Ji bo bikar anîna gotina Kurdistanê doz li dijî Eren Keskîn hat vekirin

26-02-2014
Eren Keskîn
Eren Keskîn
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw)- Li hember parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn ji bo ku gotina Kurdistanê doz hate vekirin.

Parêzer Eren Keskîn di sala 2005'an de di civînekê de ji bo kuştina Uxur Kaymazê 12 salî ku ji hêla polîsan ve hatibû kuştin gotibû ku dewlet li Kurdistanê kujerê zarokane. Li ser vê gotinê li Keskîn doz hatibû vekirin. Lê doz ji hêla Dadgeha Bilind hatibû red kirin.

Derkete holê ku di sala 2011an de  bi destûra Wezîrê Dadê yê wê demê Sadûllah Ergin ve doz ji xala 301ê hatiye vekirin.

Parêzvana Mafê Mirovan Eren Keskîn li ser vê pirsê wiha ji Rûdawê re dibêje: “Ji bo gotina Kurdistanê bi sedan doz vekirin li ser min. Lê ev demeke dirêje doz nehatibûn vekirin. Bi rastî jî ev doz ez şaş kirim. Di axavtina xwe de min behsa Kurdistanê kir û min got ku dîrokeke fermî ya kirêt ya dewletê heye. Tê gotin ku min Tirkîtî kêm kiriye. Lê eleqeya yek ji van gotinan jî bi kêm kirina Tirkîtiyê nîne. Lê qet ne li xema mine.”

Di vê navberê de parêzvanên mafê mirovan bi pêşengiya Komeleya Mafê Mirovan şaxê Stenbolê ji bo piştgiriyê bidin Eren Keskîn li Stenbolê li ber Sereya Dadweriya Çaxlayanê daxuyanî dan çapemeniyê.

Endameke pêşengiya Komeleya Mafê Mirovan şaxê Stenbolê li ser vê irsê got: “Em gelek caran di hiqûqê de rastî cot standardiyê tên. Gelek tiştên dij hiqûqî yan jî gelek gendelî dema ji hêla hêzên desthilatdariyê ve pêk tên yekser tên nixumandin. Lê heta niha jî parazvanên mafê mirovan rastî dadweriya serbixwe ne hatine.”

Xala 301ê ya Zagona Cezaya Tirk li hember kêmkirina Tirkîtiyê tenê bi destûra wezîrê dadê dikare bê vekirin. Li hember rojnamevanê Ermen Hrant Dînk jî ji heman xalê doz hatibû vekirin, ku piştî dozê Dînk hate qetilkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst