Dadgeha Bilind a Ewropayê êdî mafê penaberiyê nede kesên ku xwîndar in

04 April 2025
Dadgeha Bilind a Ewropayê biryar da ku êdî pirsgirêka xwîndariyê nabe sedema dayîna mafê penaberiyê yan parastinê ji koçberan re.
Biryar piştî wê yekê hat ku li ser dosyayeke xwîndariyê daxwaza penaberiyê ya penaberekî li Awisturyayê hate redkirin.
Dadgeha Bilind a Ewropayê ku bingeha wê li Luksemburgê ye, biryar da ku êdî mafê penaberiyê neyê dayîn ji wan kesên ku diçin Ewropayê û dibêjin, li welatê xwe rastî pirsgirêkên xwîndariya malbatî hatine.
Berê hin ji wan koçberên ku diçûn Ewropayê; digotin, malbata wan bi malbateke din re rastî pirsgirêkên xwîndariyê hatiye û wan ji tirsa ku di van pirsgirêkan de bên kuştin welatê xwe terk kirine.
Hinekên din jî digot ku ji keçekê hez kiriye û piştî ku eşkere bûye keçik hatiye kuştin.
Li gorî biryara dadgehê, êdî ev çîrok têrê nakin ku koçberek mafê penaberiyê yan parastina mirovahî wergire.
Dadgeha Bilind a Ewropayê dibêje, mercê wergirtina mafê penaberiyê divê ew be ku kes di bin metirsiya desteserkirin û êşandinê de be, ji ber regez, ramanên siyasî û olî, an jî ser bi neteweyeke diyarkirî ya di bin gefê de be, an jî ser bi komeke civakî be ku di civakê de nayê qebûlkirin; wekî mînak, hemregezxwazî.
Biryara dadgehê piştî wê yekê hat, li Awisturyayê koçberekî Efxan daxwaza penaberiya wî hatibû redkirin û wî daxwaza pêdeçûna biryarê kiribû. Koçber gotibû, ji ber pirsgirêka erd û zeviyan bavê wî û birayekî wî hatine kuştin û ew jî di bin metirsiyê de ye.

Almanya: Kesên heqaretê li Cihûyan dikin dê werin dersînorkirin
Almanya dixwaze welatînameya kesê ku welatînameyeke din jî heye û heqaretê li Îsraîl û Cihûyan dikin bistîne. Her wiha Almanya sê welatiyên Ewropayî û Amerîkiyekî dê dersînor bike ku li gorî rayedarên li Berlînê piştgiriya Xeze û Hemasê kirine.
Hikûmeta bê ya Almanyayê li ser vê yekê dixebite ka çi rêyên destûrî hene ji bo standina welatînameyê ji wan kesên ku piştgiriya terorê dikin, yan tundajo ne, yan jî dijî Cihûyan in (yanî li dijî Îsraîl û Cihûyan in).
Ev di belgeyekê de diyar dibe ku wekî kaxeza danûstandinan di navbera her du partiyan Yekîtiya Xirîstiyan (CDU/CSU) û Sosyal Demokratan (SPD) de heye ji bo pêkanîna hikûmeta nû. Di wê belgeyê de behsa wê yekê hatiye kirin, ka çawa welatîname ji wan kesan were standin ku welatînameyek din a wan heye û sîstema azad û demokratîk a Almanyayê dixin metirsiyê.
Li aliyê din biryar hatiye dayîn 4 kesên ku li Berlînê beşdarî xwenîşandanên ji bo piştgiriya Xezeyê bûne, bi tawana dijî Cihûyan, dê bên dersînorkirin.
Ya balkêş ew e ku, 3 ji wan welatiyên Yekîtiya Ewropayê ne û di nav wê yekîtiyê de sînor di navbera welatên endam de nîne û ji aliyê yasayî ve ne diyar e ka dersînorkirin çawa tê qebûlkirin; kesê çarem jî Amerîkî ye.
Ew kesên ku rexneyên wan li biryarê hene dibêjin, ev dubarebûna dosyayên wisa ye li Amerîkayê ku xwestin kesek ji ber beşdariya di xwenîşandaneke piştgiriya Xezeyê de dersînor bikin lê dadwerekî bicihkirina biryarê rawestandiye.

Li Holendayê rêjeya dayîna mafê penaberiyê kêm bûye
Li Holendayê Daîreya Koçberan bi şanazî radigihîne ku li bin siya siyasetên hikûmeta niha rêjeya dayîna mafê penaberiyê kêm bûye.
Havîna borî ji sedî 80yê ji daxwazên penaberiyê dihatin qebûlkirin, niha bûyeji sedî 65.
Daîreya Koçberan a Holendayê kêfxweş e ku di kêmtirî salekê de kariye bike ku mirovên kêmtir li wî welatî mafê penaberiyê wergirin.
Havîna par, yanî sala 2024an, ji wan kesên ku li Holendayê daxwaza mafê penaberiyê dikir, ji sedî 80yê daxwazên wan dihatin qebûlkirin; niha rêje daketiye ji sedî 65.
Daîreyê sedemên daketina rêjeya qebûlkirinê eşkere kir û diyar kir ku niha pîvanên dijwartir ji bo biryardayîna li ser dosyeyan hatine danîn. Sedemeke din jî ew e ku heta par jî Îraq û Yemen di nav wan welatan de bûn ku wekî herêmên metirsîdar dihatin naskirin û xelkê wan hêsantir mafê penaberiyê werdigirt lê îsal ev yek nema ye.
Par di nav Parlamentoya Holendayê de gelek rexne li Daîreya Koçberan hatin girtin, ji ber ku rêjeyeke gelekî bilind a mafê penaberiyê dabû xelkê. Sedema rexneyan ew bû ku li seranserê Yekîtiya Ewropayê rêjeya navîn ji bo dayîna mafê penaberiyê ji sedî 50 ye û Holenda gelekî li ser wê rêjeyê bû.

Swêd - Koçberên ku 4 sal in bersiva welatînameyê wernegirtiye hene
Saziyeke çavdêriyê ya dewletê ya Swêdê rexne li Daîreya Koçberan a welatê xwe digire û dibêje kes hene çar sal in daxwaza welatînameyê kiriye, hîn bersiva wan nehatiye dayîn.
Her wiha gelek caran biryarên rast li ser daxwaziyan nayên dayîn. Saziya Lêpirsînê ya Swêdê ku saziya herî bilind a çavdêriya saziyên dewletê ye û li karînî û saxlemiya karên wan saziyan dipirse, di vê demê de çavdêriya Daîreya Koçberan a welatê xwe kiriye.
Di rapora saziyê de hat ragihandin ku Daîreya Koçberan gelekî hêdî û bi bandor nîne di bersivdayîna wan kesan de ku daxwaza welatînameyê (yan pasaporta Swêdî) dikin. Saziyê nimûne bi vê yekê aniye, kes hene çar sal in daxwaza welatînameyê kirine û hîn bersiva wan nehatiye dayîn.
Sedema vê jî ew e ku Daîreya Koçberan zêdetir li ser wan dosyeyan kar dike ku bersivdayîna wan hêsan e, ewên ku pêdivî bi lêkolînên zêdetir hene ji bo demeke dirêj tên paşxistin. Ev jî kiriye ku kesên daxwazker ji bo demeke dirêj di çavdêriyê de bimînin.
Sazî daxwazê ji Hikûmeta Swêdê dike ku rêbazên pêwîst bigire û nehêle ku ev derengketin berdewam bike. Her wiha ji aliyê yasayî ve hêsankarî ji bo Daîreya Koçberan were kirin da ku bikaribe zûtir agahiyan li ser kesên daxwazker bi dest bixe û bi vê yekê bikaribe zûtir biryarê bide. Di heman demê de daxwaza wê jî hatiye kirin ku sîstemeke çêtir ji bo kontrolkirina karên di nav saziyê de were danîn da ku hemû kesên li wir wek hev kar bikin û biryarên şaş jî neyên dayîn.

Dadgereke Brîtanî bi şaşî mafê penaberiyê da koçberekî Kurd
Li Brîtanyayê dadgereke bi şaşî mafê penaberiyê da koçberekî ku xwe wekî Îraqî radest kiribû lê dadwer wisa zanîbû ku ew welatiyê Îranê ye. Niha ew koçber divê xwe ji bo dadgeheke nû amade bike û dibe ku mafê penaberiyê jê were standin.
Dadgerekê li Londonê berî çend rojan li dosyayekê nihêrî ku ya kesekî ji Başûrê Kurdistanê û welatiyê Îraqê bû. Dadgehê navê wî penaberî eşkere nekiriye ku kesî daxwaz kiribû ku li Brîtanyayê mafê penaberiyê bidinê, ji ber ku wekî ku ew dibêje, li ser torên civakî rexne li hikûmet û partiyên Kurdistanê girtiye û eger bê şandin rastî pirsgirêkan dibe.
Her wiha wî kesî gotiye ku wî li Brîtanyayê jî li dijî wan partiyan çalakî kiriye û berê daxwaza penaberiyê ya wî kesî hatibû redkirin, lê wê rojê dadwer (Helena Sefîld - Tampson) li Dadgeha Koçberî û Penaberiyê ya Londonê bêyî du dilî biryar dide ku mafê penaberiyê wergire.
Welatiyê Başûrê Kurdistanê bi dilekî xweş ji dadgehê derketiye, lê parêzerên Wezareta Karên Navxweyî ya Brîtanyayê daxwaza têhelçûnê dikin û dibêjin, xuyaye dadwer rêberiyên giştî yên Îraqê û Îranê tevlihev kiribe, ji ber ku hemû ew bingehên li ser çavdêrîkirina torên civakî, desteserkirin û êşandina xelkê bi wan sedeman di sîstema Brîtanî de behsa Îranê dikin ne ya Îraqê.
Piştî lênerînekê diyar dibe ku derbasî wisa ye û dadwer navê Îraq û Îranê lê tevlihev bûye; ji ber vê yekê biryar hatiye dayîn ku careke din li ser dosyaya koçberê Kurd civîn were kirin û biryareke nû li ser were dayîn.
Li aliyê din koçberekî 26 salî, ku gotiye xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, dosyayeke balkêş heye; ew piştî ku biryara dersînorkirina wî tê dayîn, diçe beşdariyê di xwepêşandanekê de li ber Balyozxaneya Îranê li Brîtanyayê dike. Ew koçber hesabeke Facebookê heye û rexne li Îranê digire lê tiştekî girîng heye ku koçber ji bîr kiriye, ew jî ev e ku berê di dosyaya xwe de gotiye, ew nexwendewar e; ji ber vê Home Office (berpirsên Wezareta Navxweyî ya Brîtanyayê) jê dipirsin, "Em baweriyê bi kîjanê bikin? Wê yekê ku tu xwendewar î û li Facebookê çalak î yan wê yekê ku tu nexwendewar î?"
Ji ber vê yekê wezaret li ser redkirina dosyaya wî û dersînorkirina wî israr dike lê paşê dadwerek biryara dersînorkirinê radigire.

Almanya: Dibistana Adarê ziman û çanda Kurdî pêş dixe
Îro şemiyê li Berlînê çalakiyeke balkêş ji bo fêrbûn û giringîdana bi zimanê Kurdî heye. Çalakî ji aliyê Dibistana Adarê ve tê birêvebirin. Adar Şule di salên dawî de karekî mezin ji bo pêşvebirina çand û zimanê Kurdî kiriye. Berê hevkarê min Zinar Şîno fîçerek li ser wan çêkiribû, ez dixwazim careke din bala we bikişînim ser.
Naveroka newsfîçerê:
Şemiyeke dawiya havînê li paytexta Almanyayê ye. Ciwan Tengezar deriyê Adar Şule, Dibistana Adarê vedike.
Ciwan Tengezar - Hunermendê mûzîkjen û xwediyê Dibistana Adarê li Berlînê
"Adar Şule di navbera çar ta pênc salan de li ser xetê bû ango online bû. Nêzî heşt salan ez li cihekî digeriyam, çar salan berê min ev der dît. Hûn dizanin li Berlînê dîtina cihekî ji bo dibistanan û kar jî zehmet e, her wiha kirê jî gelekî bilind e. Êdî min ev der dît, nêzî çar salan e em li vir in."
Dengê xwezayî...
Îro ji bo fêrbûna amûra sazê (tembûr) hatiye diyarkirin.
Xurşîd Hacî Sînan - Fêrxwazê mûzîkê:
"Niha em ji bo kursa tembûrê li vir in. Ez bi başî şarezayê jiyana Adar Şuleyê me. Kursa tembûrê li vir profesyonel e. Em notan yek bi yek fêr dibin. Kesê ku qet tembûr nejeniye jî dikare bê vir û fêr bibe, eger li Adar Şule digel mamoste Ciwan ji destpêkê ve xwe hînî tembûrê bike."
Dengê xwezayî...
Ciwan mirovekî gelekî berhemdar û mişt jiyan e. Ew stranbêj, mûzîkjen, şanoger û nivîskar e. Kaniya van hemû tiştan şeydayî û evîndariya wî ji bo zimanê Kurdî ye. Ji ber vê yekê, erkê zimanê Kurdî bi zaravayên cihê ji bo wî li serê lîsteya karên Dibistana Adarê ye.
Ciwan Tengezar - Hunermendê mûzîkjen û xwediyê Dibistana Adarê li Berlînê
"Karê me yê sereke zimanê Kurmancî, Soranî û Zazakî ye. Em dixwazin kursên Kelhûrî jî vekin, ji ber ku daxwaz li ser heye lê min heta niha mamosteyek nedîtiye. Nêzîkî çar pênc hefteyan berê hevalekî ji min re got ku ji Amerîkayê mamosteyek heye dikare dersên Kelhûrî jî bide."
Dengê xwezayî...
Mamosteyê Kurmanciya jêrîn an Soranî, ji Rojhilatê Kurdistanê ye û ji 2019an ve dersan dide. Her kursek du mehan dikişîne û her carê jî zêdetirî bîst fêrxwazan beşdar dibin.
Wefa Bidax – Mamosteyê zimanê Kurdî li Dibistana Adarê li Berlînê:
"Kursa fêrbûna zimanê Kurdî li vir du mehî ye, yanî her kursek du mehan dikişîne. Hejmara beşdaran ne cîgir e, carinan 20 ta 25 kes in û carinan 40 kes in. Tiştê ku ez hewl didim fêrkirina fêrxwazan e, lê pêwîst e xwendekar bi xwe jê hez bike û hewla fêrbûnê bide, ji ber ku ez tenê saetekê ligel wan kar dikim. Bi saetekê fêr nabe, loma divê fêrxwaz bi xwe mamosteyê xwe be û gelekî hewl bide û rênimayiyan bi başî bi cih bîne ji bo ku bi başî fêrî zimanê Kurdî bibe."
Ez ji Ciwan dipirsim kî dixwaze fêrî zimanê Kurdî bibe, baş guhdariya bersivê bikin.
Ciwan Tengezar - Hunermendê mûzîkjen û xwediyê Dibistana Adarê li Berlînê
"Piraniya beşdarên kursên zimanê Kurdî ne Kurd in, lê Ewropî ne, Almanî, Nemsayî, Swîsrî û Îtalî ne, û vê dawiyê ji Viyetnamê jî çend beşdar hebûn. Berê ji welatên din jî çend beşdar hebûn. Sedema sereke evîn û dildarî ye. Kesên ku ji hevjînên xwe hez dikin fêrî Kurdî dibin. Yanî 80% sedema yekemîn a fêrbûna zimanê Kurdî evîn e."

Ciwan Tengezar, hunermend û muzîkjen û xwediyê dibistana "Adar"ê li Berlînê, mêvanê bernameya Diyasporayê bû û li ser projeya xwe ya nû ya bi navê "Zimanê Arîn" axivî, ku projeyek e ji bo hînkirina zimanê kurdî bi awayekî çalak û balkêş.
Tengezar diyar kir ku navê pirtûkê ji bûyereke sade tê "Navê kurê min ê biçûk Arîn e û keça min carekê wêneyê wî kişandibû ku zimanê xwe nîşan dide. Ji ber vê yekê min plan kir ku ji bo hînbûna zimanê kurdî pirtûkeke nû binivîsim û navê wê bikim Zimanê Arîn ji ber ku em li mala Arîn hîn jî bi kurdî diaxivin."
Tengezar li ser xeysetên pirtûkê wiha got "Min hewl daye pirtûkekê amade bikim ku her kes dikare bê mamoste û bê rêziman fêrî kurdî bibe. Pirtûk ji bo mezin û ciwanan e, lê malbat jî dikarin bi zarokên xwe re bi hev re fêr bibin."
Yek ji nûjeniyên vê pirtûkê jî bikaranîna teknolojiya nû di hînkirina zimanê kurdî de ye. Ciwan Tengezar dibêje: "Di pirtûkê de QRkod hene, ango kodên QRê hene ku mirov dikare bi telefona xwe ya destan skan bike û li hemû axaftinan guhdarî bike, her wisa gelek pirs hene li gorî mijaran ku divê beşdar bi xwe bersiva wan bide."
Navborî dixwaze projeya xwe bidomîne û dibêje: "Her ku dem û derfeta min hebin, ez ê cildê duyem jî binivîsim." 
Tengezar tekez kir ku evîn sedemeke sereke ya hînbûna zimanê Kurdî ji aliyê xerîban ve ye û got: "Piraniya biyaniyên ku ji bo fêrbûna kurdî tên jinên ku hevjînên wan Kurd in û bi rêya hezkirinê tên. Lê hin kesên din jî hene wek akademîsyen, dîplomat û lêkolîner ku ne ewqas zêde ne."
Derbarê qursên hînbûna zimanê kurdî li Dibistana Adarê, Tengezar diyar kir ku beşdarên kursê bi xwe biryar didin ku dê çiqasî serkeftî bin, ji ber ku mirov nikare hefteyê carekê di nav nod deqeyan de fêrî zimanekî nû bibe, divê meriv erkên xwe yên malê bi cih bîne. Yên ku bi rastî hewl didin ku zû fêr bibin divê kedkar û bi israr bin.
Tengezar wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez pêşniyar dikim ku Kurd ji zimanê xwe hez bikin, bala xwe bidinê û dilê me xweş bikin."
***
Destûra ketina nav axa Brîtanyayê bû elektronîk
Ji çarşema borî ve, kesên ku dixwazin ji welatên Yekîtiya Ewropayê bikevin axa Brîtanyayê, divê pêşî serîlêdana destûra elektronîkî ya bi navê ETAyê bikin. Ev tê wê wateyê ku her kes, di nav de yên ku pasaportên wan ên Ewropî jî hene, divê serî li wê destûrxwestinê bidin.
Ji yekşema bê ve, nirxê rêpêdana elektronîk ji bo her kesekî 16 pound ango nêzî 19 euroyan e. Her kesekî jî carekê rêpêdana elektronîk wergirt dikare heta 2 salan çûnûhatina Brîtanyayê bike.    
Ji bo kesên ku dixwazin zanibin ka meriv çawa serlêdana destûrnameyê dike, hevkarên min dê niha li ser ekranê malpera wê sepanê nîşanî we bidin ku hûn dikarin bi rêya wê serlêdanê bikin. Feyde ev e ku hûn dikarin çend demjimêran berî ku hûn biçin Brîtanyayê serlêdanê bikin û hûn ê bi gelemperî bersiveke zû bistînin.

Çîroka serkeftî ya Aras Fazil Şiwanî, şofêrê otobusê li Almanyayê
Li Ewropayê çîrokên serkeftina wan kesên ku ne demeke dirêj e li derve dijîn gelek in, lê hin ji wan cudatir û balkêştir in. Mînakeke van çîrokan, çîroka Aras Fazil Şiwanî ye. Niha li Almanyayê şofêrê xeta otobusê ye, ew dixwaze dabaşa çîroka xwe bike û projeyekê eşkere bike ku li gorî wî dikare pirsgirêkên trafîk, jîngehê û gelek pirsgirêkên din ên Kurdistanê kêm bike. Ew dibêje bi vê projeyê dê gundên Kurdistanê jî şêntir û avadantir bibin.
Naveroka newsfîçerê:
"Navê min Aras Fazil Şiwanî ye, ez xelkê Kerkûkê me û niştecihê Hewlêrê bûm. Sê salan min karê şofêriyê ji bo Rêveberiya Çakirin û Parastina Rêyan a Hewlêrê kiriye. Paşê min salekê ji bo Rêveberiya Tenduristiyê ya Hewlêrê li beşa depoyên derman kar kiriye. Ji sala 2015an ve hatim Almanyayê û heta niha li vir dijîm.
Ev otobus bi navê Glîngbûs e, dirêjahiya wê 18 metre ye, 95 kursî tê de hene. Em dikarin ji 95 heya 120 rêwiyan hilgirin. Her wiha sê deriyên wê jî hene.
Ev zêdetir ji bo çaxê dewama xwendekaran tê bikaranîn, sibeh û êvaran dema ku dewam xilas dibe. Ji ber ku rêjeyeke mezin a zarokan heye. Her wiha alîkarekî gelekî baş e ji bo kêmkirina pîskirina jîngehê, ji ber ku dikare di carekê de 120 rêwiyan hilgire, ku nêzîkî 20 caran li rêwiyên otomobîlên biçûk e. Mixabin li Kurdistanê otobusên herî mezin 21 an jî 30 kesî ne. Ev tê wê wateyê ku ev çar caran ji otobusên Kurdistanê dirêjtir e û zêdetirîn rêwî hildigire. Ji bo ajotinê jî otobuseke gelekî xweş e, gelekî nerm e.
Nêzîkî du salan e z şofêrê otobusê me li kompanyayeke bi navê Deutsche Bahnê."
Aras Şiwanî kurê Kerkûkê ye û li Hewlêrê ji dayik bûye. Niha li Almanyayê şofêrê xeta otobusê ye. Ew dixwaze çîroka xwe vebêje û projeyekê eşkere bike ku bi baweriya wî dikare pirsgirêkên trafîk, jîngehê û gelek pirsgirêkên din ên Kurdistanê kêm bike. Bi gotina wî "bi vê projeyê gundên Kurdistanê jî dê şêntir bibin."
Şiwanî bû mêvanê bernameya Diyasporayê û behsa wê kir ku sîstema veguhastina giştî li Almanyayê giringiyeke xwe ya mezin heye û gelekî baş rêkxistî ye, amaje bi wê yekê jî kir ku pîşeya şofêrê otobusê li Kurdistanê wekî pîşeyeke kêmdahat tê dîtin.
Ew dibêje, "Şofêrtiya otobusê yan jî xeta otobusê hêsankariyeke mezin e ji bo kêmkirina qelebalixiyê dike, her wiha şênkirina gundan û alîkariyeke gelekî baş e ji bo xwendekaran."
Şiwanî mînakeke berbiçav der barê çawaniya xizmetguzariya otobusan li Almanyayê anî, ku tewra ji bo yek xwendekarî li deverên dûr jî xizmetguzariyê pêşkêş dikin û got: "Gund heye ez bi vala çil xulekan diçim, yek xwendekar heye ku temenê wî şeş an heft sal e, em wî dibin ji bo bajêr û dibistana wî û dema ku dewam xilas dibe em dîsa wî vedigerînin mala wî."
Li gorî gotinên Şiwanî, ev yek jiyana zarokan ewletir dike û bargiraniyeke kêmtir dixe ser malbatan, ji ber ku şofêr ji tenduristiya rêwiyan heya ku digihêjin malê berpirsiyar in."
Derbarê şiyana bicihanîna vê sîstemê li Kurdistanê, Şiwanî bawer dike ku dibe, ji ber ku li Kurdistanê kolan berfirehtir in û derfeta wan a zêdetir heye.
Wî giringiya sûdên sîstema otobusan ji bo kêmkirina pîskirina jîngehê û qelebalixiyê ducare kir û got: "Otobusek dikare sed û bîst kesan hilgire, ku wekî siwarên nêzî 30 otomobîlan e."
Di dawiyê de Aras hêvî kir ku di demeke nêzîk de sîstema otobusa Almanyayê li Kurdistanê bê bicihanîn û dîmeneke xweşik bide bajar û gundan û hêsankariyeke baş jî ji bo niştecihên Herêma Kurdistanê bikin.

Sazgar Salih Akademiya Tendurustiya Bedewkariyê li Almanyayê bi rê ve dibe
Sazgar Salih xanimeke karsaz a serkeftî ya Kurd e li Dyasporayê, xwediya Akademiya "Pretty Skin" e li bajarê Dusseldorfê li Almanyayê. Li vir kolanek heye ku hemû markeyên mezin û navdar liqên xwe lê hene. Piraniya caran ev kolan tijî geştyarên welatên dewlemend e, wekî welatên Kendavê. Akademiya Pretty Skin li wê kolanê ye.
Naveroka newsfîçerê:
Spas ji bo Xwedê ku ez gihîştim vê derê, duyemîn car e ez bi şanazî beşdar dibim. Navê min Saze ye, ez xelka Silêmaniyê me, 25 sal in li Almanyayê dijîm.
Min Fîzîk xwendiye, pisporiya min fîzîka atomî ye. Piştre min warê bedewkariyê xwend. Min xwest şûneke biçûk a taybet bi min hebe, paşê min hêdî hêdî ew mezin kir heta ku karsaziya min gelekî mezin bû û bû navendek.
Piştî ku navenda min mezin bû, min xwest zêdetir di warê bedewkariyê de bixwînim, ez bûm mamoste. Bi Almanî dibêjin 'Dosentin'. Min akademiyeke xwe li cihê herî bi nav û deng ê Dusseldorfê ku jê re dibêjin Konigs vekir.
Paşê min xwest berhemên taybet ên min hebin. Ez li gelek cihan geriyam, li hemû Ewropayê, paşê çûm Koreyayê ku di warê bedewkirina çerm de ji me pêşketîtir in. Li wê derê bi çend kesên ku min nas dikirin re, me dest bi çêkirina maskekê kir. Spas ji bo Xwedê, me mask bi awayekî gelekî serkeftî çêkir û berhem anî.
Ev mask patenkirî ye û li hemû dinyayê hatiye ceribandin. Ceribandinên wê yên klînîkî hene. Tiştê ku vê maskê ji yên din cuda dike ew e ku di navê de xweliya zêr a 24 karat, kolajen, koke û tiştekî ku bi Almanî jê re dibêjin 'Schleim' [şîrêz] heye."
Saze Salih a karsaza Kurd li Almanyayê kariye di warê berhemên bedewkarî û lênêrîna çermê rû de xelata navneteweyî bi dest bixe û di dawiya sala 2024an de, di roja Newrozê de ew xelat wergirtiye.
Saze, xwediya Akademiya "Pretty Skin" li Dusseldorfê, derbarê kar û akademiya xwe û wekî keçkarsazeke serkeftî ya Kurd axivî û behsa wê yekê kir ka çawa ew ji warê fîzîka atomî de hatiye warê edewkariyê û niha xwediya akademî û berhemên xwe yên taybet e.
Sazê qala berhema xwe ya taybet a bedewkariyê kir û got: "Yek ji berhemên sereke yên navenda Pretty Skinê, maska taybet a bi navê Saze ye ku tê de pêkhateyên hêja yên wekî zêr, şîrêza helezûnan û kolajen hene. Ev berhem ne tenê li Ewropayê, lê li Koreya Başûr jî serkeftî ye û li taqîgehên bijîşkî yên wî welatî hatiye pejirandin, ku di warê lênêrîna çermê rû de pêşeng in."
Saze dibêje: "Niha ev mask li bazarên bi nav û deng ên bajarê Dusseldorfa Almanyayê tê firotin, li kêleka markayên cîhanî yên wek Dior, Fendi û Prada, bi vî awayî bûye nûnerê navê Kurdan li asteke bilind a bazara bedewkariyê."
Derbarê xelata ku ji bo karsaziya navendê wergirtiye, Sazê dibêje: "Xelat ji ber kalîte, xizmet, başî û bandora maskê bi navendê hatiye dayîn."
Paşxana zanistî ya xwediya wê alîkar bûye di çêkirina berheman de ku bingeha zanistî hene, yek ji wan zêr e. Di vî warî de Sazê Salih got: "Zêr ne tenê ji bo bedewkariyê ye di nav berheman de, lê şiyana wê ya yekbûna digel atomên avê heye. Bo nimûne, yek atoma zêr dikare bi sêsed hemberî giraniya xwe digel atomên avê bike yek."
Saze eşkere kir ku ew zêdetir ji du salan mijûlî çêkirina maskê bûye û dibêje: "Şanaziyeke mezin e ji bo min wekî keçeke Kurd û diyasporanişîneke Kurd ku li vir karibim berhemeke wiha hêja û bi sûd pêşkêşî mirovahiyê bikim."
Ev serkeftin mînakeke diyar e ji bo amadehiya Kurdan di warên cihêreng ên diyasporayê de û şiyana berhemhênanê ya Kurdî di asta navneteweyî de.