7000 kes ji aliyê dozgeriya Tirkiyê ve hatine guhdarkirin

25-02-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Her ku rojên hilbijartinê nêzîk dibin, her ku nakokiyên cemaata Fethullah Gulen û hikûmeta AKPê dighêje asteke bilindtir.

Medyaya Tirkiyê bi nûçeya ku 7 hezar kes ji aliyê endamên cemaata Fethullah Gulen yên di nav dadwerî û dozgeriyê de hatine guhadarkirin, şok û sersambûnekê jiyan kir.

Hat ragihandin ku ev guhdarkirina van hezarên kes bi rênimaya 2011an ji aliyê dozger Adnan Çîmen û Adem Ozcan  ve ji bo şopandina rêxistina Tewhîda Selam û Artêşa Qudis ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, hatiye dayîn.

Herwiha di nava van 7 hezar kesî de ji serokê MÎTê de bigire heta gelek wezîr û bi sedan siyastemedar û rewşenbîr, ronamevan û karsaz hene, lê tê gotin ku ji sedî 80 ji wan navên kesên bi ser partiya AKPê ne.

Rayedarên Desteya Bilind a Dadwerî û Dozgeriyê (HSYK) ragihandin ku ewê bi wan dozgerên ku ev rênimaya guhdarkirina evqas mirovan dane re lêpirsînê bikin, çima û ji bo kê ewqas kes hatine guhdarkirin. Herwiha ragihandin ku dosyiyeke kopiya kirî ji wê dosiya guhdarkirinê jî hat dizîn, û dibe ku derxistibin derveyî Tirkiyê.

Rayedarên AKPê destnîşan dikin ku armanc ji wan guhdarkirinan û vekirina vê dozê ewe ku partiya AKPê tometbar bikin û pê re bigirin, ji ber berê çend caran doz li dijî wê vekirin û xwestin wê partiyê bigirin û qedexe bikin.  

Serokê partiya Gel a Komar (CHP) Kemal Kilicdaroglu bersiv da pirsên çapemeniyê û diyar kir ku tiştê ew meraq dike ewe ku eger ewqas mirov tên guhdarkirin, hikûmeta Tirkiyê li kû bû, ev tê wateya ku hikûmet li Tirkiyê tine ye, çima Erdogan şîkayetê dike û ji kê û kê re dike, li gor wî ev bûyer hemû tên kirin, tenê ji bo ku hikûmet gendeliyên veşêre ye hatiye kirin.

Cîgirê serokê partiya AKPê Bulent Arinç derbarê vê mijarê de ji raya giştî re ragihand ku, Kilicdaroglu dibêje, dema ku ewqas kes tê guhdar kirin hikûmet li kû bû, ma qey ew nizane ku dadwerî û dozgerî li Tirkiyê saziyeke serbixwe ye, û hikûmet têkildarî karê wan nabe, û ew ti raporan derbarê karê xwe de nadin hikûmetê, û ev bûyer dide aşkere kirin, ku çiqas tevger kirina saziya dadwerî û dozgeriyê girînge.

Girêdayî mijara belavbûna guhdarkirina 7 hezar kesî, û belavbûna qeyda dengê Erdogan bi kurê xwe Necimdîn Bîlal re, di nav çapemenî û ragihandinên Tirkiyê, serokwezîrên Tirkiyê Receb Tayib Erdogan civîneke awarte bi cîgirê xwe Beşîr Atalay, û serokê MÎTê Hekan Fîdan, û wezîrê dadê Bekir Bozdag û wezîrê karûbarê hundir Afkan Ala re li avahiya serowezîrtiyê de lidar xist, lê ti ragihandin derbarê encamên vê cçîvînê de ji çapemeniyê re ne hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst