Mehmet Kaya: Encamên hilbijartinan zêde nayên guhertin

24-10-2015
RÛDAW
Mehmet Kaya
Mehmet Kaya
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Rûmala Rûdawê Hilbijartinên 1ê Mijdarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Saziya Lêkolînên Stratejîk a Dîcle, Mehmet Kaya ragihand ku, encamên hilbijartinên Tirkiyê guhertinek mezin nabînin û egera avakirina hikûmeteke hevpeymanî zêde ye.

Mehmet Kaya ji Amedê tevlî bultena Rûdawê ya taybet bi hilbijartinên Tirkiyê bû û behsa hilbijartinên parlamentoya wî welatî kir.

Kaya ragihand: “AK Partî bi serê xwe nabe desthilatdar, dibe ku li gorî hilbijartinên borî dibe ku ew partî hinek ji dengên ku ji destê wê çûbûn, dîsa vegerîne, lê dîsa jî bi tena xwe nikare hikûmetê pêk bîne û egera avakirina hikûmeteke hevpeymanî zêde ye.”

Mehmet Kaya wiha got: “Eger wisa çêbû û AK Partî nebû desthilatdar, divê zû hikûmeteke hevpeymanî pêk bîne, ji ber ku nabe rewş wisa berdewam be. Eger AK Partî 275 kursiyan bi dest bîne, dîsa nikare desthilateke mîna van salên dawî bi dest bixe.”

Serokê Saziya Lêkolînên Stratejîk a Dîcle wiha domand: “Îhtîmala herî mezin ew e ku AK Partî û CHPê bi hevre hikûmetê bi hevre hikûmetê ava bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst