Lêkolîner Daşdemir: Dengên dijbereyê diçe bo Erdogan

31-07-2014
Mehmet OGUZ
Nîşan Optimar hilbijartin
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw)- Li gorî şirketa Optimarê, ku li Tirkiyeyê encamên hilbijartinên dawî baş texmîn kiribû, Erdogan dê hilbijarinên serokomariyê de dengên partiyên dijber jî bistîne.

Serokê Desteya Rêvebiriya Şirketa Lêkolînê Optimarê Hilmi Daşdemir, li ser mijarê daxuyanî da Rûdawê: Daşdemir dibêje, dê tevlîbûna partiyên dijber ya hilbijartinan û dengên Selahattin Demirtaş diyar bike ku serokomar dê dora yekemîn de bê bijartin an ya duyemîn de. 

Daşdemir dibêje li gorî rapirsîna wan a dawî, CHP û MHPê ji bo namzedê xwe yê hevpar Ekmeleddin Ihsanoglu, alîgirên xwe baş qane nekirine. Derbarê encamên lêpirsînê de ev agahî dan:

“Ji alîgirên CHPê %84,2 Ihsanoglu, %2,8 Erdogan, %1,6  jî dibêjin em dê dengê xwe bidin Demirtaş. Hilbijêrên MHPyî jî %74,8 Ihsanoglu, %6,7 jî dê dengê xwe bidin Erdogan. Yên HDPê jî %91,1 Demirtaş, %7,3 Erdogan, û %1,6 jî dibêjin em dê piştgiriya Ihsanoglu bikin.”

Daşdemir dibêje eger rewşek derasayî çênebe, di dora pêşîn de Erdogan dê bi %54î bê hilbijartin. Lê belê dibe ku ev rêje li gorî tevlîbûna partiyên dijber bê guhartin.

Herwiha li gorî Daşdemir, gelek encamên bijartina serokomarî ya ji aliyê gel ve hene. Ya herî xuya jî “paşvebirina wesayetê” ye.

Li gorî encama rapirsîna Optimarê ya di tîrmehê de li 26 bajaran bi 2 hezar û 400 kesî re kirî, Erdogan dê ji dengan %53,8, Ihsanoglu %38,4 û Demirtaş jî  % 7,8 dê bistîne. 

Li Tirkiyeyê hilbijartina serokomariyê dê 10ê tebaxê de çêbibe.

Eger tu namzed ji dengan ji %50yî nestîne, dê dora duyemîn di 24ê tebaxê de bê çêkirin.

Yekem car li Tirkiyeyê gel dê serokomarî hilbijêre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst