ROJEVA RAGIHANDINÊ – ‘Me Elçî kuşt û dîmen tomar kir’

31-05-2016
RÛDAW
A+ A-

VATAN


Plana Reqayê...


Wezîrê Karên Derve Çavuşoglû diltengiya xwe anî zimên li ser Amerîka ji ber ku di operasyonan de li gel YPGê tevdigere. Wezîr ragihand ku Pentagon şandina fuzeyên HIMARS bi derengî xist û hişt ji bo dawiya meha Tebaxê. Çavuşoglu, me li gel Amerîka di hevdîtinan de li hev kiribû ku li gel hêzên me yên taybet û yen wan nevberka Membîcê pêk ve paqij bikin û hêsantir berev Reqa biçûna lê ew çûn armayên YPG bi xwe vekirin û li gel wan tevgeriyan.


- Iraq ji DAIŞê pak dibe. 4 hezar pêşmerge  bi qasî 15 kîlometran gundên derdora Mûsilê ji DAIŞê rizgar kirin. Artêşa Iraqê jï ji Felluce dor li réxistinê girtiye.


- Piştî 67 rojan qedexetiya li ser Geverê rabû. Xelk vedigere ku ji malên xwe tiştên mayîn xelas bikin. Li devê navçeyê komîsyoneke ji 100 kesan tesbîtên xusaretê dikin ji bo harîkariya mexdûran.

 

AYDINLIK


Krîza Încîrlîkê...


Amerîka balafirrên xwe yên ku ji Încîrlîkê bi hewa dixe, agahiyên ku dê herin kuderê bombaran bikin li gel hêzên leşkerî yên Tirk parve nake. Hêzên leşkerî yên Tirk ji vê helwesta Amerîka dilteng in ku bi vî awayî harîkariya xwe ya hewayî ya bi YPGê ji Tirkiye vedişêre.


- Şerê CHPê û HDPê germ dibe ku li ser rakirina parêzbendiyan dest pê kiribû. Serokê Grûba CHPê Ozgur Ozel, HDP bi fermanên ku ji çiyê werdigre CHPê jî bi xwe re dilewitîne.

 

AKŞAM


"Me Elçî kuşt û dîmen tomar kir"..


Terorîstekî ku hate girtin li xwe mukir hat û got me dizanî ku dê Serokê Baroya Diyarbekir wê rojê li wê derê biaxive. Di îfadeyên Mahsûn Gurkan û yê bi navê Silêman de tê gotin ku rêxistin ferman daye da ku li ciyê Elçî xeber dide gengeşiyek bê derxistin û pişt re dîmenên kuştina Elçî bên tomarkirin ji bo ku dû re li nav xelkê weke propoganda bê belavkirin daku serhildanek li bajêr pêl bide.

 

YENÎ ŞAFAK


Li nav dewletê 1800 krîpto..


Komîsyona rapirsiya li ser hêza paralel, 1800 kes tesbît kir ku pêwendîdar in bi FETO re. Bi van agahiyan diyar dibe ku hêza paralel ji bo wergirtin û bi cîkirina personelan di nav saziyên dewletê de CV û agahiyên serlêderanli hev kom dike. Herî zêde ev personel li nav saziyên girêdayî bi wezareta navxweyî, ya dadî û ya perwerdahî de xwe bi cî dikin. Rêvebirên ku zanyariyên li ser wan eşkere bûn birrek reviyan Frankfurtê birrek jî xwe gihandin Îngîltere. Arşîv û agahî jî li Amerîka û Kanada kom dibin.


- Li nav refên YPGê 1300 şervanên biyanî hene. Ev şervan ji ser nûsîngehên li Awrûpa xwe bi wan dighînin û ji ser Urdûnê tên nav Sûrî, ji Şamê û Efrînê jï xwe dighînin eniyên şer.


-Erdogan, em ji helwesta polîsên Fransî dilteng in ku li hember xwepêşanderan bi tund û tûjî tevdigerin.

 

TARAF


Havîna germ ya MHPê...


Guftûgoyên li nav MHPê berdewam in li ser kombûna kongreyê. Di vê navê de dadgeh bi bangekê ji partiyê xwest ku 19ê Hezîranê li hev kom bibin. Navenda MHPê yekser ragihand ku dê kongreyê bi tu awayî nas nekin û qebûl nekin.


-Erdogan di kombûna TURGEVê de bang li malbatan kir ku zarokan çêkin. Di erkên misilmantiyê de jiberkirina zarokan tune, Xwedê çi dabe ew e divê em nifşên xwe zêde bikin.

 

TIRKIYE


Gever vedigere malê...


Xelk piştî 78 roj bi qedexetî bi ser malwêraniyekê de vegeriya. Dewlet dê xaniyên bi xusaret ji nû ve ava bike. Komîsyona ji 100 kesî pêk hatî dest bi vekolînan kir. Ji bo derfeta kar jî îş-kur di doreüê de ye.


- Seferberiya meha remezanê ji bo başûrê rojhilatê Tirkiye. Dewlet dê harîkariya xwarin û vexwarin û kartên danûstandinê bike bi gelê herêmê bi ditprêjahiya vê mehê daku nîşan bide va ye li gel wan e.

 

GUNDEM


Heman cî heman kujer...


Dewlet ji xwîna Roboskê têr nabe. 28ê mehê bi obusan bombe barand bi ser Roboskê de, Wedat Encuyê 16 salî jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran kes cenazeyê Encu bi axê sipart. Dewlet bi zanebûn êrîşî qaçaxçiyên sînorî dike. Medyaya nêzikî hikûmetê xwe kerr û lal kir li hember vê bûyerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst