Mafnas û akademîsyên daxwaza makezagonek demokratîk dikin

29-02-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Komeke çalakvan, akademisyen û hiqûqnas bi mebesta ku komisyona çêkirina makezagonê careke din kom bibe û guh bide civaka sivîl, bangewazî kirin.

Komisyona çêkirina makezagona Tirkiyê ji ber nelihevkirina partiyan, di 16ê Sibatê de ji hêla serokê parlamena Tirkiyê ve hate belav kirin. Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) bi daxuyaniyên cuda ji raya giştî re eşkere kirin ku, divê komisyon bi beşdarbûna her çar partiyên parlamenê çêbibe.

Serokê berê yê Komeleya Mafên Mirovan ((ÎHD) Husnu Ondul ji Rûdawê re diyar kir ku ji bo çêkirina makezagona nû divê atmosferek guncav hebe û wiha domand:

“Niha em dibînin ku ji bo nîqaşek azad atmosferek guncav nîne ku binpêkirana mafan bi awayekî girseyî pêk tên, bajar hatine dorpêçkirin û qedexekirin hene. Em bi vê daxuyaniyê daxwaza çêkirina makezagoneke azadîxwaz û wekhev dikin û di heman demê de daxwaza guhertina vê atmosferê dikin. “

Komê li Taksîmê civîneke çapemeniyê li dar xist û xwest ku di pêvajoya çêkirina makezagona nû de guh bidin raya giştî. Li gor bangewaziya komê di makezagona nû de divê daxwazên derdorên civakê bên guhdar kirin.

Seroka Berê ya Partiya Anavatanê Nesrîn Nas jî wiha got: “Her cûre amûrên dewletê hene ku dikare xwe biparêze. Leşkerên wê hene, polîsên wê hene û çekên wê hene. Lê weke welatî tiştekî min nîne ku ez xwe biparêzim. Ji bilî hiqûqê.  Tenê ew dikare min biparêze. Makezagonek demokratîk, azadîxwaz û wekhev çeka me ya yekane ye.”

Di nava hewldanên de kesên weke Prof. Dr. Baskin Oran, Prof. Dr. Bînnaz Toprak, Prof. Dr. Ergun Ozbudun, Ahmet Turk, Seroka berê ya Partiya Anavatanê Nesrîn Nas û gelek akademisyen û aktivîstên sivîl hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst