Galeriya wêneyan

31-10-2021
23 Photos
RÛDAW

Li Bruksela paytexta Belçîkayê, jîngehparêzan ji bo balkişandina ser metirsiya guherîna keşûhewayê meşek heta ber deriyê Parlamentoya Ewropayê (PE) saz kirin.

Bi sedan jîngehparêz, çalakvan û xelk, bi amadebûna hejmareke zêde ya rêxistinên civaka sivîl, xwepêşandanek pêk anîn û bang li serkirdeyên cîhanê kirin: “bibin beşek ji çareseriyê, ne ku qirêjiyê.”

Herwiha di wê xwenîşandanê de bi zimanên Fransî, Flemenkî û Îngîlîzî, dirûşmên wek “rêz ji bo dayika me ya axê”, “bîr li 10 nifşên bên bikin ku îro deng nadin”, “em guhertinê dixwazin lê ne di keşûhewayê de” û “dema me nema” bilind kirin.

Li bajarê Glasgow ê Skotlandê, di navbera rojên 31ê Cotmehê ta 12ê Mijdarê de serkirde û nûnerên bilind ên kerta taybet û hikûmî yên welatan dê di çarçova 26emîn Konferansa Aliyan (COP26) a Rêkeftina Çarçove ya Guherîna Keşûhewa ya Netewên Yekbûyî de kom bibin û mijara guherîna keşûhewa û metirsiyên wê yên li ser cîhanê gotûbêj bikin.

Wêne: AA