Tevî ku dema yasayî qediyaye Gultan Kişanak nayê berdan

26-10-2023
RÛDAW
Nîşan Gulten Kişanak Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak tevî ku di derbarê wê de cezayeke hatiye birîn nîne û dema yasayî ya 7 salan qediyaye ji girtîgehê nayê berdan.

Li gorî yasayên Tirkiyeyê “gumanbarên” ku 7 salan di girtîgehê de bimînin û ceza li wan nehatibe birîn divê bêne berdan û darizandina wan bêyî ku girtîbin berdewam bike.

Lê tevî ku roja 25ê Çiriya Pêşîn a 2023yan 7 salên Gultan Kişanakê temam bûne û ceza lê nehatiye birîn ew nayê berdan.

Beştaşê ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê pirsî

Serokwekîla Koma HEDEPê ya Parlametoyê Meral Daniş Beştaşê sedema neberdana Kişanak bi pirsenameyekê ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê pirsî.

Meral Daniş Beştaşê di pirsenameyê de ragihand, Gultan Kişanak bi yasaya “TMK-7/2” li Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê bi awayekî ne girtî tê darizandin û herwiha di çarçoveya Doza Kobaniyê de li 22emîn Dageha Cezaya Giran a Enqerê de bi awayekî girtî tê darizandin.”

Beştaşê got,  “25ê Çiriya Pêşîn a 2023yan dema girtî mana Gultan Kişanakê dibe 7 sal. Ev dem ji bo girtinê dema herî dirêj’ e û mafê dadgehê nîne li ser vê mijarê biryarekê bide.

Parêzerên Kişanakê roja 25ê Çiriya Pêşîn a 2023yan serlêdaneke nû li dosyeya wê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn zêde kirin.”

Beştaşê di pirsenamayê de ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç xwest ku bersiva van pirsan bide:

-Di dewleteke hiqûqê de şertên girtinê çine, wateya wê çiye û dema wê çiqas e?

- Tevî ku 25ê Cotmeha 2023an dema herî zêde ya girtinê ya Gultan Kişanakê qediyaye daraz çima biryara serbest berdanê nade?

- Zêde mana Gultan Kişanakê ji dema herî zêde ya girtinê di girtîgehê de ne binpêkirina yasayê ye? Derbarê endamên darazê ku yasayan binpê dikin dê lêkolîn bê kirin?

- Tevî ku di yasayê de şertê “dema girtîbûnê” bi awayî eşkere hatiye diyarkirin, dema ku ev dem bi ser de biçe ji bo dabînkirina zerarên ne pêkan dê xebatek bê kirin?

- Tevî ku bi biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn hatiye diyarkirin girtinên demdirêj binpêkirina mafan e bo çi ji bi israr nayê berdan?

- Tişta li hember Gultan Kişanak tê kirin ne binpêkirina mafê darizandina dadmend e?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst