Parlamenterê BDPê Onder: Em nahêlin darên parkê bên jêkirin

28-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder, li bajarê Stenbolê xwe avêt pêşiya makîneyê û nehîşt parka bi navê Gezî Park bê xerakirin.

Li gorî nûçeya ajansa DÎHAyê, duh (27.05.2013) êvarê piştî ku xelk pê hesiyan ku darên li nav parka Stenbolê ya bi navê Gezî Park ji bo çêkirina avahiyan tên rakirin, komek jîngehparêz li dijî wê yekê derketin û ji şev heta sibê pasewantiya wir kirin.

Îro (28.05.2013) danê sibê dema makîne di bin çavdêriya hêzên polîs de dest bi kulan û rakirina darên li nav parkê kir lê rastî nerazîbûna tund a jîngehparêzan hat. Polîs ji bo belavkirina jîngehparêzan gaza îsotê bikar anî.



Onder û komek jîngehparêz li nav Gezî Parkê de 

Parlamenterê BDPê yê Stenbolê jî tevlî çalakiya jîngehparêzan bû û xwe avêt pêşiya makîneyê, ji ber wê jî hêzên polîs û makîne neçar man ji nav parkê vekişin.

Onder li wir axaftinek kir û diyar kir ku li Taksîma Stenbolê cihê ku mirov dikare lê rûnê û pereyê çay nede ev der e, wê jî xerab dikin û wiha got: “Em nahêlin kes van darên vir jê bike. Makîne li kuderê kar bike ezê li wir rûnêm. Emê li hember vê bêqanûniyê berxwe bidin.”

Her wiha hat zanîn, 2 kes ji ber gaza îsotê ya polîs rakirin nexweşxanê.

Li gorî nûçeyê heta niha jî jîngeh parêz li nav parkê pasewaniyê dikin û tê payîn çalakî berfireh bibe û kesên din jî beşdarî çalakiyê bibin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst