AK Partî ji bo F-16an şandekê dişîne Amerîkayê

27-09-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Amerîka F-16 AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Dad û Geşedanê (AKP), ji bo balafirên F-16 ên şer şandekê dişîne Amerîkayê. Endamên şandê ji bo piştgiriya wan bixwazin dê ligel senatorên Amerîkî hevdîtinan bikin.

Şanda bi serokatiya Cîgirê Serok û Serokê Peywendiyên Derve yên AKPê Efkan Ala, îro 27ê Îlonê ji bo gotûbêjên ligel endamên Kongreya Amerîkayê yên derbarê balafirên F-16an de diçin Washingtonê. Di nav şandê de Parlamenterê AKPê yê Amedê Mehdî Eker jî heye.

Ji bilî Eker, Serokê Komîsyona Derve ya Parlamentoya Tirkiyê û Parlamenterê Stenbolê Akif Çagatay Kiliç, Serokê Koma Tirk a Rêxistina (Asambles) Parlamenteran a NATOyê û Parlamenterê Rizeyê Osman Aşkin Bak û Parlamenterê Stenbolê Volkan Bozkir cih digrin. Şanda AKPê dê 3 rojan li Washingtonê bimîne û ji bo razîkirina wan ligel senator û hevdîtin û gotûbêjan bike.

Tirkiye demeke dirêj e ji Amerîkayê 40 balafirên F-16 ên şer û modernîzasyona 80 balafirên ku pêştir kirîne dixwaze. Herçiqas Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezareta Derve ya Amerîkayê razî bûne F-16an bidin Tirkiyê, lê piraniya endamên senatoyê û Komîsyona Derve ya Senatoya Amerîkayê li dijî firotina F-16an bo Tirkiyê derdikevin. Herwiha Yunanistan jî zextê li Amerîkayê dike ku F-16an nedin Tirkiyê yan jî bi şertê ku dijî Yunanistanê bikar neyînin bidin Tirkiyê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di meha Nîsana 2022an de nameyek şand Kongreya Amerîkayê re û got; “Firotina balafirên F-16 ên şer bo Tirkiyê dê di berjewendiya Amerîkayê de be û wê ji bo plana dûr û dirêj a NATOyê xizmet bike.” Herwiha Joe Biden jî di Lûtkeya Madridê ya NATOyê de li ser pirsa rojnamevanan piştgiriya xwe bo firotina F-16an bo Tirkiyê anîbû ziman.

Lê li Amerîkayê hejmareke zêde ya senator û endamên Encumena Nûneran li dijî firotina F-16an bo Tirkiyê ne. Serokê Komîsyona Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez pêştir ragihandibû ku “Baştirkirina peywendiyên Tirkiyê ligel rêveberiya Biden, bo kirîna F-16an têr nake. Eger Tirkiye F-16an dixwaze divê bi temamî ji sîstema berevaniya esmanî ya S-400 xilas bibe û derxîne derveyî sînorên welat. Pêngavên Erdogan ên xweşdîtinê vala ne. Li Kongreyê derbarê firotina çekan de desthilatdariya Komîsyonê heye.”

Serokê Yunanistanê Kiryakos Miçotakis jî di meha Gulana 2022an de beşdarî rûniştina Kongreya Amerîkayê bû û ji endamên Kongreyê daxwaz kir ku “Divê Amerîka F-16an nede Tirkiyê û derbarê firotineke ku li herêma başûrê rojhilatê NATOyê bibe sedema nearamiyê hişyar be.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî berî çend rojan derbarê şertê bikarneanîna li dijî Yunanistanê de got: “Balafirên ku em bikar neyînin, em ê çima bikirin.” Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî got: “Tirkiye di mijara balafirên şer de ne bê alternatîf e û eger Amerîka F-16an nefiroşe wan dê alternatîfên din binirxînin.”

Li gor yasayên Amerîkayê ji bo firotina çekan divê pêştir li Encumena Nûneran û Senatoyê bê qebûlkirin û yasa piştre bo erêkirina serok tê şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst