Li Tirkiyê 139 koçberên Efxan hatin dersînorkirin

28-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji paytexta Tirkiyê Enqerê 139 koçberên Efxanî bi firokeya Esenboga ya wî bajarî hatin dersînorkirin.

Rojane li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tikriyê koçberên Efxanîstan û welatên din ên ku dixwazin bi ser Tikriyê re derbasî Ewropa bibin ji aliyê polîsên wî welatî ve tên girtin û dersînorkirin.

Li gorî agahiya ku ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Koçberan a Tirkiyê ve hatî dayîn, 28ê Çile 2023ê bi rêya firokexaneya Esenboga ya Enqere 139 koçberên Efxan ên ku li cihên cuda û wextên cuda de hatîn girtin hatine dersînorkirin û bo welatê wan hatine şandin.

Her wiha ji despêka salê ve heta niha di nava van 28 rojan de, 8 hezar 710 koçber li Tirkiyê hatine dersînor kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst