Galeriya wêneyan

28-07-2023
24 Photos
RÛDAW

Ji ber ku Hz. Huseyîn û hevalên wî di roja 10ê meha muherremê de hatin kuştin, îro weke “roja şînê” tê qebûlkirin û “şehîdên Kerbelayê” bi çalakiyan hatin bîranîn.

Li Stenbolê ji bo salvegera 1384emîn a kuştina Hz. Huseyîn ê neviyê Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.

Li Halkaliyê ya Stenbolê ku hejmareke zêde ya Şîeyên Caferî lê dijîn, Komeleya Nasandin, Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Baweriya Caferî (CAFERÎDER) ji bo “şehîdên Kerbelayê” merasîmeke bîranînê li dar xist.

Gelek welatiyên Şîe, nûnerên partiyên siyasî, rêxistin, Şaredarê Kuçukçekmeceyê Kemal Çebî, Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Şamil Ayrim, Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Îlhan Kesici, Qeymeqamê Bahçelîevlerê Mehmet Boztepe û Şaredarê Bagcilarê Abdullah Ozdemir û Serokê Rûmetê yê CAFERÎDERê Selahattin Ozgunduz jî beşdarî merasîma bîranînê bûn.

 

Wêne: Murat Bulut - Rûdaw