Parlamenterê HUDA PARê xwest ku li ser zêdebûna goştê berazan lêkolîn bê kirin

29-05-2024
RÛDAW
Nîşan Goştê Berazan HUDA PAR Şehezade Demîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Şehezade Demîr xwest ku li ser zêdebûna goştê berazan lêkolîn bê kirin.

Parlamenterê HUDA PARê Şehezade Demîr di Komcivîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û bal kişand ser berhemanîna goştê berazan û firotina wî di bazarên navxwe de.

Şehezade Demîr ragihand ku îdia hene ku li çewligên berazan li 19 deverên Tirkiyeyê  salene 3 milyon kilogram goştê berazan tên berhemanîn û ew goşt di bazarên navxwe de tê firotin.

Demîr amaje bi amarên fermî yên berhemanîna goştê berazan jî kir û got:

“Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Darisatanan sala 2018an li Antalyayê du û li Îzmîrê jî yek bi giştî li Tirkiyeyê sê çewligên xwedîkirina berazan hene.

Lê di demek ewqas kurd de sedema vê zêdebûnê û firotina goştê berezan nayê zanîn.”

Parlementerê HUDA PARê di berdewamiya axaftina xwe de got tê îdîakirin ku goştê berezan bi piranî di çêkirina berhemên wekî sicuk û salaman de tê bikaranîn an jî wekî qîme tê xwarin.

 Şehezade Demîr xwest ku îdiayên zêdebûna berhemanîna goştê berazan û firotina wî li bazarên navxwe bên lêkonkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst