Pasaporta Fethullah Gulen hat betalkirin

28-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, pasaporta kesk a rêberê tevgera Gulen, Fethullah Gulen ku niha li Amerîkayê dijî, hat betalkirin. Gulen ji rojnameya La Republica ya îtalî re got, eger bi mirina wî pirsgirêkên Tirkiyê çareser bibana wê çaxê dê rojane hezar carî daxwaza mirinê bikira.

Li gorî medyaya Tirkiyê, pasaporta Fethullah Gulen a kesk ku tê gotin “ne li gorî qanûnê” wergirtibû ji aliyê Parêzgariya Erziromê ve hat betalkirin.

Li gorî agahiyan, Gulen ku bixwe xelkê Erziromê ye, sala 1990 li gorî qanûna hejmar 39548ê wergirtibû lê ev ne li gorî naveroka dosyaya wî bû, ev kêmasî jî ji aliyê Serokatiya Karûbarên Oldariyê ya Tirkiyê ve hatiye eşkerekirin.

Fethullah Gulen, ji sala 1999an ve li wilayeta Pensîlvaniya ya Amerîkayê dijî.

Ji aliyekî din, Fethullah Gulen di hevpeyvînekê de digel rojnameya îtalî ya La Repubalicayê, li ser nakokiyên xwe û Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan axivî û ragihand, Erdogan tohmetên bêbingeh li wî û tevgera wî dide lê rojek dê were ew dê poşman bibe û lêborînê jê bixwaze.

Gulen, her wiha anî ziman ku eger bi mirina wî pirsgirêkên Tirkiyê çareser bibana wê çaxê dê rojane hezar carî daxwaza mirinê bikira.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst