastî jî “kurdçîtî”ya ku bi şer û pevçûnên xwendekar û şagirtên li dibistanên Stenbolê destpê kir, piştî çar salên din dikeve merhaleyeke gelek girîng. Bi handan û zehmetkêşiya Omer, Qedrî û Ekrem Cemîl Paşa, bi awayeke fermî di sala 1912 an de “Hêvî Kürt Talebe Cemiyeti” (Cemiyeta Xwendekarên Kurd a Hêvî) tê avakirin. Qedrî Cemîl Paşa, di bîranînên xwe yên ku di pirtûka bi navê “Doza Kurdistan, Zinar Silopî, 1969” behsa sazîbûna “Hêvî”yê dike û dinivîse ku rêveberên saziyê ji van kesan pêk tê: Omer Cemîl Paşazade, Qedrî Cemîl Paşazade, Fûad Wanlîzadeyê ji Wanê, Cerrahzade Zekiyê Diyarbekirî.
Piştî avakirina “Hêvî Kürt Talebe Cemiyeti”, di nava demeke kurt de ji şagirtên Zanîngeha Stenbolê zêdetirî 200 kes xwe wekî endam lê qeyd dikin. Paşê cemiyet mohra xwe li bin weşangeriyê dixe û bi navê “Rojî Kurd” û “Hetawî Kurd” rojnameyên heftane çap dike. Divê bê diyarkirin ku “Rojî Kurd” piştî ku ji hêla hikûmetê ve tê qedexekirin, ji hêla Hemza Begê Miksî ve “Hetawî Kurd” dest bi weşanê dike. Di van weşanan de gelek nivîskar, edîb û helbestvanên kurd bi zimanê kurdî nivîsarên wêjeyî dinivîsandin. Evdirehman Rehmî Begê Hekarî û Ekrem Cemîl Paşa ji nav navan tenê dudu bûn.
Em ji bîranînên Ekrem Cemîl Paşa ku bûye bingeha vê nivîsarê hîn dibin ku serokê yekemîn ê Cemiyeta Hêvî, Cemîl Paşazade Omer Beg e. Sekreterê cemiyetê jî Qedrî Beg e. Piştî kurtedemek, zarokên Cemîl Paşa; Cewdet Beg, Qedrî Beg, Ekrem Beg û Şemsedîn Beg ji xwendinê diçin Swîsreyê. Omer Beg jî “Dibistana Zîreetê ya li Halkaliyê” dixwîne û vedigere Diyarbekirê. Ji ber vê yekê jî; ciwanên ji Silêmaniyê, Memdûh Selîmê Begê Wanî û Hemza Begê Miksî rêveberiya cemiyetê hildigirin ser xwe. Her wiha bi xebat û keftûlefta wan ciwanmêrên hanê “Hêvî” derdiket.
Li Ewropayê zarokên Cemîl Paşa li bajarên bi navê Cenevre, Lozan û Munîhê şaxên “Hêvî”yê ava dikin. Ekrem Paşa dibe serokê şaxa Lozanê. Piştî saleke din ango di sala 1914 an de Şerê Cîhanê yê Yekem destpê dike. Hate xwestin ku tevahiya şagirtên Osmanî vegerin Stenbolê. Xwendekar vedigerin. Di nava wan de zarokên Cemîl Paşa jî hene.
Li gorî Ekrem Cemîl Paşa, ew sal salên karesatê ne. Bi rastî jî yek bi yek di germahiya şer de, ji xwe re beşên leşkerî hildibijêrin. Li Canakkale û Qefqasan şer dikin. Di Eniya Erzeromê de, li dijî rûsan Brahîm Begê mamê Ekrem Cemîl Paşa birîndar dibe paşê ji ber birînên xwe dimire. Bi vî awayî di karesata şer de ji vê malbatê cend kesên din jiyana xwe ji dest didin.
Paşê Osmanî di şer de têk diçin, di gelek eniyan de leşkerên osmanî telef dibin. Dema ku Mustefa Kemal Paşa Heleb diterikîne û berê xwe dide Edeneyê. Ekrem Cemîl Paşa ku yekîneya wî ya leşkerî telef bibû bêyî ku xwe bi kesî bide agahdarkirin bi trênê berê xwe dabû mêrdînê.
Dema ku Peymana Mondrosê tê îmzekirin, Ekrem Cemîl Paşa li Diyarbekirê ye. Paşê du hevalên wî yên din ji eniya şer vedigerin Diyarbekirê: Cercîszade û Fikrî Ganîzade Reşad. Bi rojan şêwr û mişawirên giran dikin. Piştevaniya Qasim Cemîl Paşa jî werdigirin. Biryar didin ku pêwîst e ji bo selahiyet û rizgariya kurdan kar û xebatê bikin.
Demek paşê li Diyarbekirê saziyeke gelek girîng tê damezirandin: “Kurdistan Cemiyeti” (Cemiyeta Kurdistanê). Rêveberên saziyê ji van kesan pêk tê: Reşad, Fikrî, Omer û Ekrem Cemîl Paşa. Girîngiya vê saziyê ew bû ku Kurdistan Cemiyetî li Kurdistanê saziya yekem a siyasî bû.
Di maweyeke kurt de, diyar bû ku mala biçûk ku xebatên xwe lê dikirin, têra wan nake. Lewra ji Mala Çerkezzadeyên Diyarbekirî xaniyeke mezin tê terxankirin. Di demeke kin de hejmara endaman ji 500 kesî derbas dibe. Bi hezaran yarmet û alîgirên saziya “Cemiyeta Kurdistanê” çêdibin. Doktor Cewdet Beg, Doktor Fûad Beg, Parêzer Muhemed Efendî, Şêx Şerîf ku di sala 1925 an de Xerpêt (Elezîz) feth kiribû û li dijî rûsan qehremaniyên mezin nîşan dabû.
Paşê li Nisêbîn, Farqîn, Lice û Stewrê (Savur) şaxên saziyê têne damezirandin. Bi “Cemiyeta Kurdistanê” ya li Stenbolê re danûstandin û têkilî têne çêkirin. Cemiyet alîkariya darayî dide Remezan Begê Miksî ku dixwest Mem û Zîna Ehmedê Xanî çap bike. Her wiha cemiyet yarmetiya madî dide Muhemed Mukrî ku endamê Cemiyeta Kurdistanê ye û Kovara “Kurdistan” derdixe.
Çapxaneya (matbaa) cemiyetê çêdibe. Ekrem Cemîl Paşa, ji Patrîkxaneya Keldaniyan çapxaneyeke bicûk dikire. Çapxane, kaxez û hibira heyî têra wan û du salan kir. Ekrem Cemîl Paşa di bîranînên xwe de diyar dike ku ev çapxane, çapxaneya yekem a li Kurdistanê ye. Di wê çapxaneyê de bi navê “Gazî” (bang) rojnameyeke ku ji 4 rûpelan pêk dihat, dihate derxistin û belavkirin. Gelek navên muteber, di vê rojnameyê de ramanên xwe didan xuyakirin.
***
Ekrem Cemîl Paşa, piştî avakirina sazîbûna “Xoybûnê” di adara sala 1929 an de, ligel zarokên xwe mecbûr ma ku wekî penaber li Suriyeyê jiyana xwe berdewam bike. Jixwe beriya ku “binxet” bibe, ji Îlona 1925 an heta Gulana 1928 an li Girtîgeha Kastamonuya Tirkiyeyê hatibû derdestkirin. Ligel wî 43 kurdên din jî hebûn di hepisxaneya navborî de. Li wê derê, Ekrem Cemîl Paşa, dersên Qûran, tirkî û frensizî dide girtiyên kurd. Ew diyar dike ku fêrkirina zimanê kurdî qedexe bûye, lewre wî nekarîbûye dersa kurdî bide.
Ekrem Cemîl Paşa; yek ji arîstokrat, rewşenbîr û neteweperwerê kurd ku di sala 1891 î de li Diyarbekirê çavên xwe ji jiyanê re vekir, pistî jiyaneke têrtije, keftûleft û jan di 82 saliya xwe de ango di sala 1973 yan de li gurbetistanê, li Şamê çû ber rehma Xwedê...
Jêrenot: “Muhtasar Hayatim” a Ekrem Cemîl Paşa wekî min di nivîsarê de jî diyar kiriye ji hêla Enstîtuya Kurdî ya li Brukselê ve hatiye çapkirin. Lewre jî bi riya vê nivîsarê destxweşî û malavahiya rêveberiya enstîtuyê û serokê wê yê hêja Derwêş M. Ferho dikim. Pirtûk 17 sal berê (1989) hatiye çapkirin. Dil dixwaze bi çapeke nû, bi sererastkirin bergeheke tekûztir ji nû ve were çapkirin. Her wiha ev berhem hêja ye ku li zimanê kurdî were çapkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse