Desteya Bilind a Hilbijartinan ji bo 1ê Mijdarê amade ye

27-10-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan YSK Desteya Bilind a Hilbijartinan Hilbijartin 1ê Mijdar
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Nêzîkî 50 salane Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê karê helbijartinan bi rê ve dibe. Gelek caran jî biryarên vê saziyê rastî nerazîbûna partiyên siyasî tên. Desteya Bilind a Hilbijartina li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê xwe ji bo helbijartinên 1ê Mijdarê dike.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê amadekariyên hilbijartinan ji aliyê desteya serbixwe ya helbijartinan YSKê ve tên bi rê ve birin. YSK di 16ê Sibata 1950ê de hate damezrandin.

Desteya Bilind a Hilbijartinan ji 11 endaman  pêk tê di gel vê yekê her yek ji AK Partiyê, CHPê, HDPê û MHP nûnerên çar partiyan jî di desteyê de cih digirin. Desteya Bilind a Hilbijartinan ji bo 1ê Mijdarê tevî ku demeke gellek kêm hebû jî xwe amade kiriye.

Nûnerê AK Partiyê di Destya Bilind de Şeref Malkoç ji Rûdawê re diyar kir biryarên YSKê gellek caran tên rexne kirin ev rexne gelek caran di cih de ne û wiha domand:

“Lê em saziyeke qedîm in. Me di nava 60 rojan de hemû amadekariyên xwe kirin. Carinan nîqaş di navbera endam û nûneran de derdikevin lê ez bawerim ku YSK saziya herî bi bawerî ye. Me ji bo helbiajrtinên 1ê Mijdarê biryar da ku li Cizîr û Batmanê cihê çend sindoqan bê guhertin, ku ev biryar ji bo selametiya dengdanê pêwîst bû.”

Nûnerê CHPê yê di Desteya Bilind a Hilbijartinan jî behsa rol û giringiya desteyê dike lê dibêje bi taybetî bo helbijartinên 1ê Mijdarê biryara guhertina cihê çend sindoqên li Bakurê Kurdistanê  biryareke şaş bû.  

Nûnerê CHPê di Desteya Bilind a Hilbijartinan de Hadimî Yakupoglu jî got, HDP gelek caran li dijî biryarên desteya bilind derdikeve û wiha pê de çû:

“Nerazîbûnên HDPê gelek caran di cih de ne. Binêrin niha em dibêjin we çima cihê sindoqan guhert dibêjin ewlehî tine. Lê ya rastî ez wisa nafikirim. Divê Desteya Bilind a Hilbijartinan di bin bandora hikumetê de nemîne.”

Li 54 welatên cihanê 344 navendên Desteya Bilind a Hilbijartinan hene û ji bo helbijartinên 1ê Mijdarê li derve Tirkiyeyê 113 navendan dengdan tê kirin.

HDPê herî zêde daxwaza sindoqan ji bo paytextê Herêma Kurdistanê Hewlêrê kiribû lê daxwaza HDPê bi cih nehat. 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst