Saruhan Oluç: Behsa birayên gumanbara teqînê yên DAIŞî qet nakin

24-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Serokwekîlê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç ragihand, 3 birayên  gumanbara teqîna Stenbolê di nav DAIŞê de hatine kuştin û got:” Lê ev zanyarî nayên axaftin. Ti nirxandinek ji bo wan nayê kirin û lêkolîna teqînê bi kêmasî tê kirin.”

Serokwekîlê Fraksiyona HDPê  Saruhan Oluç duh 23ê Mijdara  2022ê li Parlamentoya Tirkiyê derbarê operasyona  Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de û gumanbara teqînê de  axivî.

Saruhan Oluç dibêje 3 birayên gumanbara teqîna Stenbolê di nav DAIŞê de hatine kuştin û birayek wê jî fermandarê Artêşa Azad a Sûriyê ye, lê di dosyeya derbarê teqînê de ev yek nayê nirxandin û lêkolîna teqînê bi kêmasî tê birêvebirin.

Oluç derbarê belavkirina zanyariyên şaş ên derbarê teqînê de jî rexne li desthilatê girtin û got ku desthilat bûye navenda zanyariyên şaş û bi vê  jî planeke lîstikê saz kiriye.

Oluç wiha axivî: “Peywendiyên malbatî yên  Elbeşîr wiha ne; 3 birayên wê dema di refên DAIŞê de şer kirine hatine kuştin, birayek wê fermandarê Artêşa Azad a Sûriyê ye û bi xwe jî bombe hilgirtiye. Rewş ev e. Lê ti yek ji van nayê axaftin û nîqaşek li ser nayê kirin. Ti nirxandinek li ser van nayê kirin. Lêkolîn bi kêmasî tê kirin. Desthilat bûye navenda zanyariyên şaş û bi vê yekê planeke lîstikê saz kiriye. Çi ye ew lîstik, min duh jî li vir got. Di keşûhewayê şer û rûbirûbûnan de birina Tirkiyê bo hilbijartinan e. Plana we ev e. Îro Serokê we yê Giştî di civîna koma partiya xwe de ev yek eşkere kir. Em dibêjin dest ji vê plana xwe ya lîstikê berdin û bila Tirkiye ji keşûhewayê şer û rûbirûbûnan dûr bikeve.”

Roja 13ê Mijdara 2022ê li caddeya herî qelabalix a navçeya Taksîmê ya Îstîklal a li bajarê Stenobolê teqînek çêbû û di encam de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bibûn.

Herçiqas hikûmeta Tirkiyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pêkanîna teqîna Stenbolê tohmetbar dike û bi vê hincetê Roja 20ê Mijdara 2022ê operasyonek bo ser Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin,  lê HSD red dike ku ti peywendiya wan bi teqînê ve hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst