RÛDAW TAYBET - Dengdan li Tirkiyê bi dawî hat

24-06-2018
RÛDAW
Hilbijartinên Tirkiyê
Hilbijartinên Tirkiyê
Nîşan HilbijartinTirkiye Amed Parlamento Serokomarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartina serokomarî û hilbijartinên giştî yên gera 27an a parlementoyê bi dawî hat.

 

Di vê hilbijartinê de hilbijêr ê him parlamenteran û him jî serokomar hilbijêrin.


Hilbijartinên îro ji hin hêlan ve hilbijartineke cuda ye, lewra di vê hilbijartinê de cara ewil partiyan bi hev re îtîfaqê kirine.


................


17:50


Înce: Divê encamên hilbijartinan zû bihêne aşkerekirin


Berbijarê CHPê bo posta serokomariya Tirkiyê, Muharrem Înce ragihand, ku divê hemû alî encamên hilbijartinan bi sîngekî fireh v qebûl bikin.

 

Muharrem Înce piştî bi dawî hatina proseya dengdanê, ku di serê saet 17:00an de bi dawî hat, daxuyaniyek kurt da medyayê.

 

Înce li ber baregeha Saziya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê daxuyaniya xwe da û got, ku pêwîst e encamên hilbijartinan di demeke nêzîk de bihêne aşkerekirin.

 

Înce herwiha diyar kir, ku divê hemû alî encamên hilbijartinan bi sîngekî fireh ve qebûl bikin.

 

Berbijarê CHPê bo posta serokomariya Tirkiyê herwiha daxwaz li saziya Bilind a Hilbijartinan a wî welatî jî kir, ku karên xwe bi başî birêve bibin.

 

Înce herwiha weka amajedan bi grafîka çend roj pêş a Ajansa Anadoluyê kir, ku têde encamên hilbijartinan hatibû diyarkirin, û tekez kir, encamên hilbijartinan dê gel diyar bike, ne Ajanasa Anadolu.

 

Înce daxwaz ji hemû endam û çavdêrên xwe kir, ku li ser sindoqên dengdanê bimînin û bi ti awayî sindoqan bi tenê nehêlin.


Berbijêrê CHPê bo serokomariya Tirkiyê, Muharrem Înce.


................


17.45


Li Erziromê li ser sindoqan xwîn rijiya: 2 kuştî 3 birîndar


Li navçeya Qereçoban a bajarê Erzirom a Bakurê Kurdistanê, di navbera endamên du malbatên xwîndar de pevçûn derket û di encamê de Serokê Navçeya Qereqoçê yê İYİ Partiyê Mehmet Siddik Durmaz û kesekî din canê xwe ji dest dan.

 

Li taxa Kopal a navçeya Qereçoban a Erziromê, di dema dengdana hilbijartinê de endamên du malbatên xwîndar hatine pêşberî hev.

 

Li hola dibistana vê taxê endamên herdu malbatan li hember hev çek bikaranîn. Di emcama pevçûnan de Serokê Navçeya Qereqoçê yê İYİ Partiyê Mehmet Siddik Durmaz û kesekî din, ku nasnameya wî nehatiye diyarkirin, di cih de canê xwe ji dest dan.

 

Di dema bûyerê de 3 kes jî birîndar bûn. Birîndar veguhestine nexweşxaneyan û polîsan li cihê bûyerê tevdîrên tund girtin.

 

Derbarê bûyerê de Serokê Şaxê Erziromê yê İYİ Partî Îbrahîm Dumlu ragihand, ku bûyer di encama xwîndariya du malbatan de qewimiye.

 

Dumlu da zanîn, ku termê Durmaz ji bo lêkolînan ji pizîşkê dadî yê Erziromê re hatiye veguhestin.

 

Bi gotina Îbrahîm Dumlu, Serokê Navçeya Qereqoçê yê İYİ Partiyê Mehmet Siddik Durmaz 50 salî bûye û zarokên wî hebûne.

 

Serokê Navçeya Qereqoçê yê İYİ Partiyê Mehmet Siddik Durmaz

 

 Serokê Navçeya Qereqoçê yê İYİ Partiyê Mehmet Siddik Durmaz



................


17:00 p.m

 

Serê saet 17:00an deriyên sindoqên dengdanê li seranserê Tirkiyê hatin girtin.

 

Piştî bi dawî hatina dengdanê li Tirkiyê, proseya cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir.


...................


15.50 p.m


Li Pirsûsê 4 çewal dengên mohrkirî hatin desteserkirin




Li navçeya Pirsûsê yê Rihaya Bakurê Kurdistanê polîsan di nav otomobîlekê de 4 çewal pisûleyên dengdanê yên mohrkirî desteserkirin ku dixwestin bibin navendên dengdanê. Di heman demê de 3 kesên di nav otomobîlê de jî hatin binçavkirin.


Li gor medya Tirkiyê, hêzên polîs îro derdora nîvro li Taxa Mizar li ser îstîxbarata ku dê gelek pisûleyên dengdanê yên mohrkirî bo dibistana Seretayî ya Bilge bên veguhestin ketin tevgerê.


Hêzên polis li nêzîkê dibistanê xwestin otomobîla bi plakeya 27 BSU 52 rawestînin lê otomobîl ranewestiya û piştî teqeya polîsan rawestiya. Di vê navberê de 3 kesên di nav otomobîlê de çewalên tejî pisûleyên dengdanê avêtin tenişta rê û dawî ligel desteserkirina çar çewalên pisûleyan hersê kes jî hatin binçavkirin.



 

.......................


15:45 p.m


Karamollaoglu li Enqerê dengê xwe da


 

Serokê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê dengê xwe da û ragihand ku hilbijartin gelek giring e, ji ber ku pênc salên dahatû, dê bandor li ser berjewendî û biryarên Tirkiyê bike.

 

Temel Karamollaoglu piştî ku li Enqerê dengê xwe da, ji rojnamevanan re axivî û ragihand: “Em hêvî dikin ku ev hilbijartin ji bo welatê me, ji bo gelê me bibe sedema xêrê, bi hêviya aramî, em ê hilbijartineke aram encam bidin.”

 

Karamollaoglu bal kişande ser giringiya hilbijartinan û got: “Vê êvarê encam her çi dibe bila bibe, bi hêviya ku ji bo welatê me bibe sedema xêrê. Hilbijartin pir giring e, ji ber ku pênc salên pêşiya me, dê bandor li ser berjewendî û biryarên welatê me bike.”

 

Serokê Partiya Seadetê amaje bi bûyerên ku îro li navçeya Pirsûs a Rihayê qewimîn kir û ragihand: “Mixabin agahiyên ne xweş hatin, lê niha Saziya Bilind a Hilbijartinan dest daniye ser vê mijarê, bi îzna Xwedê bûyerên biêş careke din naqewimin.”


..................


15.00 p.m


Parêzgariya Rihayê: Li Pîrsûsê ti kes nehatiye kuştin


Parêzgariya Rihayê derbarê bûyerên li navçeya Pîrsûsê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Bila hemwelatiyên me piştrast bin. Agahiyên ku dibêjin di bûyeran de kuştî hene, nerast in.”

 

Parêzgariya Rihayê da xuyakirin, ku hinek alî bi qestî agahiyên xelet belav dikin û diyar kir: “Li navçeya Pîrsûsê hemû tevdît hatine giritn.  Bila hemwelatiyên me piştrast bin. Agahiyên ku dibêjin di bûyeran de kuştî hene, nerast in.”

 

Li Dibistana Îmam Xetîp a Anadolû ya li Pîrsûsê di navbera du koman de gengeşe derketibû û paşî aliyan dest dabûne çek û kêran. Di bûyerê de 3 kes birîndar bibûn û bi destwerdana polîsan rewş hatibû kontrolkirin.


............................

 

14.50 p.m


Audrey Glover: Çavdêrên me nikarin biçin deverên sînorî yên Tirkiyê 

 

 

Endama Desteya Şanda Yekîtiya Ewropayê ya ji bo çavdêriya proseya hilbijartinên Tirkiyê ragihand ku ti çavdêrekî wan li deverên sînorî tine ne, li ser sedema vê yekê jî diyar kir ku ew dever, deverên qedexekirî ne û çavdêrên wan ji ber sedemên ewlehiyê nikarin li wan deran pêvajoya dengdanê bişopînin.

 

Endama Desteya Şanda Yekîtiya Ewropayê Audrey Glover ku ji bo çavdêriya pêvajoya dengdanê hatine Tirkiyê, li Enqerê li ber binkeyeke dengdanê civîneke çapemeniyê pêk anî û ragihand: “Em ji 24ê Gulana îsal ve ji aliyê Wezareta Derve ya Tirkiyê ve hatine vexwendin, bû mehek em weke çavdêr li çend herêmên Tirkiyê belav bûne, me çavdêriya beriya hilbijartinan kir, çend roj beriya niha jî hinek çavdêr hatin Tirkiyê daku di 24ê Hezîranê de çavdêriya birêveçûna proseya hilbijartinên Tirkiyê bikin.”

 

Balyoza Rêxistina Asayiş û Hevkariyê ya li Ewropayê û çavdêrê ser bi wê rêxistinê ya li Tirkiyê Audrey Glover diyar kir: “Em mil bi mil, bi wan çavdêrên din ên ku ji bo pêvajoya hilbijartinan hatine hilbijartin, çavdêrî dikin. Çavdêrên me pêvajoya hilbijartinên li navxwe û derveyî welat dişopînin, piştre jî dê pêvajoya hejmartina dengan bişopînin.”

 

Çavdêra navdewletî ya hilbijartinên Serokomarî û Parlementoya Tirkiyê eşkere kir ku ew li gel civata parlementoyê û Encûmena Parlementoya Ewropayê kar dikin û sibe duşemê 25ê Hezîranê di saet 15:00an de dê civîneke çapemeniyê li dar bixin.

 

Li ser çavdêriya li deverên Riha û Pirsûsê Audrey Glover ragihand: “Ew der deverên qedexekirî ne, ji ber vê çavdêrên me nikarin biçin wan deveran û  pêvajoya dengdanê bişopînin. Sedemên ewlehiyê hene, ji ber vê nikarin biçin wan deveran.”

 

 

Şanda Rêxistina Asayiş û Hevkariyê ya Ewropayê ji 370 kesan pêk tê ku di nav wan de çend parlementerên YekîtiyaEwropayê jî hene. 

 

...........................

 

14.00 p.m

 

Erdogan: Rêjeya beşdariya hilbijartinan baş e

 

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê dengê xwe da û got "Li gor agahiyan heta niha li giştiyê Tirkiyeyê pirsgirêkeke cidî tune."

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku niha ji bo serokatiya Tirkiyê namzedê AK Partiyê ye ligel malbata xwe ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an dengê xwe li Uskudarê li Dibistana Navîn a Saffet Çebî da.

 

Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku rêjeya beşdariyê ya di hilbijartinên îro yekşemê (24.06.2018) baş e, ku li hinek welatên cîhanî heta %30 daketiye rêjeya beşdariya hilbijartinan.

 

Erdogan wiha got: “Beşdarî baş dixuyê, agahiyên min ji hemû Tirkiyeyê hildan jî vê nîşan didin.Tirkiye bi sîstema Serokatiyê ve  êdî di asta şaristaniyên hemdem de derdikeve asteke girîng. Heta niha li Tirkiyê pirsgirêkên pir cidî neqewimîne.”

 

Erdogan daxuyand ewê beşekî encamên hilbijartinê li Stenbolê, beşekî jî dê li Enqerê bişopîne.




Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak li Amedê di saet 08:00ê de li ber binkeyeke dengdanê amade bû û ragihand, tevî ku kêliyên destpêkê yên dengdanê ye, xelk ji bo dengdanê li ber deriyê binkeya dengdanê civiyane û li benda wê yekê ne ku dengê xwe bidin, herwiha amaje bi wê yekê kir ku ev nîşaneya wê yekê ye ku gel eleqeyeke mezin ji vê hilbijartinê re nîşan didin.   

 

Hevjîna Demîrtaş dengê xwe da


 

Başak Demirtaş îro li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dengê xwe da û piştî dengdanê diyar kir ku ew ji gel daxwaz dike ku bila di demeke herî zû de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

 

Demirtaş got: “Em dixwazin hemû gelê me ji zû ve werin dengê xwe bidin ji bo demokrasî û azadiyê.”

 

Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak jî ragihand ku Başak Demirtaş piştî daxuyaniyeke kurt yekser ji cihê dengdanê veqetiya û eşkere nekir ka gelo dê biçe serdana hevjînê xwe yê namzedê Serokomariya Tirkiyê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê hatiye zindanîkirin.

 

Hevserokê HDPê Sezai Temelli li Wanê dengê xwe da

 

 

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê dengê xwe da û ragihand ku ew hêvî dikin her 8 namzedên wan ên parlementoyê yên Wanê bi ser bikevin.

 

Sezai Temelli ji Rûdawê re ragihand ku ev hilbijartin dê li Tirkiye bibe hêviyeke mezin û got: “Em li her derê Tirkiyê diçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derdikevin, herwiha çavdêr û nûnerên me jî li ser sindoqan in, rojeke xweş e, rojeke tijî hêvî ye, em di wê baweriyê de ne ku em ê vê hêviya xwe sibe jî bibînin.”

 

Li ser pirsa "gelo derbarê ewlekariya hilbijartinan de ti rewşeke neyênî heye an na?” Hevserokê HDPê Sezai Temelli diyar kir: “Heta niha ti zanyariyek negihiştiye ber destê me, em hêvîdar in heta êvarê jî tiştekî wisa çênebe, Tirkiye tevî her tiştî hilbijartineke demokratîk encam bide.”

 

Temelli herwiha eşkere kir ku armanca wan ew e ku her 8 namzedên wan ên parlementoyê yên Wanê bi ser bikevin.

 

Peyamnêrê me Mehdî Mutlu ji Wanê ragihand, tevî ku li bajarê Wanê di hilbijartinên referandumê de beşdariyeke mezin tine bû, di vê hilbijartinê de xelk eleqeyeke mezin nîşan didin.


Çavuşoglu: Ev hilbijartina herî krîtîk a dîroka Tirkiyê ye




Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li bajarê Antalyayê dengê xwe da û ragihand ku ev hilbijartin sîsteme nû tîne Tirkiyê û ev hilbijartina herî krîtîk a dîroka Tirkiyê ye.

 

Mevlut Çavuşoglu li bajarê Antalya yê Tirkiyê dengê xwe da û ragihand: “Me heta îro li Antalyayê kampanyaya xwe meşand, dîsa li hemû Tirkiyê me ji welatiyên xwe dengên wan xwest, îro jî em wezîfeya xwe ya welatîbûnê pêk tînin û me dengê xwe da, ji bo welat û gelê me bi xêr be.”

 

Çavuşoglu amaje bi sîstema nû ya Tirkiyê kir û ragihand: “Ev hilbijartin ji dîroka Tirkiyê re sîstemeke nû tîne û ev hilbijartina herî krîtîk a dîroka Tirkiyê ye. Înşallah ji bo welat û gelê me, ji bo dewleta me bi xêr be û bibe wesîleya mezinbûn û geşepêdana welatê me.”

 

Meral Akşener: Aliyên siyasî tenê li ser îradeya gel nikarin nîqaş bikin


 

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener li Stenbolê dengê xwe da û ragihand, dibe ku gelek tişt bêne gotûbêjkirin di navbera aliyên siyasî de, lê tenê tiştek nikare were gotûbêjkirin ku ew jî bijardeya dengderan e ku di encama sindoqan de derdikeve.

 

Meral Akşener li Stenbolê piştî ku dengê xwe da ji rojnamevanan re diyar kir: “Ev hilbijartineke gelek ciyawaz bû, ku îro me dengê xwe da û xelk jî dengên xwe didin.”

 

Akşener hêviya xwe ya ji hilbijartinan anî ziman û got: “Em hêvîdar in ku Xwedayê mezin xêrê bigihîne vê hilbijartinê, dibe ku gelek tişt bêne gotûbêjkirin di navbera aliyên siyasî de, lê tenê tiştek nikare were gotûbêjkirin ku ew jî bijardeya dengderan e ku di encama sindoqan de derdikeve, ti kes nikare li hember vê nerazîbûna xwe nîşan bide.”

 

Seroka  ÎYÎ Partiyê herwiha got: “Tiştê herî giring jî îradeya azad e ku dengder hilbijartina xwe di wê çarçoveyê de didin û di encamên hilbijartinan de jî derdikevin. Em dixwazin ku dengder jî bi îradeyeke azad dengê xwe bidin, ji bo ku bi awayekî azad dengê xwe bidin çi ji destê me were emê bikin, em dibêjin bila ser xêrê be, Xwedê nede şermê.”

 

Kiliçdaroglu bang li karmendên hilbijartinan kir: Di bin zexta ti kesî de nemînin

 

 

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê dengê xwe da û bang li karmendên hilbijartinan kir ku di bin zexta ti kesî de nemînin û got: “Bi taybetî jî li başûrê rojhilatê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) gelek gazind têne kirin, ji ber vê yekê ez dixwazim bala hemû karmendan bikşînim ser wê yekê û bînim bîra wan ku ew karmendên dewletê ne.”

 

Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê dengê xwe da û piştre daxuyanî da rojnamevanan û got: “Li navenda giştî hevalên min dixebitin, li cihên cuda cuda yên bajaran hevalên me yên parlementer ên ku hatine erkdarkirin hene, li tevahiya Tirkiyê niha pirsgirêkeke pir cidî me nedîtiye, lê li hinek navçeyan hin gazinên cidî hene, hevalên me yên parlementer ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bikin hewl didin.”

 

Kiliçdaroglu ji bo silametiya hilbijartinan bang li wezîfedarên hilbijartinê kir û got: “Ez bi awayekî eşkere bangewazî li hemû karmendan dikim ku ji kerema xwe ji bîr nekin ku hûn karmendên dewletê ne, vê yekê ti car ji bîr nekin, hûn ne karmendên hikûmetekê, yan jî partiyeke siyasî ne, hûn mecbûr in ku ji bo siberojeke zelal a vê dewletê bixebitin, di bin zexta ti kesî de nemînin, bi taybetî jî li başûrê rojhilatê Tirkiyê gelek gazind têne kirin, ji ber vê yekê ez dixwazim bala hemû karmendan bikşînim ser wê yekê û bînim bîra wan ku ew karmendên dewletê ne û di vê çarçoveyê de jî li Tirkiyê hilbijartin têne kirin, ji bo ku ev hilbijartin bi awayekî demokratîk bêne birêvebirin, pêwîst e ti kes sîberek nexe ser, eger sîberek bixin ser, ev dê bibe derbeyek li hilbijartinan.”

 

Demîrtaş dengê xwe da

 

 

Namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Serokomariyê Selahattin Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê dengî xwe da û got: “Ez bawer dikim ku dê encam gelek ba be.” 

 

Namzedê HDPê yê Serokkomariyê Selahattin Demirtaş ragihand li ser hesabê xwe yê Twitterê bi rêya parêzgeran ragihand ku  wî û hevalê xwe û girtîgehê Abdullah Zeydan dengê xwe dane.

 

Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Me dengê xwe li girtîgehê da. Ez hêvî dikim ku her kes biçe ser sindoqan û ji bo siberoja welatê xwe dengê xwe ji bo demokrasî, aştî, aramî û azadiyê bide. Ez hevî dikim ku deng avêtin di nava aramî û aştiyê de derbas bibe. Ez bawer dikim ku encam dê gelekî baş bin û bila ji her kesî re ser xêrê be.”

 

Yapicioglu: Ji sindoqa hilbijartinan çi derkeve divê her kes jê razî be

 

 

 

Namzedê Serbixwe yê Amedê Zekeriya Yapicioglu li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dengê xwe da û ragihand: “Hêviya me ew e ku biryara gel çi be, êdî ti kes bandor li ser neke û ew îrada ku têkeve sindoqê, bi çi ketibe sindoqê, bi wî şiklî jî derkeve, îrada ti kesî neyê dizîn.”

 

Serokê berê yê HUDA-PARê û Namzedê Serbixwe yê Amedê Zekeriya Yapicioglu ji Rûdawê re ragihand ku ew hêvî dike bêyî ku bûyereke dilşewat biqewime ev hilbijartin derbas bibe û got: “Encam bi xêr be înşallah ji bo welatê me û ji bo her kesî.”

 

Zekeriya Yapicioglu diyar kir: “Piştî ku ji sindoqê çi derkeve, qerar qerara gel e, hêviya me ew e ku biryara gel çi be, êdî ti kes bandor li ser neke û ew îrada ku têkeve sindoqê, bi çi ketibe sindoqê, bi wî şiklî jî derkeve, îrada ti kesî neyê dizîn.”

 

Yapicioglu li ser hêviyên xwe yên piştî 24ê Hezîranê destnîşan kir: “Gel biryara xwe daye û îro tên ser sindoqan, encam bi çi şiklî be jî, hilbijartina serokomarî di tûra ewil de encam bide jî, nede jî, her kes çi derkeve divê jê razî be.”

 

Namzedê Serbixwe yê Amedê Zekeriya Yapicioglu herwiha eşkere kir: “Divê ji Amedê 12 parlementer herin Enqereyê, ji wan 12 kursiyan, em 1 dixwazin, înşallah bi vî şiklî encam bide û rengekî din jî li Amedê zêde bibe, ji bo Amedê jî baş û qenc bibe.”

 

Buldan: Me deng ji bo demokrasiya Tirkiyê da

 

 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan dengî xwe da û got: “Me deng ji bo demokrasiya Tirkiyê da û hilbijartin bo dahatûya Tirkiyê gelek girîng e.”

 
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan li Dibistana Mevlana ya Navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê debgê xwe da ku berê Selahattîn Demîrtaş jî dengê xwe lê dabû. Buldan got: “Di vê dibistanê de Demîrtaş du caran deng daye û bûye cihê xêrê bo hemûyan.”


Pervin Buldan piştî ku dengê xwe da wiha axifî: “Bi hêviyeke mezin em bi 24ê Hezîranê şad bûn. Bangeşeyeke bê bela me pêk anî. Giringiyeke mezin bi hilbijartinan tê dayîn û xelk bi peroş ber bi sendoqên dengdanê ve diçê. Îro deng bi dahatûya Tirkiyê didin. Bi hêvî me hilbijartineke demokrasî be. Piştrastim ku hemû kes bi îradeyeke azad deng dide.”


Buldan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Beşdarîkirin li dengdanê tê wateya xurtkirina hewlan bo diyarkirina çareserkirina welat. Me deng bo demokrasiya Tirkiyê da. Dengek bo demokrasiyê û dahatûya Tirkiyê gelekî giring e.”


 

Li Pirsûsê hewldana sextekarî û destkariya dengan


 

Hat ragihandin ku li bajarokê Pirsûsê yê ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê grûpeke 30 kesî berdewam hewl dide ku sextekarî û destkariya dengan bikin.

 

Di vê derbarê de rêveberê yek ji dibistanên Pirsûsê Sercan Açikgoz ku di heman demê de çavdêrê proseya dengdanê ye û alîgirê HDPê ye ji Rûdawê re got ku ji sere sibehê ve ligel destpêkirina proseya dengdanê grûpeke 30 kesî yek bi yek diçin dibistanan û hejmareke zêde ya dengan dixin sindoqan.

 

Sercan Açikgoz amaje bi wê yekê da ku hêzên polis hevkariya wê grûpê dikin û got: "Hêzên polis ji bo çûna nav navendên dengdanê asankariyan ji wê grûpê re dikin û ew grûp ji kurap û merivên berbijêrê AKPê Îbrahîm Xelîl Yildirim pêk tê."

 

Sercan Açikgoz ji Rûdawê re da zanîn ku dema wî û hevkarên wî xwestine nehêlin destkariya sindoqên dengdanê were kirin, bi çek gef li wan hatiye xwarin, eziyet dane wan û ji ber metirsiya li ser jiyana wan dest ji sindoqan berdane.

 

Ji aliyê din ve CHPê ji ber binpêkirina dengdana li hinek parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê taybetî li bajarê Rihayê serî li Lijneya Bilinda Hilbijartinan da.

Serokê Lijneya Bilinda Hilbijartinan Sadî Guven jî derbarê bûyerên Pirsûsê de daxuyanî da û got, "Li ser mijara hinek îdîayên derbarê asayîşa hinek sindoqên li Pirsûsê kiryarên dadmendî û îdarî hatine destpêkirin.”

 

Hejmara dengderan 

 

Hejmara xelkê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê : 80 milyon 810 hezar û 525

Hejmara parêzgehan : 81

Hejmara dengderan : 59 milyon 391 hezar û 328  ( 3 Milyon û 49 hezar û 65 kes ji dervey Tirkiyê , 56 Milyon û 342 hezar û 263 li tevahiya Tirkiyê)

 

Hejmara kesên ku  dê cara yekem deng bidin : Milyonek û 650 hezar 171

 

Hejmara sindoqan : 180 hezar û 896

 

Li Tirkiyê bajarên xwedî dengderên herî zêde


1- Stenbol :  10 milyonn û 559 hezar û 686 kes
2- Enqere : 3 milyon û  904 hezar û  585  kes
3- İzmîr : 3 milyon û  227 hezar û 32 kes
4 - Bursa : 2 milyon û 147 hezar û  723 kes

Li 24 bajarên Bakurê Kurdistanê hejmara dengderan:

1 -Amed : Milyonek û 23 hezar û 389 kes
2- Dîlok: Milyonek û 214 hezar û 503 kes
3- Riha :  milyonek û 60 hezar û 815 kes
4- Wan :  637 hezar û 867 kes
5- Semsur :399 hezar û 281 kes
6 - Agirî : 295 hezar û 475 kes
7- Çewlik : 180 hezar û 991 kes
8- Bidlîs: 198 hezar û 510 kes
9- Xarpêt : 411 hezar û 91 kes
10- Ezîrgan : 162 hezar û 198 kes
11- Erzirom : 493 hezar û 586 kes
12- Colemêrg : 168 hezar û 258 kes
13- Meletî  :   555 hezar û 349 kes
14- Qers: 181 hezar 776 kes
15- Mereş : 738 hezar û 677 kes
16- Mêrdîn 470 hezar û 454 kes
17- Sêrt : 179 hezar û 764 kes
18- Mûş : 228 hezar û 538 kes
19- Dêrsim : 64 hezar û 290 kes
20- Êlih : 342 hezar û 111  kes
21- Şernex : 268 hezar û 308  kes
22 Erdexan : 69 hezar û 405 kes
23 Îdir : 119 hezar û 655 kes
24 Kilîs : 85 hezar û 616 kes


Tê nûkirin...


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst