Demirtaş serdana Berlîn û Brukselê dike

26-09-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – HDPê ragihand, ku şandeke wê partiyê bi serpireştiya Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş dê serdana Berlîn a paytexta Almanya û Bruksel a paytexta Belcîka û Yekîtiya Ewropayê bike.

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniyekê de ragihand, ku şandeke pilebilind a wê partiyê dê serdana Almanya û Belcîkayê bike.

 

Li gorî daxuyaniyê serdan dê ji roja 27ê Îlonê ve were destpêkirin û Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş dê serokatiya şandê bike.

 

Hatiye gotin, ku ji bilî Demirtaş bi xwe, dê Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê Hişyar Ozsoy û çend parlamenter di şanda HDPê de cih bigirin.

 

Demirtaş di vê serdana xwe de dê bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê yên weke Serokê Parlamentoya YE Martin Schulz, Berpirsa Siyaseta Derve ya YE Federica Mogherini û Komîser Siyasetên Cîrantiyê û Muzakereyên Berfirehbûna YEyê Johannes Hahn re hevdîtinan pêk bîne.

 

Di daxuyaniya HDPê de herwiha hatiye gotin, ku Demirtaş û şandeya pê re dê roja 29ê Îlonê serdana Berlînê bikin û li wir bi Serokê Giştî yê SPDê û Alîkarê Şêwirmenda Almanya Sigmar Gabriel, Wezîrê Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier û serokên her du partiyên Çep a Almanya û Kesk a Almanya re bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst