11 Photos
Rûdaw / AA
Îro Sêşemê 27ê Cotmeha 2020an, mijê bajarê Stenbolê yê Tirkiyê dagirt û mesafeya dîtinê gelek kêm kir.
Mij û dûmanê navçeyên Beykoz, Sariyer, Uskudar, Beşîktaş û Kagithaneyê li cihên bilind û nêzîkî Tengava Stenbolê daye ber xwe.
Mij û dûman bi taybet li derdora Pireya Fatîh Sultan Mehmetî û ya Bogaziçiyê çêbûye û ji ber wê jî gelî ji çûn û hatine keştiyên transît re hatiye girtin.
Li navçeya Kagithaneyê asta dîtinê ya di trafîkê de gelekî ketiye û çûn û hatina wesayitan gelekî bi zehmet bûye.
Tevî ku mesafeya dîtinê kêm bûye, di heman demê de mijê dîmenên bedew û balkêş jî li Stenbolê derxistin holê.