HDP ji bernamzetên jin, ciwan û astengdar pere wenagire

26-04-2018
RÛDAW
Nîşan HDP Hilbijartin Tirkiye
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê ji ciwan (18 salî heta 25 salî), astengdar, jin û kesên bûne mexdurên biryarên di hikme qanûn de eger bo hilbijartinên 24ê Hezîranê bibin bernamzed dê pere ji wan wernegire.

 

Li HDPê trafîqa hilbijartinê bi hemû leza xwe berdewam dike. Meclîsa Partiyê ya HDPê ji bo bernameya dawî ya hilbijartinê diyar bike û serlêdanên bernamzetan, ni serperiştiya Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Seazî Temllî kom bû.


Piştî civîna Meclîsa Partiyê, biryar e Lijneya Rêveberiya Navîndî jî bicive.


Hat ragihandin ku tevahiya raya karûbarên bo hilbijartinê dan Lijneya Rêveberiya Navendî.


Di civîna Meclîsa Partiyê de ji Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û tevahiyên pêkhateyên din ên partiyê Komîsyona Diyarkirina Namzedan a Navendî hat damezrandin.


Herwiha hat ragihand ku dê ji bernamzedên ciwan, astengdar, jin û kesên bûne mexdurên biryarên di hikme qanûn de pere wernegirin.


Biryar e herî dereng HDP dê heta 3yê Gulanê de bernamzetên xwe diyar bike û ji raya giştî re ragihîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst