ROJEVA RAGIHANDINÊ – ‘Roketên AKPê bi ser Kilîsê de barîn’

27-04-2016
RÛDAW
A+ A-


MILLIYET


Me plana B jî heye...


Wezîrê Hatûçûyê Bînalî Yildirim, Erdogan avakarê AKPê ye û îro jî serokê wê ye. Serê îcratê ye, rewşa wî û ya Davutoglû ji hev cihê ye. Divê em nehêlin wextê me beredayî pûç bibe. Zû bi zû divê em destûrê pêk bînin. Eger hat û me nekarî em vê pêk bînin plana me ya duwem wek ya B jî ew e ku em serokkomartiyeke ji partiyê bi rê ve bibin.


- 873 zarok bûn qurbaniyên sersariyê. Li gor rapora mafê jiyana zarokan ya Komela Gundem Çocuk, bi tenê par 873 zarok ji ber sedemên hîç û pûç jiyana xwe ji dest dan. Tundûtûjiya nav malî, xebitandina zarokan û koçberiya penaberan dike ku ev hejmara mirina zarokan zêde bibe.

HABER TURK


Bila kes xweziya xwe bi ji nû ve sazkirina AKPê neyne...


Dawudoglû, hêzdariya hikûmeta me dilê alîgirên me xweş dike û yên li hember me ji vê yekê dilteng dibin hesadetê dikin. Îca hewl didin ji ser ragihandinê êrîşî me bikin, ew kul wê di dikê wan de şax bide kes nema kare pişta AKPê bide erdê.


- Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpa daxwaza harîkariya darayî ya cemxaneyên cemaeta Elewîyan di cî de dît. Dadgeh herwiha CHPê mafdar dît ku dewlet dest danîbû ser mal û milkê wê. Dewlet niha divê milyonek Euro bide bi CHPê.

HURRIYET


Bertek bi ser de barîn...


Serokê Meclîsê Ismail Kahraman ku got di destûra nû de emê cî nedin Laîkiyê û destureke olî emê saz bikin, rastî bertekên tund bû. Hem ji partiya xwe hem jî ji muxalefetê li hember vê daxuyaniyê ne razîbûn peyda bûn. Erdogan, ev dîtinên şexsî yên wezîr in, ez hercar dibêjim dewlet divê bi xweşkahî nêzîkayî bi hemû bîr û baweriyan bide. Kilicdaroglû, laîsîte garantiya hemû bîr û baweriyan e, yê pê ne bawer divê dev ji kursiyê lê rûniştiye berde û here. TUSIAD, em xemgîn ji vê daxuyaniyê û emê dev ji nirxên komarî bernedin.


- Nûser Abdulkadir Selvî, derdorên AKPê dê di destûrê de dest nedin laîsîteyê lê dê amaje bi girîngiya baweriya bi Xwedê û dïnê îslamê jî bê kirin.

CUMHURIYET


Hedefê esasî Ataturk e...


Helwesta serokê meclîsê Kahraman ya li dijî laîkîtiyê manovreke li dij her 4 bendên despêka destûrê ku nayên guherandin. Bi vî awayï dixwazin benda li ser netewayetiya li ser hizra Ataturk biguherin.


- Sendîka li ser Bakirkoy li hev kirin ku îsal pirozbahiya 1 Gulanê lê pêk bînin. Îsal dê li Taksîmê tenê ji bo bîranînê tacegulekê deynin lê ji bo pîrozkirinê lê nemînin.

YENİ ŞAFAK


Mertalê ji bo Kilîsê...


DAIŞ dê nema bibe xeter û gef li ser Kilîsê. Herêma li rojhilatê Ezezê dê bi lez ji DAIŞê bê valakirin. Ev cîyê bi dirêjahiya bi 8 kîlometrî û û kûrahiya 18 kîlometrî ku fuzeyên Katyûşa jê tên pekandin, bi lez dê bê valakirin. Tirkiye ji bû bi dûrxistina DAIŞê ji sînor, li gel Amerîka, Almanya û dewletên hevpeymaniyê re li hev kir ku bi bombarana hewayî vê planê ci bi cî bikin.

STAR


Maska jahra HDPê ji rûyê wê şemitî...


Rêvebirên HDPê û DBPê bi mebesta rêgiriya li hember bi karanîna maddeyên hişbir li Farqînê bi xelkê re li hev kom dibin lê her yek ji wan rêvebiran bi xwe, bikarhênerê wan maddeyên hişbir e.


- Alarma sor li Kilîsê. Hikûmet ji ber pekandina roketan bi ser Kilîs de, ew herêm weke herêma leşkerî ılan kir û seranserê sînorê wê bi bi rojetavêjan hîvast.

AKŞAM


Ji Rihayê milyarek û nîv dolar harîkariya bi navê hîmmetê.


Di operasyona li dij rêxistina FETO de 32 kes li Rihaye hatin binçavkirin ku serokê jûra bazirganî ya bajêr jî tê de ye. Di belgeyê bi destketî de diyar dibe dekontên bi milyonan hatine şandin bo Amerîka. Bazirganên endamê jûrê  dema di tengasiyê de bê pere bûne, dsa nî ji bankan kredî kişandine û ew pere şandine bo Amerîka. Piştî operasyonan gelek caran li şûna bankan, kesan wek hinêrde pare bar kirine û birine.

GUNDEM


Roketên AKPê bi ser Kilîsê de barîn…


Ew roketên ku bi ser Kilîs de pekiyan, diyar bû ew roket in ku hikûmet bi kamyonên MÎTê derbas kiribù û dabû DAIŞê. Li ser roketan mora MKE heye bi koda D11201 D16.  Hedefê Tirkiye bi oekandina van toketan ew e ku zemîneyekî amada bikin jinbo destêwerdana  deskeftên li Rojava. Arnpmanc rêgirî ye li hember hêla Ezaz û Cerablûs ji bo Federasyona Bakurê Sûrî.


- Sendîkayên Brîtanî ji bo serbestiya Ocalan ji meclîsê start dan


- Anqara û Teheran li pişt rûdanên li Tûzxurmatû ne. Agirbesta di navbera Pêşmerge û Heşdî Şabî de bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst