Erdogan bi Hakan Fîdan re dicive

24-07-2015
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw)- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro saet 15:00 bi Şêwirmendê Dezgeha Îstixbaratê ya Tirkiyeyê Hakan Fîdan re dicive.

Ew civî piştî şer û pevçûna di navbera hêzên Tirkiyeyê û çekdarên DAIŞê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê û operasyona asmanî ya Artêşa Tirkiyeyê li dijî DAIŞê li nava axa Sûriyê, tê.

Civîna îro taybet dibe bi nirxandina pêşhatên dawî li wî welatî û rêkeftina di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de derbarê bikaranîna Navenda Incirlîkê ya asmanî ji aliyê balafirên Amerîkayê ve li dijî DAIŞê de, herwiha dê herêma tampon li nava axa Sûriyê jî gotûbêj bikin.

Dohî jî Encumena Ewlehiyê ya Tirkiyeyê civiya û piştî civîna xwe daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku ji bo parastina ewlekariya navxwe û sînorên Tirkiyeyê, wê hemû tedbîr werin girtin.

Hate ragihandin ku berî civîna taybet a ewlehiyê, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglo bi Hakan Fîdan û Serfermandarê Artêşa Tirkiyeyê Necdet Ozel re, cuda cuda civiya bû.

Îro li Stenbolê û 12 bajarên din ên Tirkiyeyê operasyonek bo girtina endamên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û endamên DAIŞê û Partî/ Bereyî Rizgarî Gelî Şorişger ( DHKP-C) hat pêkanîn û 251 kes hatin girtin.

Şevê din çend balafirên şer ên F-16 yên Tirkiyeyê çekdarên DAIŞê li nava Sûriyê dan ber bombeyan û 4 navendên wan têk birin.

Duhî êvarî li ser sînorê navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê li sînorê parêzgeha Kilis a Bakûrê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û leşkerên artêşa Tirkiyeyê de derket û di encam de efserekî artêşa Tirkiyeyê hat kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Piştî wan pevçûnan artêşa Tirkiyeyê derbasî nav axa Sûriyeyê bû û operasyonek pêk anî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst