Diyaspora - Diaspora la Amrika
Vê carê bernameya Diyasporayê li ser Kurdên diyasporaya Amerîkayê bû, têkiliya di navbera wan de û her wisa zanîna wê yekê ka dê di siberojê de bandora wan li ser siyaseta Amerîkayê çawa be, bandora dengên wan li ser hilbijartinê û siyaseta çar salên bê yên Amerîkayê dê çawa be û nêrîna wan li ser siyasetên Donald Trump li hundir û derveyî Amerîkayê û balkişandina ser wê yekê ku hê jî lobiya Kurdan li wî welatî nîne.
Şeş Kurdên xwedî ezmûn û pisporên siyaseta Amerîkayê mêvanên bernameyê bûn, di nav wan de lêkolînvan Kanî Xulam, xanim Fewziya Ezîz ku li Amerîkayê dijî, Samî Saleyiyê karsaz, her wisa Huner Zêbarî, çavdêrê siyasî yê ciwan û jêhatî, Yûsif Azad ji Enstîtuya Kurdî li Amerîkayê, her wiha Dilêr Reşîd ji Navenda Amerîkî-Kurdî.
Li destpêkê xanim Fewziya Ezîz ku ji sala 1977an ve li Amerîkayê dijî û çavdêreke jêhatî ye, axivî. Destpêka gotina xwe bi Amerîkaya serdema nû ya Trump dest pê kir û ragihand ku ew derbarê siyaseta Donald Trump a çar salên bê de hem geşbîn e hem jî reşbîn e. Geşbîniya xwe bi wê yekê ve girêda ku Trump bi cidî ji bo vejandina aboriya Amerîkayê kar dike ku ev yek ji bo Amerîkiyan pir girîng e û xwesteka wan a sereke ye û diyasporaya Kurdî jî dê beşek ji wê sûdê be. Reşbîniya xwe jî bi soza Trump ku berî hilbijartinan dabû li ser awayê tevgera xwe li hember koçberan, girêda.
Fewziya xanimê hêvî kir ku vê carê siyaseta Donald Trump li hember Kurdan û doza wan ji berê çêtir be û bikare peywendiyên baş û berjewendiya hevbeş di navbera her du aliyan de çêbike.
Xanim Fewziya diyar kir ku piştî Trump her tişt biha bû, rewşa aborî ya xelkê bi giştî xirab bûye, tewra malbatine Kurd hebûn nikarîbûn di 6 mehan de carekê goşt bikirin û dibêje "Me çar salên dijwar derbas kirin û ez hêvîdar im ku di çar salên bê de rewş baştir bibe."
Samî Saleyî karsazekî bi navûdeng e li nav diyasporaya Kurdan li Amerîkayê, li ser serkeftina Donald Trump û siyasetên wî li hundir û derveyî Amerîkayê ragihand ku wan ezmûna Donald Trump wekî serokê Amerîkayê dîtiye ku xalên erênî û neyînî jê tê de hebûn. Aliyê erênî baştirkirina aboriya Amerîkayê bû lê xala wî ya lawaz jî ew bû ku nola xwediyê şirketekê tevdigeriya û carinan bi tweetekê berpirsekî mezin ê îdareya xwe dişand malê.
Li ser reftara wî bi Kurdên Amerîkayê re jî dibêje "Kurd li Amerîkayê dabeş bûne û mixabin me nekarî amareke zelal û tevahî li ser hejmara xwe li Amerîkayê bi dest bixin û herin ba berbijêran an kampanyayên wan û ji wan re bibêjin ku qebare û mezinahiya me evqas e û daxwazan bigihînin û bi cih bikin."
Li ser rewşa aborî ya Amerîkayê, Saleyî dibêje "Li ser mûçeya her mûçegirekî nêzî ji sedî 2 zêde bû, lê ji aliyê din ve jî nirxê her tiştî ji sedî 30 zêde bû. Ango enflasyon hebû. Paşê Demokrat gelek bacan li ser xelkê datînin, loma rewşa xelkê ya aborî ne mîna berê baş e û pere kêm bûne."
Li gorî Kanî Xulamiyê lêkolîner, li ser awayê çar salên bê yên îdareya Donald Trump bo Kurdên daniştvanên Amerîkayê, Kurdên li Amerîkayê nikarîbûn tev li siyaseta Amerîkayê bibin, nimûne, wekî Cihû, Yewnanî û…loma jî bandora wan li ser siyaseta Amerîkayê tune. Xulamî bang li ciwanên Kurd kir ku ji niha û bi şûn de bikevin nava siyasetê û bigihin postên bilind û bandorê li ser siyaseta navxweyî û derve ya welêt bikin, piştre jî bikarin sûdê bigihînin diyasporaya Kurdî li Amerîkayê û her wiha Doza Kurd.
Got jî "Hilbijartina vê carê ya Donald Trump peyamek e ji bo serkirdeyên Rojhilata Navîn ên ku naxwazin an jî ditirsin dev ji kursiyên xwe berdin û paşê nikaribin vegerin ser desthilatê. Trump mînakeke baş a vê yekê ye û ger ew bi ser nekevin divê ew jî heman tiştî bikin."
Yûsif Azad ji Enstîtuya Kurdî li Amerîkayê li ser giraniya diyasporaya Kurdan li Amerîkayê biland "Diyasporaya Kurdan li Amerîkayê kesên jîr û jêhatî vedihewîne ku mohra wan darîçav e. Lê me nikarîbû bigihin postên bilind û bandorê çêbikin û bi nêrîna min siyaset û helwestên partiyên siyasî yên Kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanê bandorê li ser takekesên Kurd ên daniştvanên Amerîkayê jî dikin."
Yûsif Azad diyar kir ku piraniya nifşê kevn ê Kurdên Amerîkayê dengên xwe didin Komarparêzan. Lê nifşê nû berovajî wan dengên xwe dide Demokratan. Hin caran jî berjewendiyên parçeyan jî dibin sedem, wek mînak Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li Amerîkayê dixwestin Trump bi ser bikeve, lê Kurdên hin beşên din ên Kurdistanê dixwestin ku Kamala Harrisê bi ser bikeve.
Yûsif Azad geşbîniya xwe nîşan da ku nifşekî nû ji kesên bibandor xasma li Washington, DC û her wisa li Virginiayê heye ku dikarin di paşerojê de bibin mirovên bibandor.
Huner Selîm çavdêrekî siyasî yê ciwan û jêhatî ye. Li ser nifşê nû yê Kurdan li Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku ciwanên Kurd li Amerîkayê ji ber berjewendiyên xwe li ser Demokrat û Komarparêzan hatine dabeşkirin. Mînak, Kurdên Bakurê Kurdistanê ku gelek ji wan bi qaçaxî bi rêya Meksîkayê derbasî Amerîkayê bûne, ji bo ku rê neyê girtin nedixwestin Trump bi ser bikeve. Lê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan Trump da ku hê bêtir neyartiya Îranê bike.
Huner Selîm her wisa dibêje "Mixabin ciwanên Kurd ên li Amerîkayê ne xwedî navend an rêxistinekê ne ku wan bigihîne hev û bandorê li ser siyaseta Amerîkayê bikin. Lewra hebûna rêxistinekê yan komekê pir girîng e. Nimûne, di referanduma sala 2017an de bi hezaran xortên Kurd ji hemû eyaletên Amerîkayê hatin ber Koşka Spî û daxwaza piştevaniya Amerîkayê ji bo serxwebûna Kurdistanê dikirin. Ango hîna jî kurdayetî kûr di dilê xortên Kurd ên Amerîkayê de heye."
Huner wiha pê de çû "Îsraîl ji sala 1964an ve li Amerîkayê rêxistineke lobî ji bo Îsraîlê ava kir û pir sûd jê dît. Mînak, di vê hilbijartinê de, vê grûpê zêdetirî 100 milyon dolarî ji bo piştgirîkirina senatorên alîgirên Îsraîlê û her wisa li dijî senatorên ku dijî Îsraîlê ne, xerc kir. Lê Kurd li sala 2024an bê rêxistin, kom û navendeke lobiyê li Amerîkayê ne ku ev jî cihê xebînetê ye."
Dilêr Reşîd ji American Kurdish Center ku bi salan e li Amerîkayê dijî û gelek serok û îdareyên Amerîkayê dîtine, di wê baweriyê de ye ku kêmbûna hejmara Kurdan li Amerîkayê û her wisa hewlnedana Kurdan a têketina nav siyaseta Amerîkayê du sedem in ku dengê Kurdan li Amerîkayê bandoreke mezin nake, piraniya wan bi ked û karsaziya xwe ve mijûl in, her wisa ti Kurdek nebûye karsazekî mezin ku karibe bi karsaziya xwe bandorê li siyaseta Amerîkayê bike. Veneşart jî ku faktorên aborî û xirabbûna rewşa aborî ya xelkê bû sedema serkeftina Trump.
Dilêr Reşîd behsa bandora diyasporaya Kurdan li Amerîkayê dike û dibêje "Hevgirtin û yekîtî çareseriya herî çê ye. Ev jî bi rêya avakirina rêxistineke Kurdî ku bi şêweyekî kar bike ku kurdîtiyê li pêş hizbîtiyê bigire. Her wisa girîngîdana bi xwendina bi zimanê Kurdî û xurtkirina çand û kultûra Kurdî li vir. Her wisa em beşdarî hemî rêxistinên wan bibin. Ev yek dê Kurdan xurt bike û dê xelk û alî ji me bixwazin ku em herin nav refên wan û em dê kartêker bin û bikarin bi vî rengî lobiyê ji bo xwe û doza gelê xwe bikin. Lewra heta Kurd li vir nebin yek, dê ti bandora me nebe."
Yûsif Azadê ku bi salan e li Enstîtuya Kurdî li Amerîkayê kar dike, ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdan li Amerîkayê çareseriyek pêşkêş kir "Pir pêwîst e ku hemû partiyên Kurdistanî, di nav de partiyên desthilatdar û muxalefetê û her wiha partiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê yên li Amerîkayê, bi beşdariya hemû kesayet û rêxistinên Kurdî li Amerîkayê kongreyeke neteweyî li dar bixin û bikarin li vir saziyeke Kurdistanî çêbikin ku dûrî hizbîtiyê be. Li şûna vê yekê divê giraniya xwe bidin ser kurdayetiyê û bi vê yekê dikarin ji bo Doza Kurd gelek lobiyan çêbikin û wê demê diyasporaya Kurdan dê bandorê li siyaseta Amerîkayê bike."
Derbarê siyaseta Donald Trump a li hember Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê de, Yûsif Azad dibêje "Ji sala 2016 heta 2020an ezmûna me ya siyaseta Trump a li hemberî Kurdan heye. Siyaseta Trump a li hemberî Kurdan di wê demê de bi awayekî xirab bû ku Doza Kurd 50î salî vegerand paş. Mînak, me di 16ê Çiriya Pêşîn de nîvê axa Kurdistanê ji dest da, Trump pişta xwe da me. Her wisa Efrîn hat dagirkirin ku bi qasî Mehabadê Kurdistanî ye, lê Trump bê helwest ma. Her wisa li 2019 nîvê artêşa Amerîkayê ji rojhilatê Sûriyeyê vekişand û Rûsan jî tavilê cihên wan tijî kir. Her çend Trump di nîvê rê de poşman bû jî, lê kar ji dest derketibû."
Huner Selîm fena çavdêrekî siyasî li Amerîkayê li ser yekgirtina Kurdan li wir dibêje "Kurd qet nebûne yek û qet nabin yek jî. Tevî ku ez pir dixwazim bibin yek lê nabin."
Huner Selîm pêşniyar dike ku li Amerîkayê desteyek ji nûner û kesayetiyên her çar parçeyên Kurdistanê pêk were û di nav beşdaran de nûnerên hemû partiyên Kurdistanî jî hebin, wê demê bandora Kurdan li Amerîkayê dikare were dîtin.
Li ser parastina zimanê Kurdî li nav diyasporaya Kurdî ya Amerîkayê, Fewziya xanimê dibêje "Vêga tevlihevî û çêkirina malbatan di navbera Kurd û Amerîkiyan de heye û divê malbatên Kurd herdem bi Kurdbûna xwe serbilind bin û divê dayik bi Kurdî bi biçûkên xwe re biaxivin çimkî tişta herî girîng ji bo mirov zimanê wî ye."
Dilêr Reşîd jî li ser vê yekê dibêje "Ziman pir û pir girîng e û li Amerîkayê jî girîngiyeke mezin bi zimanê dayikê tête dayîn. Mînak, ger zarokekî Ereb li vir bixwîne, puana zimanê Erebî dê jê re bê hejmartin."
Dilêr lê zêde dike û dibêje "Me pir hewl da ku em zimanê Kurdî di dibistanan de ji bo zarokên Kurd bi cih bikin û bixwînin, lê ji ber ku hejmara Kurdan kêm bû me nekarî bi cih bînin. Piştre, bi hewldana du xwişkên Kurd me karî dibistaneke zimanê Kurdî bo 5 salan bo zarokên Kurd ên li vir ji dayik bûne, vekin. Ew baş hînî zimanê Kurdî bûn û piraniya wan bawernameya masterê wergirt, lê xebînet seba nebûna pereyan dibistan piştî 5 salan hat girtin."
Saleyî li ser hejmara Kurdan li Amerîkayê dibêje "Ti amareke fermî nîne ku bibêje çend Kurd li Amerîkayê hene. Rast e tê gotin ku 70 hezar Kurd hene, lê ew jî wekî Îraqî, Îranî, Sûriyeyî yan jî Tirk hatine tomarkirin."
Derbarê avakirina rêxistin an formekê ji bo lobîkirina doza Kurd li Amerîkayê, ew di wê baweriyê de ye ku ji aliyê civakê ve nayê avakirin û pêwîstî bi piştevaniya darayî heye ku dikare bi rêya hikûmetê yan jî aliyên Kurdî were kirin.

Belav bike li ser