Erdogan: Gulen CHP, MHP û BDPê kirê kiriye

24-03-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Ak Partiyê û Serokwezîr Recep Tayîb Erdogan di mitînga partiya xwe ya ku li qada Ataturk a bajarê Trabzonê hat lidarxistin de axivî û îdia kir ku Fethullah Gulen CHP, MHP û BDP û beşek ji medyayê “kirê kiriye” û Gulen bi têkdana ewlehiya netewî ya Tirkiyê tohmetbar kir.

Li gorî AAyê, Erdogan bi tundî gef li Gulen û Cemaeta wî xwar û wiha got: “Hûn çi dikin bikin, çi ji destê we tê bila bê, lê em ê bikevin şikeftên we. Çi zû çi dereng, ev ne karê henekan e. Me ev welat û dewlet li erdê nedîtiye. Çi bivê emê bikin…”

Serokwezîr Erdogan got ku ew dê biryareke wiha bidin; di paşerojê de yan kasêt, tomarên dengî û tehdîd yan jî gel dê Tirkiyê birêve bibe.

Serokê giştî yê AKPê dîsa ji alîgir û endamên partiya xwe xwest zarokên xwe ji dersxaneyên Gulen dûr bixin û axaftina xwe wiha domand: "Birayên min, hîç fedî nekin zarokên xwe ji dersxaneyên wan derxin. Wezareta me ya perwerdeyê di dawiya hefteyan de dê belaş "kûrsên bihêzkirinê" bide zarokên me. Zarokên xwe ji dibistanên wan jî derxin. Bavno, dibistanên dewletê ji me re bes in! Qasî dinyayekê pere distînin û şûn de dibêjin ku de biçin kûrsan jî. Êdî bes e! Ev wekî zûriyan in, lê zûrî bi fezîlet in. Zûrî tenê xwîna qirêj dimijin, lê ev xwîna paqij jî dimijin."

Erdogan, tirranê xwe bi doktorên ku li ser çakêt re tansiyona Gulen dipîva jî kir û got: "A niha em li bajaran bi beşdariyeke rekor ve mitîngê xwe li dar dixin, lê bawer bin niha wan ev mitîngên me yên qelebalix ji wî zatê ku li Pensîlvanyayê ye veşartine. Ji ber ku wê tansiyona wî bifirîne. Ji ber vê qasê niha nîşanî wî nekirine an jî gotine 'montaj' e. Xapandina wî hêsan e. Çi dikin? Li ser çakêt re tansiyonê dipîvin…”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst